Rêberê Durziyan spasiya Trump, Îsraîl û Rêveberiya Xweser kir

Rêberê Durziyan spasiya Trump, Îsraîl û Rêveberiya Xweser kir

.

A+A-

Rêberê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî di peyameke vîdyoyî de spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku "piştgirî daye kêmîneyan û zordarî red kiriye."

Şêx Hîkmet Hecerî her wiha spasiya Rêveberiya Xweser jî kir û got, "Piştgirî dan xizmên xwe yên li Siwêdayê."

Îro Serokê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî di peyameke vîdyoyî  belav kir.

Hecerî got, "Em vê daxuyaniyê pêşkêşî cîhanê dikin, ne ji bo ku em daxwaza dilovaniyê bikin, belkî ji bo ku em belgeyan pêşkêş bikin."

Hecerî her wiha got, "Siwêda, ew axa ku barê giran ê bêdengiya navneteweyî hilgirtiye, êdî nikare birînên zêdetir tehemul bike.

Di rojên borî de, zincîreyek tawan hatin kirin ku tenê dikarin wekî qirkirineke sîstematîk bên binavkirin ku bi xwînsardî tê bicîkirin û ji odeyên tarî ve tê birêvebirin û ji aliyê destên ku fêr bûne bi xwînê binivîsin, ne bi pênûsê, tê livandin."

"Zarok li ber çavên dayikên xwe hatin serjêkirin û kal hatin gulebarankirin"

Hîkmet Hecerî behsa bûyerên li Siwêdayê kir û got, "Zarok li ber çavên dayikên xwe hatin serjêkirin, kal û pîr li qadên giştî bê rehm hatin îdamkirin.

Mal li ser serê xelkê hatin şewitandin, mîna ku agir bûbe zimanê desthilatdariyê.

Welatiyên sivîl hatin revandin da ku wekî dîl di lîstikeke siyasî ya qirêj de bên bikaranîn.

Gemeroyeke xeniqîner ku bi hefteyan dom kir, birîna av, elektrîk û xwarinê li xwe girt, di hewldanekê de ji bo şikandina îradeya gelekî ku tu carî naşike.

Bombekirina bêserûber bi mûşek û hawanan gundên aram kirin hedef, bêyî ku cudahiyê bixin navbera zarok û kalan, an jî di navbera mal û dibistanan de."

Hecerî di beşeke din a peyama xwe de wiha anî zimên:

"Ev ne tenê binpêkirinên takekesî ne, belkî planeke bêdeng a qirkirinê ye ku li ber çav û guhê hemû cîhanê tê cîbicîkirin û ji aliyê medyayê ve bi derewa sepandina ewlehiyê tê nixumandin.

Birçîkirin wekî amûreke zextê li ser welatiyên sivîl, ne tenê binpêkirin e, belkî tawaneke şer a naskirî ye ku encamderên wê li pêşberî yasaya navneteweyî û mirovahiyê tên mehkûmkirin.

Li gorî madeya 54an a Protokola Yekem a Peymanên Cenevreyê û madeya 14an a Protokola Duyem, bikaranîna çekan li dijî şêniyên sivîl an jî rêgirtina li gihîştina alîkariyên mirovî bi awayekî eşkere qedexe ye.

Her wiha sererastkirina ku sala 2019an li madeya heştan a Peymana Romayê ya Bingehîn hat zêdekirin, vê kiryarê bê guman wekî tawan bi nav dike, çi di şerên navneteweyî de be û çi jî di yên navxweyî de."

"Hewl didin tawanên xwe bi navê ewlehiyê binixumînin"

Rêberê Durziyan rexne li medyaya Hikûmeta Sûriyeyê girt û got:

"Em bi tundî wan kampanyayên şaşîkar ên ku ji aliyê medyaya fermî û hin kanalên alîgirên hikûmeta defakto ve tên meşandin şermezar dikin ku hewl didin tawanê bi perdeya ewlehiyê veşêrin û banga aştiyeke derewîn dikin ku li ser kesên bêguneh hatiye avakirin.

Çawa dibe ku yên destên wan bi xwîna zarokan sor bûne, bibin bangxwazên aştiyê?"

"Spas ji bo Trump, Îsraîl, welatên Ereb û Rêveberiya Xweser"

Hîkmet Hecerî spasiya wan kesan kir ku "li gel heqiyê sekinîn" û got:

"Em helwesta wan welatan bilind dinirxînin ku bêdengiya xwe şikandin û li kêleka bindestan sekinîn.

Di serî de Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo helwesta wî ya zelal a di piştgirîkirina kêmîneyan û redkirina zordariyê de, dewleta Îsraîlê, hikûmet û gelê wê, ji bo destwerdana wan a mirovî ji bo sînordarkirina komkujiyên li dijî xelkê Siwêdayê li ser bingeheke exlaqî û mirovî.

Her wiha welatên Kendava Ereb ên dost, ku bi eşkere desthilatdariya terorê red kirin û piştgiriya xwe ji bo doza gelê me yê bindest diyar kirin.

Em spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêxistinên ser bi wê ve jî dikin ji bo piştgiriya wan a dilsoz ji bo xizmên xwe yên li Siwêdayê."

Rêberê Durziyan, bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê Navneteweyî kir ku demildest tevbigerin û "dawî li vê bêdengiya kujer" bînin.

Li ser vê bingehê, ev daxwaz kirin:

Yekem: Lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe derbarê tawanên ku li Siwêdayê hatine kirin.

Duyem: Radestkirina tawanbaran ji bo Dadgeha Tawanan a Navneteweyî.

Sêyem: Şandina şandeyên çavdêriyê yên navneteweyî ji bo parastina welatiyên sivîl.

Çarem: Rawestandina her cure piştgiriyeke siyasî û leşkerî ji bo wan komên terorîst ên ku dorpêç li ser Siwêdayê danîne.

Pêncem: Em bangî welatên garantor dikin ku zextê li hikûmeta defakto bikin da ku pabendî rêkeftina agirbestê bibe û wan binpêkirin û destdirêjiyên ku di dema vê rêkeftinê de qewimîn û em pê pabend bûn, ducare neke. Her wiha em tekezî li ser pêwîstiya vekişîna hemû mîlîs û komên çekdar ji derveyî sînorên îdarî yên Siwêdayê dikin, da ku vegera zarokên me ji bo gund û malên wan misoger bibe.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin