HSDyê hişyarî da: 'Êriş peymana bi Şamê re dixin metirsiyê'

HSDyê hişyarî da: 'Êriş peymana bi Şamê re dixin metirsiyê'

.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên di bin sîwana hikûmeta veguhêz a Şamê zêdetirî 22 caran agirbest bin pê kiriye û di encamê de herî kêm 11 sivîl birîndar bûne.

HSDyê da zanîn ku hinek ji wan koman ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê di daxuyaniyeke berfireh de diyar kir ku ev êriş li dijî peymana di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de ne.

Peymana di navbera wan de 10ê Adarê hatibû îmzekirin.

Li gorî daxuyaniyê, binpêkirin li gelek deveran pêk hatine ku di nav de Dêrezor, Dêr Hafir, Bendava Tişrînê û Til Temir jî hene.

Her wiha hat destnîşankirin ku li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê jî “tevgerên metirsîdar” hene.

Li Dêrezorê 4 sivîl birîndar bûn

HSDyê eşkere kir ku şeva borî li gundê Hiwêca El Fihêmatê yê herêma Bisêrayê ya Dêrezorê, çekdaran ji aliyê Çemê Feratê yê di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de êrişî komeke sivîlan kiriye.

Di encama wê êrişê de 4 kesên bi navên Umer Ebdilmensûr El Ilêwî (30), Hemada Hemad El Hetab (30), Adem Ebdilmensûr El Ilêwî (12) û Xalid Elhemed (24) birîndar bûne.

HSDyê da zanîn ku çekdaran hewl daye Çemê Feratê derbas bikin û êrişî xalên hêzên wan bikin û tekez kir ku ev kiryar jiyana sivîlan dixin metirsiyê.

“Em amade ne tedbîran bistînin”

 HSDyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku tevî êrişan jî wan heta niha ji bo parastina aramiyê xwe ragirtiye lê berdewamkirina êrişan gefê li baweriyê dixwe û lihevkirinê ber bi têkçûnê ve dibe.

HSDyê bangî hikûmeta Şamê, komên girêdayî wê û yên ku ji Tirkiyeyê piştgiriyê dibînin kir ku demildest hemû binpêkirinan rawestînin û pêbendî bendên peymanê bin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo Sûriyeyeke ewle û aram destê me ji diyalog û hevkariyê re vekirî ye lê ji bo parastina ewlehî û mafên gelê xwe em amade ne hemû tedbîran bistînin.”

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin