
Mesrûr Barzanî: Projeya Ronakî dê elektrîka 24 demjimêrî dabîn bike û em dikarin bidin Iraqê jî
.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Gulana 2025an, beşdarî panelekê li "Konferansa Enerjiyê ya Washingtonê" bû. Panel bi taybetî li ser warê enerjiyê, pêşxistina enerjiyê li Herêma Kurdistanê û geşepêdana pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de di vî warî de bû.
Di panelê de, Serokwezîr Barzanî behsa projeya "Ronakî" û projeyên din ên girîng ên di warê enerjiyê de kir û ragihand: "Ez spasiya Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, amadekar û beşdarên konferansê dikim. Projeya Rûnakî yek ji wan xizmetguzariyên bingehîn ên pêwîst e. Her kes heq dike ku elektrîka wî ya 24 demjimêrî hebe, ji ber ku ev pirsgirêkek e ku welatiyên me bi dehên salan e pê diêşin."
Serokwezîr Barzanî wiha domand: "Me bi rêya reforman dest bi vê projeyê kiriye û me projeya Ronakî ragihandiye, ango dabînkirina elektrîka 24 demjimêrî ji bo tevahiya Kurdistanê. Ez gelek kêfxweş im ku proje baş bi pêş ve diçe. Me proje li navendên bajarên sereke dest pê kiriye. Em hêvîdar in ku heta dawiya îsal, wek me soz daye, hemû bajaran elektrîka 24 demjimêrî hebe û heta dawiya sala bê jî proje tevahiya Kurdistanê bigire ber xwe."
Barzanî bal kişand ser rewşa berê û got: "Bêguman, ji ber nebûna çavkaniyên pêwîst, me elektrîka têrker nebû ku em ji welatiyan re dabîn bikin. Piraniya deman me pişta xwe bi jeneratoran (moldan) girê dida. Jeneratoran ew valahî tije dikir, lê bêguman ev yekê jîngeh qirêj dikir, deng û zehmetî çêdikir, barê welatiyan ji aliyê aborî ve giran dikir û elektrîka berdewam ji wan re peyda nedikir. Ji ber vê yekê ji bo xelkê ne hêsan bû."
Derbarê feydeyên projeya nû de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman: "Di projeya Ronakî de me hewl daye ku berî her tiştî elektrîka 24 demjimêrî ji welatiyan re were dayîn. Ji bo %80 welatiyan jî, li gorî berê, dê nirx erzantir be. Tenê ew kesê ku bixwaze ji bo xweşguzeraniya xwe zêdetir elektrîkê bikar bîne, dê nirx cuda be, wekî din dê nirx li gorî elektrîka jeneratoran û sîstema berê ya elektrîka niştimanî gelek erzantir be."
"Kurdistan armanc dike elektrîkê bide Iraq û navçeyê"
Herwiha Mesrûr Barzanî tekezî li ser armancên berfirehtir kir û got: "Armanca me ne tenê ew e ku em elektrîkê ji Herêma Kurdistanê re dabîn bikin, belkî em dixwazin bi rêya berhemanîna gazê, karibin zêdetir elektrîkê berhem bînin û ji bo Iraqê û heta ji bo herêmê jî dabîn bikin. Ji ber ku li Iraq û Herêmê jî pirsgirêka elektrîkê heye. Ez serbilind im ku me du rêkeftinên gelek baş ligel du kompanyayên baş ên Amerîkî îmze kirine ku li Herêma Kurdistanê kar dikin. Nêzîkî 15 sal zêdetir e ev herdu kompanya li Herêma Kurdistanê dixebitin. Lewma ev dê bibe alîkariyeke baş da ku em karibin zêdetir gazê berhem bînin û bi vê rêyê jî em karibin zêdetir elektrîkê hilberînin."
Serokwezîr Barzanî amaje bi wê jî kir: "Ez wisa bawer dikim ku ev karê pêwîst bû û diviyabû me bikira. Divê em çavê xwe li xelkê xwe bigirin, hay ji wan hebin û baştirîn xizmetguzariyê ji wan re pêşkêş bikin."
Peymanên Enerjiyê û Helwesta Bexdayê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, herwiha derbarê peymanên nû yên enerjiyê di navbera Herêma Kurdistanê û du kompanyayên Amerîkî de û pêwendiya wan peymanan ligel hikûmeta Iraqê, got: "Em li bendê ne bizanin ka bersiva fermî ya Bexdayê derbarê van peymanan de dê çi be? Ez wisa bawer dikim diviyabû li bendê bimana, ji ber ku ev rêkeftina ku hatiye kirin di berjewendiya hemû gel û welat de ye, heta ji bo xelkê Iraqê jî baş e. Ev ne tiştekî tenê ji bo xelkê Kurdistanê, gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lewma ev rêkeftineke ku bi rastî her kes li benda wê bû, ji ber ku elektrîka zêdetir ji xelkê re dabîn dike. Baş e, çima li dijî wê radiwestin?"
Barzanî tekez kir ku peyman yasayî ne û wiha pê de çû: "Ev peyman bi temamî yasayî ne, ji ber ku du kompanya li Herêma Kurdistanê kar dikin û peymanên wan çûne dadgehê û dadgeha li Bexdayê sê caran biryar di berjewendiya wan peymanan de daye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel kompanyayên biyanî kiriye. Ji ber vê yekê, karê wan li Herêma Kurdistanê bi tevahî yasayî ye. Rastî ew e ku destûrê maf daye Herêma Kurdistanê ku li wan navçeyên di bin kontrola wê de ne û desthilata wê li ser heye, kar li ser petrolê bike. Ev jî bi temamî sedî sed yasayî û destûrî ye û her daxuyaniyeke li dijî vê rêkeftinê, biryareke siyasî ye û ne tiştekî din e."
Serokwezîr Barzanî hêviyên xwe ji bo pêwendiyên baş ligel Bexdayê anî ziman: "Bêguman em dixwazin welatekî me yê xweşguzar hebe û ez dixwazim serokwezîr û hikûmeteke me hebe ku rêzê li destûrê bigire. Rêzeke me ya gelek mezin ji bo birêz Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê heye. Em hêvîdar in ku ew berdewam be û wek serokwezîrê tevahiya Iraqê tevbigere û bi yek çavî û bi wekhevî li Herêma Kurdistanê û hemû navçeyên din ên Iraqê binêre. Her serokwezîrekî ku soz daye, soz daye ku bibe serokwezîrê tevahiya Iraqê, em jî piştgiriya wî dikin." Wî herwiha got: "Gotûbêjên me yên gelek baş ligel Serokwezîrê Iraqê hebûne û wî her tim xwestiye alîkar be."
Derbarê rewşa Sûriyê de: Divê rêz li hemû pêkhateyan bê girtin
Li ser mijara Sûriyê, rûbirûbûna hikûmeta nû ya wî welatî bo DAIŞê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê di pêşerojê de ligel vê hikûmetê, Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir: "Ti guman tê de nîne ku Sûriye di demeke zehmet re derbas bûye. Ev serdemeke nû ye ji bo Sûriyê û xelkê wê. Em paşxaneya hemûyan dizanin, yên ku serkêş in li Sûriyê. Divê derfetek ji hikûmeta nû ya Sûriyê re were dayîn. Di vê çarçoveyê de, Serok Trump di serdana xwe ya Rojhilata Navîn de birêz Serok Ehmed Şera dîtibû û soza rakirina cezayên li ser Sûriyê dabû, ne tenê ji aliyê Amerîkayê ve, belkî ji aliyê Ewropayê ve jî. Ji ber vê yekê gelek welatên herêmê soza alîkariya Sûriyê dane."
Mesrûr Barzanî li ser kêşeyên li pêşiya hikûmeta Şamê jî rawestiya û got: "Hikûmeta Şamê di ber kêşeyan de ye, hêja ye ku her kes alîkariya wê bike, em ê alîkar bin. Ez dizanim ne hêsan e, welat hîn maye û bi temamî kontrola her tiştî nekiriye, cudahiyeke mezin heye û kêşe û aloziyeke mezin heye. Ka em bibînin bê ka dê paşeroja vê hikûmetê li Sûriyê çawa be. Em hêvîdar in ku xelkê Sûriyê bi hev re bicivin, hilbijartinan bikin û destûreke nû binivîsin ku tê de rêz li hemû pêkhateyan; Kurd, Elewî, Ereb û çi dibe bila bibe, hatibe girtin û rêz li hemûyan bê girtin. Ev biryareke ku divê xelkê Sûriyê bide. Lê bêguman, em wisa dibînin ku xelkê Sûriyê her dema ku li ser tiştekî, pêkhateyekê û şêwazekî rêveberiyê li hev kirin, bêguman em wek cîranekî wan dê alîkar bin. Em dixwazin aştî li wî welatî cih bigire û pêşveçûn ji aliyê cîranên me ve hebe û ew xweşguzar bin, ku ev yek sûdê dide me hemûyan."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin