
Nêçîrvan Barzanî du fermanên dana pileyan û bilindkirina pileyên leşkerî derxistin
.
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Nêçîrvan Barzanî fermana fermî ya dana pileya mulazim bo 210 derçûyên Kolêja Serbazî ya Qelaçûlanê û bilindkirina pileya 95 efserên Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê îmze kir.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Duşem, 25ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de bo malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî du fermanên giring ên leşkerî û asayîşê îmze kirine, ku rasterast tên bicihanîn.
Dilşad Şehab eşkere jî kir: "Piştî bidawîbûna gera pêncê ya Pêgehandina Efseran li Kolêja Serbazî ya Sêyê ya Qelaçûlanê, îro Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Nêçîrvan Barzanî fermana dana pileya Mulazim bo 210 efserên pişkdarên vê gerê îmze kir."
Bilindkirina pileya 95 efserên Dezgeha Asayîşê
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ron jî kir ku di çarçoveya fermana duyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî îmze li ser bilindkirina pileya 95 efser û piledarên li ser mîlakê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê – Rêveberiya Giştî ya Asayîşê kir.
Dilşad Şehab tekez jî kir ku ev her du fermanên serokatiyê rasterast piştî îmzekirina wan ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve, ji îro Duşememê ve, ketine qonaxa bicihanînê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin