Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

”Di bin Kontrola Rusan da Şêx Abdusselam Barzanî”

A+A-

 Siddik Bozarslan

”Abdusselam Barzanî digel malbata xwe ji alîyê rêvebirên Îranî û Rusîyan ve li nêzîkî bajarê Urmîye (Rîzaîye) li Gundê Rajanê didin cîwarkirin. Rêvebirên Rusî ji Abdusselam dixwazin ku ew dê Abdusselam biparêzin bi şertê ku Abdusselam derbasî alîyê Osmanîyan nebe ji ber ku Rusî naxwazin bi Osmanîyan ra pirsgirêk çêbibin. Ji rismekî Abdusselam ku ji albuma arşîva Malbata Barzanî hatîye famkirin ku Abdusselam li Urmiye di mala Albayekî Rusî bi navê  Andriyevski bicî bûye.

Telgrafek ku ji alîyê Vvedinski ve bo Petersburgê hatîye rêkirin, fam dibe ku gengeşe jibo teslîmkirina Şêx Abdusselam di navbera Osmanî û Îran û Rusya da çêbûne. Îranê sozê teslîmkirina Şêx Abdusselam qebûl kirîye, lê Rusya wê daxwaza osmanîyan qebûl nekirîye. Di telgrafê da weha hatîye nivîsîn: ”Bi awayê qethî teslîmkirina Şêx bo Tirkan, divê were astengkirin, belam Şêx di herêma Nasturîyan da li nik Marşemun soz daye ku ew digel me bixebite, ji ber ku hêvîyeke wî yê mezin bo me hebûye.”

Di encamên gengeşeyan da osmanîyan, zorbirî birine ser rusan jibo teslîmkirina Abdusselam û loma rusan xwestine Abdusselam ji ber çav dûr bixin û wî birine Gundê Karadaxê, li nik mala tacirekî / tuccar bicî kirine, bi şertê ku ew bi awayê veşartî bimîne û têkilî bi kesek ra çêneke. Bi awayek Abdusselam, dibe zindanîyê wê malê û loma ji wê rewşê ew nerehet / aciz dibe û gelek caran hewl dide ku ji wir bireve. Rusên ku amanc û hêvîyên Abdusselam fam nakin, raporan dinivîsin û acizîya xwe jibo Şêx dîyar dikin. Jibo Vvedinski Şêx, çavkanîya daîmî ya şolê ye. Naveroka rapora Vvedinski jibo rêvebirên xwe weha ye: ”Ew kesekî asabî, nexweş, şuphekar, timî bi endîşeya dahatuya malbata xwe û eşîra xwe dijî, ev şexsekî kovî ye, digel mirovên dî û bi taybetî ku qet Ewrupayê nedîtîye û  têkilî çênekirîye, hemî kesan ji xwe aciz kirîye ku bi dahatuya wî ra eleqeder bûne. Ew pêşnîyaz û rica û hewildanên wî yên jibo ewleyîyê, negihane encamek.”

Rusên ku alîkarîya Abdusselam nakin ku bizivire herêma xwe û têkoşînê xurt û fireh bike; jibo wî li ber çar dûr bixin, wî dişînin Nahcîvanê. Di sibeha 9yê hezîranê 1914an da Şêx Abdusselam, zilamekî ewle yê Walîyê Urmîye û digel xizmetkarê wî, digel wî jî zilamekî bi pasaporta Îranê bûye ku ji alîyê eynî walî ve hatîye amadekirin, dertên rê. Çend roj paşê ew digihîn Nahcîvanê û berpirsên bajêr ku berê ji alîyê rêvebirîya Tiflisê ve hatine haydarkirin, li mala malbatekî musulman bicî dikin. Wezareta Derve ya Rusyayê, 150 ruble meaş terxan dike da ku debara Şêx were domandin.

Sedemê / semedê ku Rusya Abdusselam Barzanî, li nik xwe hiştine; wan xwestine ku dema wexta wê were ew dê jibo berjewendîyên / amancên xwe bînin şûnê, dê wî bikar bînin. Ev nîyet û amanca Rusya, dema şerê Rusya û Almanya di 1914an da despêkir, zelaltir ew derket meydanê. Rusya, dixwest ku ji ermenan, ji asurîyan û ji kurdên ku bi germayî li rusan dinêrtin, yekîneyên şer ava bikin. Her weha Naibê Kafkasya Vo Yudeniçrontsov - Daşkov û Serekê Karargaha Orduya Kafkasyayê General Yudeniç, di wê bawerîyê da bûne ku dem hatîye da ku ji Abdusselam fêdeyê werbigrin ku ew li Nahcivanê ye. Yudeniç, di kararnameya ku di 10 / 23 tebaxê da weşandîye; ”Şêx Barzanê Turkîyeyî û Şêx Tahayê Îranî amade ne ku ji tirkan tolhildanê bistînin.” nivîsîye.

Şêx Abdusselam, dihere Tiflisê û bi ”memurekî diplomat” ra (temsîldarê Wezareta Derve yê li nik Naibê Kafkasyayê) û bi Yudeniç an alîgirekî wî dibîne. Şêx, di zîyareta Tiflisê da Fermandarê Ermenê navdar Andranik Ozanyan (Andranik Paşa) dinase. Abdusselam û Andranik lihev dikin ku pirsgirêkên her du gelan ên çûyî divê werin jibîrkirin û bi navê ”yekîtîya di malbatêk da” dîtinên dahatuya Federasyona Ermenî-Kurdî da lihev dikin. Lê wer xuya dibe ku hê jî bi hêvîya parastina bi osmanî ra diplomatan bi dîqet fikirîne ku di nivîsa ku Wezîrê Derve Sazanov ji Wezîrê Parastinê Suhomlinov ra di 23yê temûzê / 5ê tebaxê da şandîye, van hevokan (tevok-cumla) cî girtine: ”Rewşa ku bi osmanî ra şer çêbe, kurdên di nava osmanî da û asurî (Aysoryan), bê guman ji me ra dê alîkarîyên cidî bikin. Jibo tesîrkirin li ser yên yekemîn, di destê me da çend kes hene ku li ser kurdan xwedîyê bandorê ne. Wek mîsal, Abdurrezak Begê navdar û Şêx Barzan ku nûha li Kafkasyayê ye.” Wezîrê Derve Sazanov, her çi qas difikire ku dema were ew kurdan dikarin bixebitînin, digel wê jî wî haydarî daye ku divê sozê nedin kurdan û wan teşwîqê cesareta serhildanê nekin.

Hêzên osmanî û hêzên eşîrên kurdan ku girêdayê osmanîyan in, digel şer derbasê erdên Îranê dibin. Ew, Abdusselam bêhuzur dikin û Abdusselam difikire ku dem hatîye jibo têkeve nav hewildanê. Di wê navberê da Seyîd Taha jî amadekarîya hewildanê jibo Şemdînan dike û gazîyê Barzanîyan dike da ku werin Karargaha wî ya Rajanê. Di 10yê tebaxê da Abdusselam jî bi neyênî / dizî / veşartî jibo rojek dihere Rajan. Vvedinski, her duyan jî tehdît dike da ku ji parastina rusan werin mehrumkirin û asteng derdixe pêşîya plana wan. Digel wê jî çend roj paşê Abdusselam, terka sitargeha xwe dike da ku êdî qet venegere. Di orta tebaxê da Şêx Abdusselam li nêzîkî Urmiye dertê  meydanê û ji alîyê ajanên tirkan ve têt ferqkirin.

Smaîl Axayê Simko ku serekekî kurdên wê demê ye, li hemberî talanên osmaî / tirkan berxwedaneke mezin nîşan dide û digel hatina rusan jibo Îranê, ew wek Walîyê Salmasê û Fermandarê Muhafizê Sînorî tê taînkirin. Bi alîkarîya rusan jî ew di nava Eşîra Şikakî da rakibên xwe yên wek Temir Cengoyê bi qudret û rakîbên dî bi rêvebirîya xwe ve dide girêdan. Temir Cengo, girêdana xwe bo Simko nîşan dide, lê birayê wî Abdullah Cengo, direve alîyê osmanîyan.

Hukumeta Osmanî, di despêka îlona 1914an da ji Simko ra tehdîda ultimatomê rêdike da ku sefên xwe biguherîne û here alîyê osmanîyan. Lê Simko, gazîyê Barzanîyan kirîye û wan vexwendîye nik xwe û gotîye ku di nêzîk da dê şer despêke û rusan soz dane ku çek û gule bidin wan. Lê Vvedinski mudaxele dike û Barzanîyan li se rîya Koturê didin sekinandin / rawestandin. Lê balkêş e ku di wê navberê da Abdullah Cengo, digel hêzên kurdên bakurî, depoyên genim ên Simko talan dikin; û ew ji birayê xwe Temir Cengo ra dibêje ku ew ji alîyê tirkan ve hatîye şandin û tirkan soz dane pê ku alîkarîya teqemenîyên çek û esker bikin da ku li dijî rusan serhildanek li darxin. Li ser wan gotinên Abdullah Cengo, birayê wî Temir Cengo jî rêvebirîya tirkan qebûl dike û çekên wan werdigire. Paşê, ew digel kurdên bakurî û hêzên girêdayê Temir Cengo yên Şikakî, êrîş dibin ser gundên derdora Koturê û wan deran talan dikin. Di wê demê da di 13 ango 14yê îlonê da Abdusselam tê Koturê û demek li nik Simko dimîne. Paşê digel 6 parêzvanên xwe rêwîtîya xwe didomîne.

Önceki ve Sonraki Yazılar