
Siyamend Haco: Şam ji bo diyalogê ne amade ye û Rêveberiya Xweser jî hevpariyê qebûl nake
.
Serokê Berê Kurdistana Sûriyeyê Siyamend Haco ragihand, rejîma Sûriyeyê ne amade ye ku bi Kurdan re bikeve nav diyalogeke cidî û her hewla siyasî ya ji bo çareseriyê bi tundî red dike. Haco herwiha rexne li awayê birêvebirina "Konferansa Pêkhateyan" ya li Hesekê girt û da zanîn ku ew konferans hevpariyeke rasteqîn nîşan nade.
Siyamend Haco beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û amaje bi wê yekê kir ku helwesta Şamê li hemberî Kurdan û pêkhateyên din zelal e û got, "Şam ne amade ye ku pêşwaziya şandê bike û xwe wek tekane nûnerê Sûriyeyê dibîne. Lewma naxwaze danûstandinan bike û rê nade ku pêkhateyên din nêrînên xwe yên siyasî bînin ziman."
Haco wek mînak behsa Konferansa Yekrêziya Kurdî kir ku berî çend mehan hatibû lidarxistin û şandeyek ji bo destpêkirina diyalogê bi Şamê re ava kiribû, lê rejîmê ew hewl bi tundî red kir û got, "Helwesta Şamê piştî wê konferansê zelal bû ku yekrêziya Kurdan û nêrîneke siyasî ya hevbeş qebûl nake. Ji ber vê yekê, dê bersiva rejîmê ji bo konferansa Hesekê jî tund be."
"Yên ku hevpariyê qebûl nakin, nikarin daxwaza hevpariyê bikin"
Derbarê konferansa li Hesekê de, Haco rexneyên xwe anîn ziman û got ku ew bi xwe giringiyê didin komkirina pêkhateyan, lê kêmasiyên mezin di awayê birêxistinkirina konferansê de hene.
Haco got: "Rexneya me ya sereke ew e ku aliyê Kurdî bi temamî di vê konferansê de nehatibû beşdarîkirin. Komîteya amadekar tenê ji aliyê PYD û HSDê ve hatibû avakirin. Heger tu dixwazî hevpariyê ji Şamê bixwazî, divê berî her tiştî tu bi xwe hevpariyê di navbera aliyên herêmê de qebûl bikî. Divê em pêşî demokrat bin û nêrînên cuda qebûl bikin."
Kêmasiya daxwaza federaliyê di belgeya konferansê de
Haco bi taybetî rexne li belgeya encamnameya konferansê girt û diyar kir ku tê de daxwaza federalîzmê bi awayekî zelal û eşkere nehatiye diyarkirin. Li gorî Haco, "Diviyabû bi awayekî vekirî Sûriyeyeke federal bihata xwestin, lê belgeyê tenê behsa 'nenavendîtiyê' kiriye, ku ev têgeheke giştî ye û dikare bi gelek awayan were şîrovekirin. Daxwaza federaliyê nehat kirin, ku ev xaleke gelekî lawaz e."
"Divê pêkhate li hemberî hişmendiya tekperest bibin yek"
Siyamend Haco tekez kir, pêkhateyên Sûriyeyê yên wekî Kurd, Elewî, Durzî û Aşûrî ku ji sedî 40ê nifûsa welat pêk tînin, divê li hemberî "rejîma li Şamê ya Îslamî-Sunnî ku mafên pêkhateyan nas nake" bibin yek û nêrîneke siyasî ya hevbeş ava bikin.
Di dawiyê de Haco got, "Mixabin, li Rojhilata Navîn hişmendiya federalîzm û demokrasiyê lawaz e. Ev kêmasî, ne tenê li cem rejîmê, lê li cem Rêveberiya Xweser jî heye. Ji bo ku em karibin projeyeke serkeftî pêşkêş bikin, divê em di nav xwe de hevpariyeke rasteqîn ava bikin û hemû aliyan tevlî pêvajoyê bikin."
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin