Malbata Gulistan Doku: Parêzgarê Dêrsimê em xapandin

Malbata Gulistan Doku: Parêzgarê Dêrsimê em xapandin

.

A+A-

Li Meydana Seyîd Riza ye li Dêrsima Bakurê Kurdistanê,  roja Duşemê 23ê Gulanê çalakiyek bo diyarkirina çarenivîsa Gulistan Doku hat kirin, ew keça Kurd a Amedî ku xwendekara zanîngehê bû li Dêrsimê û nêzîka du sal û nîv e wenda ye. Malbata Gulîstan Doku got “Parêzgarê berê yê Dêrsimê me xapand.”

Malbata wê û hejmarek siyasetmedar û xelkê bajêr beşdarî çalakiyê bûn, roja Sêşembê 24ê Gulanê jî careke din li ber avahiya Parêzgeha Dêrsimê kom dibin û çalakiyekê dikin.

Bedriye Doku dayîka Gulistan Doku dibêje “Du salên wê qediya ket sala sisêyan. Jiyan ji me re bûye zindan û jehr. Tiştek neguheriye. Em hatin vê derê, waliyê berê got `metê 2 qîzên min jî hene, bi serê her du qîzên xwe ez sond dixwim ezê Gulîstanê bidim we.` Me xapand, em li ser wê yekê hatin xapandin, me mijûl kir.”

Di dema borî de bi armanca gera bi pey termê Doku de, bi fermana Wezîrê Navxwe, ava Bendava Uzunçayir gelekî hat kêmkirin, lê ji ber ti encameke hewldanan nebû, proseya gera di bendavê de bi yekcarî hat rawestandin.

Parlamentera Partiya Karkerên Tirkiyê Seda Kadigil got "Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, te hevdîtin ligel van kesan kir, te got ev welat welatekî mezin e û soz didim keça we bibînim. Ti li kuyî Suleyman Soylu? Çima ti soza xwe cîbicîh nakê Suleyman Soylu? Wezîrê Dadê yê vî welatî Abdulhamit Gul, wezîrê nû yê dadê Bekir Bozdag ti van kesan dinasî û du meh berî niha ligel ewan axifî û te got rasterast ezê vê dosyayê bişopînim, te got keça we dibînim, li kuyî Bozdag, wezîrê dadê li kuyî em pirsyar dikin?"

Gulistan Doku ya 21 salî, ji 5ê Çileya 2020an ve piştî wêya ji Beşa Navxwe ya Zanîngeha Dêrsimê çûye derve, wenda ye. Malbata Gulistan, Zeynal Abakarov ê hevalê keça xwe tohmetbar dikin, ku bi esil Rûsî ye û zirbavê wî li Dêrsimê polîs e. Zeynal Abakarovê tohmetbarê serekî yê wendakirina Gulistan Doku roja 17ê Adara îsal li bajarokê Alanya ser bi parêzgeha Antalya ya Tirkiyê hat desteserkirin, lê êvara heman rojê bi mercê dadî hat berdan.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin