Li Otogara Amedê rewşa penaberan

Li Otogara Amedê rewşa penaberan

Koçberên ku ji Afxanîstanê ber xwe dane Îranê û ji wir jî hatine Tirkiyeyê, niha li Otogara Amedê di şert û mercine xirab de li ber xwe didin.

A+A-

Koçberên ku ji ber şer û şert û mercên aborî ji Afxanîstanê berê xwe dane Îranê û ji wir jî hatine Tiriyeyê, hin jê hatine Amedê û niha li Otogara Amedê di şert û mercên xirab de li ber xwe didin. Koçberên hatine vê derê dixwazin biçin Stenbolê. 

 

BILÊTA BI 150 TL'YÎ JI BO WAN BI HEZAR TL'YÎ YE!

 

Koçberên ku ji Îranê hatine Tirkiyeyê, heta hatine bi gelek xetere û talûkeyan re rû bi rû mane û hin kes soz dane wan ku wê bi perea wan bibin Stenbolê. Ji ber ku kes bilêta nafiroşe wan, ew jî mecbûr dimînin serî li hin kesên ku qaşo wê wan bibin cihê dixwazin didin. Fiyetê bilêtên otobêsên Stenbolê bi 200 TL'yî ye, lê belê hin kes wan bi hezar TL'yî didin Stenbolê. Koçber jî ji mecbûrî vî perî didin. Her wiha carinan jî bêyî ku wan bibin Stenbolê wan li hin bajarên Anatolyaya Navîn datînin û ji wan re dibêjin ev der Stenbol e. 

 

ÎŞKENCE 

 

Koçberekî ku li otogarê dimîne û nexwest navê wî bê aşkerekirin, anî ziman ku ji Îranê hatien Wanê û ji wir jî di 10 rojan de gihane Amedê. Koçber, diyar kir ku ji ber şerê li Afxanîstanê mecbûr mane ji welatê xwe birevin. Her wiha koçber anî ziman ku eskerên Îran û Tirkiyeyê ew îşkence kirine, lêgerîna tazî li wan ferz kirine û got, gava bên dersînorkirin wê cardin bi heman rewşê re rû bi rû bimînin. 

 

2 MEHÊN NIKARE BIÇE 

 

Koçber Ahmed Aşeman, anî ziman ku li sînor erskerên tirk hem destanîne ser eşyayên wan hem jî pereyên wan û bi ser de jî li wan xistne. Aşeman, bilêv kir ku dû re eskeran ew teslîmî eskerên Îranê kiriye û got, eskerên Îranê jî tahde li wan kiriye û wan teslîmî qaçaxçiyên mirovan kirine. Aşeman, destnîşan kir ku qaçaxçiyan ew rehîn girtine û got: "Gava me got pereyê me tuneye, ji me re gotin telefonî malbatên xwe bikin bila pereyan bişînin. Em hatin Deriyê Sînor ê Gurbûlakê. Piştî me sînor derbas kir em hatin bazîdê. Gava em hatin polîsan em zevt kirin û cardin me teslîmî eskerên Îranê kirin. Cardin bi hawayekî me sînor derbas kir. Dizan (qaçaxçiyan) ji me 8 kesan 800 dolar stend û me derbas kirin. 2 meh in em dixwazin biçin Stenbolê lê hîn jî em nikarin biçin." 

 

'JI BER MIRINÊ REVIYAM'

 

Yûsûf Kûreyşî yê 24 salî jî ku piştî çûye Îranê hatiye Tirkiyeyê, bal kişand ser şert û mercên li Afxanîstanê û got: "Ên hinan jê destên wan jê dibin, ên hinan jê lingên wan, ên hinan jê serê wan dibe du cî û hin jê jî di rê de dimirin. Ji ber şidet û mirinê me terka welatê xwe kir. Lê belê em diçin kû em bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Piştî me sînor derbas kir, em em 9 saetan meşiyan. Car carina em li weyîtan siwar dibûn. Em tenê kurik bûna xem nedikir, lê jin, extiyar û zarok jî hene." 

 

Kûreyşî bal kişand ser zor û zehmetiyên li otogarê jî û ji bo alîkariyê bang li rayedaran kir. 

 

'XEYALA ME PÊK NAYÊ' 

 

Îsmaîl Hasan jî bal kişand ser şerê ku 50 sal in li Afxanîstanê heye û got: "Em hatin vê derê, ne av ne xwarn heye. Bi şev sar e. Wekî hûn dibînin em li derve dimînin. Zarok hene, gune e. Em ji bo bixebitin û perena ji malbata xwe re bişînin hatin vê dera. Wê bi pereyê ku em ê bişînin ji xwe re erzaq bikirin, lê mixabin xeyala me pêk nayê. Ne em dikarin ji xwe re tiştekî bikirin ne jî tiştekî ji malbata xwe re bişînin." 

 MA / Cahît Olmez

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin