Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Min hîna di sala 2006 de gotiye, “eger saxkirin û pêşxistina Êzdiyatiyê ne di destên T İ F A Q A Êzdiyan de be, Êzdiyatiyê wenda bive”

A+A-


“Êzdiyatî û erkên rewşenbîrên kurd!

Wek em dibînin, dagirkeran ser ax û bin axa Kurdistanê ji kevin de zevt kirine. Wisa jî qedexe danîne li ser nav, nasneme, rih û zimanê me. Ji bo ew karibin gelê me ji dîrok, netew û nirxên wî dûrxin, bi her haweyî ve me ji holê rakin, çi xirabî ji destê wan hatiye kirine û niha jî li me dikin. Her çiqas wan koledaran şertên ku em nikaribin xwe wek evdên kurdên Êzdî bidin naskirin, ji dîrok û mîrata kal- bavên xwe re xwedî derkevin nehîştibin jî, lê dîsa gava ku meriv bi- xwaze, bila çi zahmetî li pêşyê bin jî, ew dikare hinekî dîrok, netew û civata xwe naske.

Di rûpelên dîroka kevnar de zelal xwiya ye ku, di dema destpêka şaristaniya merivatiyê şûn de, hinek merivan berjiwendiyên xwe yên şexsî di ser yên Xweda yê seranser re dîtine û ji hingê ve jî merivên zordar peyda bûne. Wan hê ja di wê demê de, xwe wekî “Xweda yê qenc (baş) û xirab (nebaş)” anjî, fikra ku “Xweda li ser ruyê erd û ezman gelekin û ne yekî seranser heye” dane diyarkirin. Evan nijadperestan ji bo menfaete xwe hebûna Xweda yê seranser yê ku cihan û em afirandiye înkar kirine. Ji bo ku ew karibin daxwaz û berjiwendiyên xwe, di her demê de zêdetir bikin, ew timê li dijî evdên ku ji Xweda yê bitenê bawer dikin, derdikevin û ew xwe ji Xweda yê seranser re dikine şirîk.

Ji Xweda ve xwanê ye, ku em Êzdî ji berê ve ji Xweda yê seranserî bi bitenê û ji wekîlên Xweda (Milyaketan; Tawisî-Melek û w.d.) bawerdikin. Gava merivekî rewşenbîr destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û wêrabe li her deverî de rastiyê bibêje, eşkere ye ku me Êzdi- yan bi vê baweriya xwe û bi zahmetekî ku meriv nikare salix bide ev çanda Kurdî jî li ser piyan hîştiye. Ji ber vê parastinê ye jî ku pêşiyên me timê ji aliyên olperestên menfêatçî û koledaran ve hati- ne qirkirin.

Ew kesên ji dîroka Kurdistanê agehdarin dizanin, ku ola Êzdiyan ola Kurda ye herî kevn e. Kevnbûna dîroka Êzdiyatiyê vêga jî di stran û floklora Kurd û di ilmê ola me de zelal xwanê ye. Zane û ilimdarên olan baş dizanin: Ji roja baweriya Êzdiyatiyê di nav rojhilata navîn de peyda buye û heta vêga hêjî gelê me her baweriya xwe bi Xweda yê seranser kû bitenê ye aniye. Ji ber kû Êzdiyan ev baweriya rast parastine, timê xof û rahm di dilên wan de hebû ye. Êzdiyan ji ber vê baweriya xwe ya paqij, ti cara ti zilim û zora dînî li olên din û netewên cînarê xwe nekirine.

Ez gihîştime vê baweriyê:

Ji bo meriv bikaribe dîroka Kurdistanê zelal binêre, pêwîst e ku meriv pêşîn welatperweriya di nav text û qewlê ola Êzdiyatiyê de qenc nasbike. Dema meriv bala xwe kur bide ser text û qewlê ola Êzdiyatiyê û dîroka Kurdistanê, meriv dibîne bi sedan dagerkir- desthelatdar hatine ser axa Kurdistan û çûne. Gava ev ji Kurdistanê derketine çûne, ewan hingê gelek ji dewlemendîya (semanê) Kurdistanê bi xwe re birine. Hinek ji wan yên ku heta îro li Kurdistanê de mane jî, hêjî li pêşiya tevgera rizgarîya Kurdistanê bûne asteng. Ji xwe ji ber van bîr û baweriyên teng, yên ku merivan ji Xweda mestir dikin û tenê menfêata şexsê xwe nasdikin, gelek çewtîtî û valeyîyên mezin ketine nava dîrok û netewên li Kurdistanê.

Ji ber kû dijminên Xwedê û gelê me timî ji kurdên Êzdî tirsiyane û baweriya Êzdiyan ji xwe re neyar dîtine, ewan her xwastine Êzdiyatiyê ji holê rakin. Ewan timî agirê neyartiyê berdaye navbera ol û gelên li Kurdistanê û bi zanistî jî gelek tiştên ne rast derheqa ola Êzdiyan de gotine: “Êzdî ne kurdin, Êzdî qûreşîne, Êzdî ji hova bawer dikin, kitabên Êzdiyan yên muqedes tinin, kî neferekî Êzdî bikuje, ew gunhê xwe yî di axret û îmanê de afû bike û ewê li dinya dinê here bihuştê û w.d.“

Ji xwe ewan Xwedê nenasan bi van bîr û baweriyên xwe yên gemar her xwastine Êzdiyan ji Kurdistanê dûr bixînin. Ewan bêhêjmar evdên Êzdî di Kurdistanê û di welatê xwe de, li serê gelek çiyan û zinaran, li nav gelî û newalan, li ber çem û kaniyan bi xayîntî kuştine. Em dibînin ji ber wan şerên dewletên koledar û Kurdên paşverû hebûna civata Êzdî her timî hatiye înkar kirin. Çi gava ku gelê Êzdî li dijî wan hova li berxwedane, zaliman hemû gund, cîh, ziyaret û peresgehên me wêran kirine, gelek mişêwir û pirtikên Êzdiyan qetandine û şewitandine. Gelek tiştên me Êzdiyan yên ku bi hezarên salan paqij hatibûn parastin wêranbûne, çiqas qewil û dûayên me hatine ji bîrkirin. Ji ber van fermanên bi ser Êzdiyan ve hatine, hêjî ti evdek ji Êzdî û biyaniyan nikare, di derheqê hêjmara sax û şehîdên Êzdiyan de agehdariyeke rast bide. Tiştên hatî û tê gotin, tenê gumanên evdan e.

Dîsa li goriya dîtina xwe dibêjim, heta niha hêjî ti kesekî Êzdî û ejnebî bi berhem û lêkolînên xwe, bi temamî xwe bernedaye ser riknên baweriya ola Êzdiyatiyê û Êzdiyatî hêjî ronî nebûye. Ji ber ku gelek nivîskar û lêkolînvanên li ser dîroka Êzdiyatiyê berhem derxistine û diweşînin, bi xwe ne Êzdî ne, berhemên wan ji aliyên ilmên Êzdiyatiyê ve jî pir qels in. Heta gelek ji wan kovar û rojnamevan ji ber gotin û remanên mîsyonerên biyaniyan, ji ber devên hinek belangazên Êzdiyên dûnav(oldar) hatine girtin. Em tev jî dizanin wexta ew mîsyonerên biyanî bi şexsên xwe hatine li nava Kurdistana perçekirî geriyane, ewan hingê agehdariyên xwe ne ji serkaniya ilmên Êzdiyatiyê girtine. Geleka ji wan, zanyarên xwe ji ber devê şexsên menfêatçiyên gelên cînar, kurdên Musilman û Êzdiyên nezan bi rişwetê standine. Li ser wan nivîserên biyaniyan nimûneyek: “ew nivîsên, ku ji xebatkarên balozyxana ketine ber destê balyoza, hinek ji wana hatine guherandinê. Li Tirkiyê û Îranê balyozên wisa jî hebûn, ku înformasiyonên rast carna berevajî dikirin. Carna wana îspatên wisa nîşan didan ku zirar negihîje qulixa wan, an jî bi wê yekê dixwastin di karê xwe da hîn pêş bikevin. Hinek cara jî wana gelên kêmjimar yên li wan welata da bi awakî dijminatî nîşan didan. Hineka jî qestbende înformasiyonên wisa berev dikirin, ku kurda wek qaçax nîşan bidin. Bi wê yekê va wana piştgiriya zordest û dagirkara dikirin.*(Ji kitêba, M.S.Lazarev- Pirsa Kurdan (1891 – 1917) – Stockholm 1999.)” Wekî dinê jî xweya dibe ku gelek ji wan pirtuk û lêkolînên li ser rewşa Êzdiyatiyê hatine nivîsandin, piraniyan wan wekî peymaneke ku di nava du berên li dijî hevûdin û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cî bîne, wisa ev berheman hatine nivîsandin. Gava dilê wan bixwasta û wan ji Qewl û Duayên Êzdiyatiyê fahm bikira, wan ne digot: “Kitabên Êzdiyan yên Muqedes tine ne, Ola Êzdiyatî ji ber olên ku kitêbên wan yên muqedes hene, hatiye jibergirtin (qopîkirin) û.w.d.” Bila ev kes baş bizanibin, çi roja li Kurdistanê dîrok zelal bive wê timê bêne şermezakirin û ewê her di tirban de jî nesitirin.

Belê, bi dîtina min rastiya Kurdîtiyê, di zilm û zordariya hatî serê Êzdiya de zelal xwiyanî dike. Lê hêjî hinek kesên biyanî û Kurd ku ji xwe re dibêjin “Ez rewşenbîr û niviskar im” naxwazin ola Êzdî weke oleke serbixwe nas bikin. Ji bo ku ew karibin ola Êzdî hêjî bêrûmet bikin, ew di şîrove û nivisên xwe de, ji xeynî nerastiyê pêştir ti tiştekî rast ji bo şîrovekirina dîroka olan zelal nakin. Ev kesên bêxîret xwe nasnakin û dibêjin: “Êzdî Mithraîzmî, Mazdaîzmî, Zerdûştî, Sabî, Buddhîzmî û w.d.ne. Êzdiyatî ji ber ola Cihûyan, Mesîhiyan an jî ya Misilmanan zêdebûye. Êzdî ji Dêw, Hova, Cinikan û w.d. bawer dikin.” Baş e, ez ji wan kesan dipirsim, gelo ji ber ku roja Êzdiyatî çêbûye û hetanî îro, ew welatparêz bûne, wan ji Xweda yê bitenê bawer kirine û ew timî dijî dagirkerên Welatê xwe derketine, lewma Êzdî “hov in?” Bi dîtina min van kesên weha gotine û dibêjin, tenê ji bo mexsedên xwe bi zanistî xizmet ji koledaran re kirine, dikin û naxwazin ku rastiya ola me ya kevnar li cîhanê belav bibe.

whatsapp-image-2025-11-18-at-11-51-35.jpeg

Li aliyekî dinê, bi dilxweşi dibînim ku çend rêxistin, ilimdar, dîroknas û rojnamevanên Kurd û misyonerên biyanî jî di berhem û lêkolînên xwe de hebûna netewa Ézîdî weke koka Kurdan ya herî kevn qebûl dikin û ji bo vê armancê hêjî xebatê dikin. Ez dixwazim van kes û rêxistinan, ji bo vî karê wan yê hêja û zahmet li virê spas bikim.

Erê, ev babeta bi serê xwe gelekî mezin û berfire ye. Meriv di vir de jî valahiyeke mezin di nava xebata rewşenbîrên Kurd û civata Êzdiyan de dibîne. Bi rastî ti kesî ji me, hêjî di wî warî de, baş lêkolînên berfireh û layîqê dînê Êzdî ne weşandine. Bi dîtina min ji bo civateke olî karîbe dînê xwe biparêze, divê rêberên wê civatê yên oldar azad, serbest û zane bin. Lewma jî dibêjim: Heta xwendevan û zanên Êzdiyan bi xebat û zanebûna xwe nikaribin rêveberiya ola Êzdî bikin û hevkariya wan bi Civata Rûhanî ya Êzdiyan re çê ne, heta ew bi ilmê xwe Êzdiyatiya xwe rast şîrove nekin, dê ti kesê nikaribe dewlemendiya dîroka Êzdiyatiyê di cîhanê de baş nasbike û kesê nikarbe Êzdiyatiyê rast bide naskirin. Belê ji bo ku zarokên me Êzdiyan jî karîbin weke zarokên xelqê bi aqilmendî ji pêşeroja xwe re xwedî derkevin û ew karîbin van valeyên di dîrokê de hene dagirin, gerek ew pêşîn fêrî Êzdiyatiyê bivin, divê berî her kesî em evdên Êzdî gelekî xizmetê bikin, zarokên xwe di dibistana malê de, agehdarî her hawe yên jiyanê bikin û gerek merivên Êzdî bixwe jî karibin di warê ol û çandê de, ji piçûkan re pêşengiyê bikin. Pêwîst e em timî ji keç û xortên xwe re bibêjin; Raste gava merivekî gelekî tî be, hingê ew dixwze pêşîn avekê vexwe. Lê gerek meriv zanîbe ka ji kîjan kaniyê avê vexwe? Ne kû meriv ewilî gihîşte kîjan kaniyê, hima ava wê bi ser kela dilê xwe de berde. Gerek meriv bizanibe; ava kaniyên gemar û herî tînişka meriv şikandin û şûnde hêja ziyanê dide bedena meriv.

Em hêjî baş nizanin ka rewşenbîr, serok û dûnavên me Êzdiyan li ser vî babetî çiqas rola xwe anîne cîh?. Lê dîsa jî divê em rewşenbîr û Êzdî îro ne weke demên berê Êzdiyatiyê tenê li hêviyan dûnavên xwe bihêlin û ne bêjin: “Gava pêşiyên me jî asîmlasiyona olî qebûl bikirina, hingê ev neheqiya weha wê nehata pêşiya me. Ti kesî dersa olê ne daye me, em bixwe nizanin ka em çine? Gava dûnavên me nizanîbin, emê çewa zanîbin? Gava dûnavên me Êzdiyatiyê nemeşînin em jî nikarin bimeşînin û.w.d.” Belê pêwîst e ku em ji berpirsyariya xwe ye îro re zêdetir xwedî derkevin, ne ku em gunê xwe bavêjine ser pêşiya û barê xwe jî ji ciwana re bihêlin. Eger em xwe di vê demê de zana û bi rêxistin nekin, emê jî bibine alîkarê helandina çand û ola xwe. Lewma jî, îro ji hemî demên derbasbûyî pêwîstir e ku Şêx, Pîr, Mîr, Pêşîmam, Feqîr, Mirîd û zaniyarên Êzdiyatiyê karibin, kul û gazinên xwe rû bi rû ji hev bikin û em nehêlin êdî zimanên hinekan li me dirêj bibin.

Gereke her kurd zanîbe, gava oldarên Êzdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ye Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin. Ji ber ku zimanê ola Êzdiyatiyê zimanê Kurdî ye. Êzdî ji xeynî zimanê Kurdî, nikarin bi ti zimanê dinê dua, qewl û beytên xwe bibêjin. Heta vêga Êzdiyekî ku bi Kurdî nizanîbe tûne. Lewma jî divê em Êzdî baş zanibin, ku em nikarin Êzdiyatiya bêyî hevkariya rêxistin û partiyên Kurdîtiyê û Kurdistanê bidomînin.

Hêviya min ji rewşenbîr, nivîskar, partî û rêxistinên li Kurdistanê jî eve ku, ew êdî rê nedine leystik û çewtîyên dîrokî. Çewa ew di bernameyên rêxistin, partî, televîziyon, kovar û rojnamên xwe de hirmetê didine misilmantiyê û xiristaniyê gerek ew wisa jî, xizmetê ji bo parastina olên miltê kêm û Êzdiyatiyê bikin. Divê em bi hevre nehêlin êdî tû cidetiyên xirab bikevine nava civat û olên li Kurdistanê û em îro jî ol û polîtîkî tevlî hev nekin. Bizanibin, pêwîst e hevkariya komel û rêxistinên Êzdiyan serbixwebin û ne girêdayên ti rêxistin û partiyan bin. Divê komel û civatên Êzdiyan karibin, bîr û baweriyên xwe, li gel hev û di nava tevgera rizgarî xwaza netewiya Kurdî de, bi rewşeke azad giftûgo bikin û xwe azad biparêzin. Gereke em Kurdistanî zêde li hev û dinê xwedî derkevin û zanibin, eger saxkirin û pêşxistina Êzdiyatiyê ne di destên T İ F A Q A Êzdiyan de be, ev Êzdiyatiya heyî jî wê wenda bive.”*


*Kemal Tolan, Nasandina Kevneşopên Êzdîyatîyê 1, Weşanên Perî-istanbul 2006, rûpel: 317-321

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin