
Parlamenterên nû yên Kurd: Em ê li Şamê berevaniyê di ber mafên gelê xwe de bikin
.
Li parêzgeha Hesekê û bajarê Kobanê proseya hilbijartinên Encûmena Gel (Parlamen) ya Sûriyeyê bidawî bû. Di encamên destpêkê de 5 namzedên Kurd li herêmên cuda yên parêzgehê karîn kursiyên parlamenê bi dest bixin.
Di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de, proseya dengdanê bo hilbijartinên parlamena Sûriyeyê li parêzgeha Hesekê Hesekê û bajarê Kobanê birêve çû. Piştî bidawîbûna dengdanê û hejmartina dengan, encam hatin eşkere kirin.
Li gorî encaman, 4 namzedên Kurd li ser astê parêzgeha Hesekê (2 li Qamişlo, 1 li Hesekê, 1 li Dêrikê) û namzedek jî li bajarê Kobanê bi ser ketin.
Ji bo nûneratiya Efrînê jî ku hilbijartina wê di 5ê Cotmeha 2025an de hatibû kirin, sê endamên Kurd gihîştibûn parlamenê: Mihemed Sîdo, Şêx Seîd Zade û Dr. Rengîn Ebdo.
Endamê nû yê parlamena Sûriyeyê Ridwan Sîdo derbarê serkeftina xwe de ragihand, ew ê li parlamenê hewl bidin pirsgirêkên herêmê çareser bikin û wiha ji Kurdistan24ê re got: "Em ê li her derê û li her bajarî bibin parêzvanên mafên gelê xwe. Em ê hewl bidin di rêya parlamenê re çareseriyê ji pirsgirêkan re bibînin."
Ji aliyê xwe ve, endamê parlamenê Kîm Îbrahîm bal kişand ser rewşa aborî û xizmetguzariyê û got: "Devera me hewceyî avakirin, xizmetguzarî û geşepêdana aborî ye. Em ê li parlamenê berevaniyê di ber hebûn û mafên Kurdan de bikin."
Derbarê birêveçûna proseyê de, Endamê Komîteya Hilbijartinan a Navenda Qamişlo Hisên Re’Ad diyar kir, erkê endamên serkeftî ye ku daxwazên xelkê bigihînin parlamenê û got: "Heger namzedên serkeftî barê êşa gelê xwe hilgirin, wê demê em dikarin bêjin wan erkê xwe bi serkeftî pêk aniye."
Komîteya hilbijartinan a Hesekê ji 198 kesan û ya Qamişlo jî ji 207 kesan pêk dihat. Tevî ku hinek aliyên siyasî yên Kurd ev hilbijartin boykot kiribûn jî, namzedên Kurd ên serbixwe û yên ser bi lîsteyên din ve beşdar bûn û kursî bi dest xistin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin