Parlamenterê Kurd: Kurd ne bi tenê ne û dengê wan li Berlînê xurt e

Parlamenterê Kurd: Kurd ne bi tenê ne û dengê wan li Berlînê xurt e

.

A+A-

Parlameneterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê Serdar Yuksel got, "Gelê Kurdistanê divê bizanibe ew ne tenê ne, di Parlamentoya Federal de, dengekî wan ê xurt heye, ez û partiya min (SPD) mil bi mil bi Kurdên bakurê Îraqê re ne."

Yuksel got, "Bi hilbijartina Trump havsengiya cîhanê têk çû, mirov sibehê nizane bê êvarê çi rû dide! Ev wê bîrê dide ku pêwîst e Ewropa li xwe û hêza xwe binêre."

Yüksel li ser penaberên Îran û Îraqê got, "Em dixwazin piştgiriyê bidin wan penaberan ku Îraqî û Îranî ne, da ku neyên dersînorkirin û asoyeke wan hebe ji bo mayîna wan a li Almanyayê."

Parlameneterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê Serdar Yuksel pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Rûdaw: Zor spas ku li gel me yî û pîroz be..

Serdar Yuksel: Zor spas.. Rojbaş bo hevalên li Kurdistanê jî.

Rûdaw: Tu niha endamê Parlamentoya Federal î, tu dixwazî çi bikî li Nordrheinê?

Serdar Yuksel: Girîng ew e ku hikûmet bêyî şer û di rewşeke seqamgîr de dewletê bi rê ve bibe. Demokrasî li Almanyayê di metirsiyê de ye, di mehên borî de me ev baş dît, partiyeke faşîst û radîkal bihêz bû. Niha hevpeymaniyeke seqamgîr heye, 72 roj piştî hilbijartinên federal, em geşbîn in ku îro jî encama baş li Friedrich Mertz bi dest bînin.

Rûdaw: Bi dîtina te, ev hikûmet divê çi karî bixe pêş hemû karan?

Serdar Yuksel: Du mijarên sereke hene. Yekem, bihêzkirina Ewropayê ye. Bi hilbijartina Trump havsengiya cîhanê têk çû. Bi serokê Amerîkayê, mirov sibehê nizane bê êvarê çi rû dide! Ev wê bîrê dide ku pêwîst e Ewropa li xwe û hêza xwe binêre. Mijara duyem jî ew e ku ev sê sal in Almanya di rewşeke neseqamgîr a aborî de derbas dibe, geşedana aboriya Almanyayê rawestiyaye û di paşekêşiyê de ye. Girîng e aboriya Almanyayê were vejîn, da ku Almanya dîsa bihêz bibe û di berpirsiyariya xwe de cih bigire.

Rûdaw: Eger ez ji endamekî CDU bipirsim, ew dê bibêjin duyem mijara girîng ji bo wan siyaseta koçberiyê ye. Eger ez ji te bipirsim, divê çi di siyaseta koçberiyê de were guhertin? Li gorî yasa, destûr heye ku penaberên li ser sînoran bên vegerandin?

Serdar Yuksel: Sînorên derve yên Almanyayê dirêjahiya wan sê hezar û 970 kîlometre ye, yanî digel 9 welatên cîran nêzîkî çar hezar km sînor heye. Ji ber vê ti caran guncaw nîne ku sînorên derve bên girtin an kontrol kirin. Divê rêyeke yasayî ji bo Almanyayê hebe, bêyî ku pêwîst be mirov daxwaza penaberiyê bike. Eger mirov ji bo karkirinê bixwaze were Almanyayê, bila bi rêya yasayî be. Ev tê piştgirîkirin, lê bi beşdarbûna me jî ti guherankarî di siyaseta koçberiyê de nayê kirin.

Rûdaw: Derbarê dersînorkirinê de tu çi dibêjî?

Serdar Yuksel: Ji bo wan kesên ku mafê penaberiya wan hatiye redkirin niha jî dersînorkirin tê bicihkirin, em dixwazin piştgiriyê bidin wan kesên ku Îraqî û Îranî ne, da ku neyên dersînorkirin. Û asoyekê ji bo wan hebe, da ku li Almanyayê bimînin. Yasayeke nû ya mayînê heye, ji bo wan kesên ku hatine redkirin û li vir kar dikin, bêsûc in û binpêkariya yasa nekirine, derfet ji wan re tê dayîn ku berdewam li Almanyayê bimînin.

Rûdaw: Tu bawer dikî ku SPD dikare biryara xwe bisepîne? Ji ber ku CDU israr dike û wezîrê nû gotiye, erkê wî yê yekem, kêmkirina koçberiyê ye?

Serdar Yuksel: Ew behsa koçberiya neyasayî dike, ku koçberiya neyasayî kêm bibe. Lê Almanya hewcedarê hêza kar e ji derveyî welêt. Bêyî hêza kar a ji derveyî welêt, Almanya nikare aboriya xwe vejîne. Ji ber vê girîng e, rêyeke yasayî ji bo hatina Almanyayê hebe. Divê koçberiya neyasayî kêm bibe, ev rast e, ji ber ku divê xelk bi rêyên metirsîdar neyê, wekî bi keştiyê di Deryaya Navîn de. Gelek trajedî çêbûn. Ji ber vê, hebûna rêyeke yasayî girîng e, ku xelk bi vîzaya kar were Almanyayê.

Rûdaw: Kurd jî deng dane te, tu dê di Parlamentoya Almanyayê de çi ji bo Kurdan bikî?

Serdar Yuksel: Mijareke gelekî girîng ji bo min, hebûna pirekê ye di navbera Almanya û Kurdistanê de, di demeke nêzîk de ez dê werim Kurdistanê. Min li wir gelek heval hene, ew ji bo min wekî endamên malbatekê ne, gelê Kurdistanê divê bizanibe ew ne tenê ne, ew di parlamentoya federal de, li Berlînê dengekî xurt ê wan heye, ez û partiya min (SPD) mil bi milê Kurdên bakurê Îraqê ne.

Rûdaw: Piştî 60 salan wezîrê derve ji partiya CDU ye. Ew dê bi çi awayî siyaseta derve bi rê ve bibin? Hûn birêz Wadful çawa dinirxînin?

Serdar Yuksel: Almanya ji sala 1945an ve berdewamî heye, digel guhertina hikûmetan. Almanya endamê Ewropa û NATOyê ye, em dilsoz in bi hevpeymanên xwe re, em dixwazin bibin cîranê baş bi welatên cîranên xwe re. Wezîrê derve karekî baş dike, ji ber vê ez bawer nakim guherînên mezin rû bidin. Bihêzkirina Ewropa dê bibe yek ji erkên herî girîng.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin