Mehmet Can Azbay: Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin

Mehmet Can Azbay: Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin

.

A+A-

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, roja 15.05.2025ê li Amedê, di derbarê Roja Zimanê Kurdî û di derbarê Kovara Hawarê, rola Bedirxanîyan de semînerek da.

Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin

Celadet Bedirxan û hevalên xwe di 15ê Gulana 1932an da hejmara yekem a Kovara HAWARê derxistin û heta 1943yan 57 hejmarê HAWARê derketin.

Girîngîya Kovara HAWARê, ewe ku, yekemîn kovara kurdî ye ku bi tîpên latînî hatîye weşandin.

Ji ber vê yekê, 15ê Gulanê, ji alîyê hinekan ve wek ‘’Cejna Zimanê Kurdî’’, ji alîyê hinekan ve jî wek ‘’Roja Zimanê Kurdî’’ tê pîroz kirin.

Em Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û spasîya wan dikin.

Belê, roja 15ê gulanê jî di nav de, ji bo zimanê kurdî ( kurmancî, kirdkî/zazakî) gelek çalakîyên cûr bi cûr têne li dar xistin, xebat têne kirin.

Helbete ku hemû çalakî û xebatên ji bo zimanê kurdî girîng in, pîroz in û divê em piştgirîya wan bikin.

Belê, 15ê Gulanê Roja Zimanê kurdî ye.

Zimanê me hebûna me ye. Bi vê hişmendîyê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.

Zimanê Kurdî ji bo hebûn û jîyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye.

Bêguman îro xebata ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî pêwîstî û watinîyeke esasî ya netewî, niştimanî ye.

Têkoşîn û xebata bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî, bi hişmendîya bidestxistina statuyeke neteweyî, cografîk, siyasî ya li Kurdistanê, bi armanca bidestxistina mafê çarenûsa miletê Kurd ve divê bê meşandin.

Lê îro li Bakurê Kurdistanê ji bo lêxwedîderketin û bipêşdebirina zimanê Kurdî, kî bi çi awayî jî be, çi gavan bavêje divê em piştgir û alîkarê wan bin.

Divê em li hemû xebat, dezgeh, hewl û gavên ji bo zimanê Kurdî xwedî derkevin.

Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di bin zext û neheqî û xeteriyeke mezin de ye.

Ev 100 sal in Dewleta Tirkiyeyê bi sîyaseta înkar û asîmîlasyonê xwestîye zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî /zazakî) tune bike.

Helbet e ku vê siyaseta şowenî tesîreke xerab li ser civata Kurd a li Bakurê Kurdistanê kirîye.

Lê tu siyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê nekarîye miletê Kurd û zimanê wî ji holê rake.

Îro hebûna miletê Kurd, hebûna zimanê Kurdî, berhema têkoşîn û berxwedan û lêxwedîderketineke bêhempa ye.

Îro lêxwedîderketina zimanê Kurdî, ji nav malê bi xwe dest pê dike.

Divê hemû kurd di nav mala xwe de bi kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) biaxivin.

Divê ev wazîfeya me ya ewil a netewî û însanî be.

Dibistana ewil a zarokên kurdan nav mala wan e.

Dayik û bav û malbatên Kurd, divê axaftin û fêrbûn û fêrkirina zimanê kurdî wekî wazîfeya xwe ya wîcdanî, însanî û netewî ya esasî bizanibin.

Divê em di jiyana xwe ya rojane da, li karê xwe, li bazarê zimanê kurdî wekî zimanê ewil bi kar bînin.

Helbet e ku ji ber rastiya miletê me, em mecbûr in ku li gel zimanê kurdî, zimanê tirkî jî di xebata xwe ya siyasî de bi kar bînin lê divê hemû partîyên kurd û kurdistanî di hemû xebat û dan û standinên xwe yên navxweyî de, di xebatên xwe yên civakî, siyasî de zimanê Kurdî wekî zimanê esasî bi kar bînin.

Hemû endamên partiyên kurd û kurdistanî divê zimanê xwe yê zikmakî zanibin, fêr bibin û bi kar bînin.

Divê dezgehên sivîl, siyasetvan, rewşenbîr, hunermend, alimên olî, hemû kesayetên ji beşên cuda yên civatê fêrbûn û bikaranîn û lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê kurdî wek wazîfeyeke însanî û netewî bizanibin.

Divê em wekî kurd, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî dest bidin hev û divê Dewleta Tirkiyeyê vî mafê meşrû, neteweyî, însanî di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên xwe de qebûl bike.

Zimanê me hebûna me ye. Bi vê hişmendîyê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.

Divê 365 rojên salê ji bo me roja zimanê kurdî bin.

15.05.2025

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

………………………….

Mêvanên Ezîz

Hevalên hêja,

Piştî teksta partîyê ez dixwazim di derbarê rojevê de çend gotinên din lê zêde bikim û derbarê Kovara HAWAR û Mir Celladet Bedirxan de bi mijarê ve girêdayî çend şîrove û nîrxandinê bidomînim. Berîya axaftin û xwendina xwe ez dixwazim em bi hevra li ser gotin û felsefeya Ahmedê Xanî biponijin, bi fikirin û bi hevre gohdar bikin.

Ahmedê Xanî 400 sal berê li ser rewşa Milletê Kurd sekinîye û pirsîye:

“Ez mame di hîkmeta xwedê da

Kurmanc di dewleta dine da

Aya bi çi wechî mane mahrûm?

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?”

Dîsa bersîva bi wan pirs û gotinên zêrîn ew bi xwe dide..

“Ger de hebûya me îtîfaqek

Vêk re bikira me înqîyadek

Rûm, Ereb û Ecem temamî

Hemîyan ji me re dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me îlm û hîkmet”

Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran, Mîr Celladet Bedirxan û hwd her yek şexsiyetên herî girîng ên edebiyata Kurdî ne. Bi kar û xebatên xwe, bi ked û berhemên xwe rolekî dîrokî bi cîh anîne, ji bo zimanê Kurdî serkeftinên mezin bi dest xistine. Di warê hişê neteweyî de, bingeha aqlê Kurdî dîyar kirine. Her yek jê di warê xwe de, di serdema xwe de nivîskar, feylozof û xwedî sifatên taybetin. Kar û xebatên wan di jiyana millete me de xwedî rol û pîvanên girîng in.

Roja Zimanê Kurdî

Divê çalaki û xwestekên me yên di derbarê desthilatdarî û zîndîbûna ziman de ne tenê bi rojekî sînor kirî be, divê 365 roj û şevên me li gorî hişmendîya pîrozbahîyê bi coş be. Di kolanan de, di sûk û bajaran de, li gel dezgehên sîstemê û bi taybetî di nav civatê de divê her tim denge Kurdî dengvebide. Girîngî û armanca pîrozbahîyan ew e ku nasnama, hebûn û çanda civatê bi rîya ziman dîyar bike. Di kolan û bazaran de kîjan ziman bi bandor be, di wê civatê de zimanê desthilatdar, cıvata desthilatdar, çanda desthilatdar ew bi xwe ye. Em hemû dizanin ziman remz û sembola hebûna millet û civatan e.

Her çiqas bi şêweyekî fermî ev roj weke Rojekî Fermî ya Zimanê Kurdî" wekî hin zimanên din neyê naskirin jî, bi gelemperî di van salên dawîyê de ji hêla rêxistinên çandî û çalakvanên Kurd ve, bi çalakî û pîrozbahî têne lidarxistin. Armanc ew e ku di derbarê zimanê Kurdî de hişyariyê zêde bikin û pêşve bibin. Ev çalakî bi gelemperî li ser girîngiya parastin û pêşxistina ziman, teşwîqkirina bikaranîna wê di warên cûda de (perwerde, medyayê, huner hwd.) û ronîkirina dijwariyan ku ji ber şert û mercên dîrokî û siyasî rû bi rû dimîne, disekinin. Dîrok û şêweyên van pîrozbahiyan li gorî herêm û organîzatorê wan diguhere.

Em dizanin ku cara yekemîn alfabeya latînî ya kurdî, di navbera salên 1928-1929an de, bi biryara hikûmeta Komara Sovyetê ya Ermenistanê, ji aliyê zimannasên bi navê Îsahak Marogûlov û Ereb Şemo ve hatiye amadekirin. Ev alfabe wekî alfabeya Şemo-Marogûlov jî tê naskirin.

Ev alfabe, li ser bingeha tîpên latînî hatiye avakirin û li gorî dengsaziya kurdî hatiye adaptekirin û wekî yekemîn alfabeya latînî ya kurdî tê qebûlkirin. Bi vê alfabeyê yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê "Riya Teze" de nivîs hatine weşandin û yekemîn romana kurdî ya bi navê "Şivanê Kurmanca" (Çobanê Kurd) jî ji aliyê Ereb Şemo ve bi vê alfabeyê hatiye nivîsandin.

Ev yekemîn alfabeya latînî, li nav kurdên Sovyetê ronahiyeke çandî da destpêkirin, bû sedema vekirina dibistanên ku bi kurdî perwerde didan, amadekirina pirtûkên dersê û damezrandina beşên kurdolojiyê.

Celadet Bedirxan û Rola Wî di Zimanê Kurdî de:

Mîr Celadet Bedirxan (1893-1951) rewşenbîr, nivîskar, zimannas û çalakvanekî siyasî yê Kurd bû. Wî roleke girîng di standardkirin û nûjenkirina zimanê Kurdî de, bi taybetî zaravayê Kurmancî de lîyist. Beşdariya wî ya herî girîng pêşxistina alfabeya Kurdî ya Latînî bû, ku niha ji bo Kurmancî bi berfirehî tê bikaranîn. Beriya vê yekê, çend nivîsên din, di nav de adaptasyonên alfabeyên Erebî û Ermenî, bi awayekî kêmtir domdar dihatin bikaranîn. Alfabeya Latînî ya Bedirxan pergaleke dengnasî û pratîktir ji bo nivîsandina Kurmancî peyda kir.

Kovara Hawar û Misyona Wê:

Hawar di 15ê Gulana 1932an de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatiye weşandin. Ev kovar di dîroka weşanvaniya kurdî de xwedî cihekî pir girîng e, nemaze di pêşveçûn û standardkirina zimanê kurdî de rolê wê yê mezin heye. Hawar bi tîpên latînî hatiye nivîsandin, ku ev yek di wê demê de ji bo zimanê kurdî gaveke pir girîng bû. Kovara Hawar û şopgirên wê rolekî girîng di pêşketina edebiyata Kurdî ya nûjen de lîyistine û ew ekol îro rolekî sereke didomîne. Kovara Hawar ê misyonek pir alî bicîh anîye:

Em dibînin ku di Standardkirina Ziman û di warê niviskî de,

Hawar wekî platformek ji bo pêşvebirin û standardkirina alfabeya Kurdî ya Latînî, rolekî pêşxistin û teşwîqkirina bikaranînê de xizmet kirîye.

Dîsa di Pêşxistina Edebiyatê de Kovar cûrbecûr berhemên edebî; di nav de helbest, çîrokên kurt û gotar weşandin, û bi girîngî beşdarî mezinbûna edebiyata Kurdî ya nûjen rol girtîye.

Di warê Hişyariya Çandî de, Hawar armanc kir ku di derbarê dîrok, çand û folklora Kurdî de hişyariyê zêde bike, û hestek nasnameya neteweyî û serbilindiyê pêş bixe.

Kovara Hawarê ji bo gotûbêja Rewşenbîrî yê, bûye cîhê forumek ji bo nîqaşên rewşenbîrî yên li ser mijarên cûrbecûr ên civakî, siyasî û çandî yên têkildarî gelê Kurd peyda kirî ye.

Di qada Perwerde û Ronakbîrîyê de, Hawar bûye dibîstana sereke, gelek nivîskar, şair û sîyasetmedar di wê dibîstanê de derbas bûne, Cigerxwîn, Osman Sebri, Seydayê tîrêj, Nureddin Zaza, Mihemed Ûzûn û hwd xwestine ku nifûsa Kurd perwerde bikin. Di warê raman û perspektîfên nûjen pêşkêşî civatê bikin.

Hawar di sala 1943an de weşana xwe rawestand lê mîraseke mayînde li ser ziman û çanda Kurdî hiştîye. Ew wekî bingehê dîroka rewşenbîrî ya Kurdî ya nûjen tê hesibandin.

Ji ber ku welatê me hatîye dabeşkirin û di bin bandora dagirkeran de ma ye, di warê bi kar anîna Alfabeyên de jî belavbûnek, perçebûnek ketîye rojeva me. Îro li her perçeyên kurdistanê xwendin û nivîsandin bi tîpên alfabeyên cuda dibe. Ziman yeke lê alfabe cuda ne. Divê demildest ji vê pirsgirekê re çareserîyek bê dîtin. Ji bo arşîvek giştî, ji bo mêjûyek netewî, ji bo dîyalogek edebî û çandî pêwîstî bi têgihiştin û xwendinek hevbeş heye.

Di dîrokê de, zimanê Kurdî bi çend alfabeyên cuda hatiye nivîsandin, li gorî herêm û serdemê:

Alfabeya Erebî: Guhertoyeke adaptekirî ya alfabeya Erebî di dîrokê de alfabeya herî berfireh a ji bo nivîsandina Kurdî bû, bi taybetî ji bo zaravayê Soranî û li herêmên ku di bin bandora zanistiya Îslamî de bûn. Lêbelê, ji ber cudahiyên di pergalên dengnasî yên Erebî û Kurdî de, zehmetî derketin.

Alfabeya Latînî: Wekî ku berê hate gotin, Celadet Bedirxan alfabeyeke Latînî ji bo Kurmancî pêş xist, ku gelek populer bû û niha ji bo vî zaravayî standard e. Ev alfabeya li ser bingeha alfabeya Romanî ye ku hin tîpên din lê hatine zêdekirin da ku fonemên Kurdî yên ku di Latînî de nînin temsîl bikin.

Alfabeya Kirilî: Bi taybetî li Qafkasya, li welatên Yekîtiya Sovyetê yên berê, alfabeye Kirilî ji bo Kurdî hate pêşxistin û bikaranîn, bi taybetî ji bo armancên perwerdehiyê û warê edebî de xwedî rolek girîn e. Radyo Dengê Yerîwanê û Rojnama Rêya Teze bûne platforma kar û xebatên Çandî, edebî û hunerî. Di hin serdemên dîrokî de, bi taybetî di nav Kurdên Qafqasya de, alfabeya kirîl ji bo nivîsandina Kurdî hate adaptekirin.

Îro, alfabeya Latînî ji bo Kurmancî bi berfirehî tê bikaranîn, dema ku alfabeya Erebî ji bo Soranî, bi taybetî li Iraq û Îranê, serdest dimîne. Hewldan berdewam dikin ji bo pêşxistina hevgirtinek mezintir û potansiyel alfabeyeke Kurdî ya yekgirtî di pêşerojê de desthilatdar bibe.

Di nav van komên zaravayên sereke de, gelek binnzaravayên bi guhertinên din hene. Pirrengiya zimannasî ya Kurdî hem dewlemendiyeke çandî û hem jî ji bo hewildanên standardkirinê bûye asteng.

Em hêvî dikin ku ev nihêrînên giştî di nav civatê de belav bibe û wekî destpêkek ji bo têgihîştina girîngîya ziman bikêr bê û bikeve xîzmeta millete Kurd.

Em carek din bi kurd û kurmancî dibêjin:

Zimanê me hebûna me ye

Zimanê me remz û sembola jiyana me ye

Zimanê me stûna hişmendîya netewî ye

Ziman netewe, ziman axe, ziman welate, ziman hebûn e!

Ziman hêz û qeweta desthilatdarîyê ye

Ziman, li dijî dagirkerî û sîstema mêtingehîyê yek ji wan pergalên têkoşîn û berxwedanê ye

Bi Zimanê xwe bipeyivin, bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe binivîsin, bi zimanê xwe biponijin, bi zimanê bifikirin, bi zimanê xwe xewnan bibînin, bi zimanê xwe sohbetan bikin, bi zimanê xwe şer bikin, bi zimanê xwe çêran bikin, bi zimanê xwe bikenin, bi zimanê xwe bigirîn, bi zimanê xwe jiyanê helmêz bikin. Bi zimanê xwe di kolan û sûkan de, bi serbilindî bi meşin, bipeyivin û her tim qadên bazirganî û bazaran bi denge xwe bi lerizînin.

Ji bo gohdarî û sebra we ez cardin dubare spasîya xwe peşkeş dikim.

15.5.2025

Cano Amedî

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin