OHDya Amedê: Di 8 mehan de 50 girtî mirine

OHDya Amedê: Di 8 mehan de 50 girtî mirine

.

A+A-

OHDê diyar kiriye ku girtîgeh kirine weke navendên îşkenceyê û xwestiye ku girtiyên nexweş ên mafên jiyana wan hatiye binpêkirin, bên berdan.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Amedê, têkildarî girtiyên nexweş yên ku di girtîgehan de dimirin li ber Edliyeya Amedê daxuyanî daye.

Hevserokê Giştî yê OHDê Bunyamîn Şeker, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, rêveberên DBP, HDP, MEBYA-DER, TUAY-DER û MED TUHAD-FED piştgirî dane daxuyaniyê.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê rêvebera OHDa Amedê Adîle Salman ve hatiye xwendin. Salmanê diyar kiriye û gotiye, “Di sala dawî de gelek mirinên biguman pêk hatiye.”

“Girtîgeh bûye cihê îşkenceyê”

Adîle Salmanê weha gotiye: “Dema ku daneyên berdest û raporên ku ji hêla Rêxistinên Sivîl ve di seranserê salê de têne weşandin bi hev re dema têne nirxandin;  em ji aştî, edalet, wekhevî, azadî, parastina rûmeta mirovan, tenduristî, mafê jiyanê û nîzama demokratîk a ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de wê misoger bike, dûr dikevin. Mixabin encamên herî neyînî yên vê yekê di girtîgehan de tên jiyîn, ev jî bi berdewamiya rewşa girtiyên nexweş û mirina girtiyan bi awayekî eşkere nîşan dide.”

Salman destnîşan kiriye ku girtîgehên li Tirkiyeyê bûne cihên îşkenceyê ku her cure pêkanînên dijmirovî û biçûkxistinê, bi taybetî binpêkirina mafê jiyanê lê tê kirin û wiha domand: “Girtî ji binpêkirina mafê jiyanê bigire heta îşkenceyê, ji gihandina xizmetên tenduristiyê bigire heta pêkanînên otorîter bi binpêkirinên giran re rû bi rû ne. Rewşên girtiyên nexweş ku bi salan e di rojevê de ye lê ji bo çareseriyê tu gav nehatine avêtin û di serî de jî yek jê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Li gorî daneyên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de hatine tespîtkirin; di nava girtiyên nexweş de yên herî giran jî nexweşên penceşêrê ne, yên bi nexweşiyên kronîk û yên pirjimar, nexweşên pişikê, nexweşên dil, nexweşên şekir û tansiyona xwînê, kal û pîr û kesên ku ew qas nexweş in ku nikarin bi tena serê xwe bijîn hene. Mixabin Wezareta Dadê li hember hemû bangên ji bo serbestberdana girtiyên nexweşên giran, bi taybetî di dema pandemiyê de bêdeng ma. Ji ber vê sedemê biryarên ku ji bo hin girtiyên nexweş nayên girtin an jî dereng tên dayîn jî dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê, lê yan ji girtîgehan tabût derdikevin yan jî girtî piştî ku tên berdan demek kurt de jiyana xwe ji dest didin.”

“Di 8 mehan de 50 girtî mirine”

Salman di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Weke ku ji serlêdanên sûc ên Emel Haceroglû ya li Girtîgeha Jinan a Amedê jî tê fêmkirin; ji ber dereng rakirina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nevzat Çapkin ê ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê derketibû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Her wiha agahiyên mirina gelek girtiyên din ên weke Zulfû Yildirim ê ji Girtîgeha Elezîzê, Bazo Yilmaz ji Girtîgeha Rihayê, Mehmet Candemîr ê ji Espiye Tîpa L ya Gîresûnê hatin girtin. Daneyên li ser agahiya mirina 50 girtiyên nexweş tenê di sala 2022an de, mînaka herî berbiçav a kêmasiya biryarên ku di derbarê girtiyên nexweş de nehatine dayîn an dereng mane ye.”

Bang li Wezareta Dadê kiriye

Salman di dawiya axaftina xwe de bi lêv kiriye ku şert û mercên nebaş ên girtîgehên Tirkiyeyê û pêkanînên ku jiyana girtiyan hîn dijwartir dike, berovajî vê, bi taybetî ji bo girtiyên nexweşên giran xetereyek mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Tevî gelek caran serlêdanên taloqkirina înfazê, daxuyanî û rojeva raya giştî jî, girtiyên nexweş ên giran tevî hemû serlêdanan nayên berdan û bi vî rengî di şexsê Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de mafê hemû girtiyên nexweş tê binpêkirin. Li vir careke din em bi bîr tînin ku; di şexsê Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de, binpêkirinên giran ên mafan ên li ser hemû girtiyên li girtîgehan, bi taybet girtiyên nexweş tên kirin, divê demildest bên rawestandin û ji bo rê li ber berdana wan bê vekirin, tevdîrên pêwîst bên kirin. Di vê wateyê de divê hem hêzên siyasî hem jî desthilatdarî tedbîrên pêwîst bigirin û ji bo nirxandina daxwazan beriya ku pirsgirêkên tenduristiyê yên giran û mirin çêbibin, bikevin nava tevgerê. Em bang li Wezareta Dadê, hiqûqa neteweyî û navneteweyî û saziyên mafên mirovan dikin ku ji bo li ser esasê maf û azadiyên bingehîn nêzî pirsgirêkan bibin û li gorî wê daxwazên girtiyan binirxînin û çareser bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin