MED-DER 4 bajarên Bakurê Kurdistanê xelkê fêrî Kurdî dike

MED-DER 4 bajarên Bakurê Kurdistanê xelkê fêrî Kurdî dike

Di bin banê Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê MED-DER'ê de tenê li Amedê 350 xwendekar kursa ziman dibînin. Kurs hem bi Kurmancî û hem jî Kirmanckî ango Zazakî ye.

A+A-

Maşallah Dekak

Navenda Nûçeyan- Piştî Rewşa Awarte, li Amed, Mêrdîn, Êlih û Wanê Komeleya Pêşvebirina Zimanê Kurdî hate avakirin. Li wê komeleyê nêzîkî 2 hezar kes bi Kurmancî û Zazakî hîn dibin. Ji asta destpêkê heta asta mamostayetîya Kurdî, korsa rastnivîsa Kurdî tê dayîn. Di nava mehekê de, dê korsa Soranî jî li wê komeleyê were vekirin û ji niha ve 50 kesan ji bo Soranî, seredana komeleyê kirine.

Resen Yildiz xortekî 20 salî ye. Wî zanîngeh qedandîye û li bajarê Amedê mamostetîya kesên xwedî pêwistîyên taybet dike.

Ew heftîyê 2 şevan berê xwe dide kursa zimanê kurdî û fêrî rastnivîsa kurmancî dibe. Dixwaze bi qasî axaftina kurdî nivîsandina kurdî jî hîn bibe.

Resen Yildiz yek ji beşdarên korsa Kurdî ya Komeleya Pêşvebirina Zimanê Kurdî ye, ew dibêje: “Ez Kurmancî dizanim. Axaftina rojane em dizanin. Lê belê em tên ji bo ku rêzimana wê, nivîs, xwendin û axaftinê baştir hîn bibin û piştre jî em karibin hîn bikin, em ji bo vî tên kursê.”

Di bin banê Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê MED-DER'ê de tenê li Amedê 350 xwendekar kursa ziman dibînin. Kurs hem bi Kurmancî û hem jî Kirmanckî ango Zazakî ye.

Hevseroka MED-DER'ê, Mîne Karakaş derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “Di nava vê serdemê de 20 polên me vekirî ne. Ji asta destpêkê heta asta sêyem polên me hene. Zazakî jî heye. Armanca me hînkirina ziman e, pêşvebirina ziman e. Armanca me pêşîlêgirtina asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî ye.”

MED-DER piştî Rewşa Awarte hate avakirin û niha li Amed, Wan, Êlih û Mêrdînê jî 4 navendên Kurdî vekirine. Li çar navendan nêzî 2 hezar kursîyer hene û ji asta destpêkê heta asta mamostetîyê kurdî hîn dibin.

Mamosteyê Kurdî, Azîz Şahîn dibêje: “Em çawa dikarin ji hêla peyv, nivîs û rêziman de xwendekaran û zimanê wan bi pêş bixin, em li ser wê dersê didin.”

Li navenda Komeleya Ziman MED-DER'ê heftîyê 7 rojan kursên zimanê kurdî hene. Ji ber ku nava rojê her kes li karê xwe ye kurs êvaran tê dayîn. Kesên tevli kursa ziman dibin piranî ciwan in. Hejmara kursîyerên jin ji yên mêr zêdetir e.

Gulîzer Tellîoglu beşdareka din a kursa zimanê Kurdî ye û dibêje: “Ez xeber didim lê dixwazim bi rêziman xweştir xeber bidim. Ji ber vê yekê ez têm kursê.”

Ehmed Toprak beşdarekî din ê heman kursê jî dibêje: “Zimanê me ji ber ku me perwerdehîya wê nedîtîye hinekî qels e. Ji bo ku em vê qelsîyê rakin û ziman bi pêş bixin em tên vê derê û perwerde dibin.”

Di bin banê MED-DER'ê de heta mehekî dê kursek ji bo hînkirina şêwezarê soranî jî bê vekirin. Ji bo hînbûna soranî ji niha de 50 kesan serlêdan kirine.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin