
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ragihand ku civînên wan ên bi HSDyê re berdewam in.
Şeybanî her wiha got, "Di navber me û HSDyê de têgihiştin heye û me karî ji nêzîkbûneke leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyiyan bibin."
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî di paneleke Konferansa Diyaloga Menameyê ya li Behreynê de behsa pêwendiyên hikûmeta welatê xwe ya qonaxa veguhêz û Rêveberiya Xweser kir.
Eshed Şeybanî derbarê rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera HSD û Sûriyeyê de ragihand:
“Tiştê ku em tê de bi ser ketin, bi taybetî di dosyeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, ew bû ku em bi HSDyê re ji nêzîkbûneke leşkerî derbasî rêkeftina hevpar a 10ê Adarê bûn.”
10ê Adara 2025an Serokê Sûriyeyê yê Qonaxa Veguhêz Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî rêkeftinek îmze kiribû ku agirbest û tevlîkirina HSDyê ya di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de li xwe digirt.
"Em derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn"
Li gorî gotina Eshed Şeybanî, niha bi HSDyê re civînên wan ên mehane û berdewam hene û got:
“Meha borî nêzîkî pênc civîn hatin kirin. Ez dixwazim bibêjim ku têgihiştin heye û me karî ji nêzîkbûneke leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyiyan bibin.”
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê got, pêwîst e çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê di navbera hikûmeta veguhêz û HSDyê de bi rêya dan û standin û "diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî" be.
10ê Çiriya Pêşîn Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di merasîmekê de ragihandibû, di Sûriyeya nû de û piştî tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk û artêşa welêt, hêza dijeteror a HSDyê (YAT) dê roleke girîng di parastinê de bilîze û "ne tenê li rojhilat û bakurê Sûriyeyê, belkî li seranserê welêt dê li dijî terorê têbikoşe."
"Em nikarin nîgeraniyên Tirkiyeyê paşguh bikin"
Eshed Şeybanî di heman demê de di beşeke axaftina xwe de behsa nîgeraniyên Enqereyê yên derbarê hinek herêman de kir û got:
“Tirkiye yek ji wan welatan e ku ji gelek aliyan ve girîngiyê dide Sûriyeyê.
Ew hinek herêmên Sûriyeyê, wekî herêmên bakurê Sûriyeyê, wekî ewlehiya niştimanî dibînin û em nikarin vê yekê paşguh bikin.”
Tirkiye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêkhênera sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, wekî hêzeke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yan jî ser bi wê ve dibîne.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê got, “Dema em dibêjin nabe Sûriye ji bo ti welatî bibe gef, bêguman mebesta me Tirkiye jî ye.”
Doh Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barak jî di heman diyalogê de ragihand:
“Tirkiye sedema sereke bû ku Şer di 8ê Kanûna Pêşîn de karî desthilatê bigire dest. Pêwendiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de gelekî baş e.”
"Em gelekî nêzîkî rêkeftinekê ne”
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack her wiha got:
“Gotûbêjên bi HSDyê re û beşdarkirina wan a di pêvajoyê de (pêvajoya desthilatdariya Sûriyeyê) bi awayekî gelekî baş bi rê ve diçin. Em gelekî nêzîkî gihîştina rêkeftinekê ne.”
Li gorî gotina Tom Barak, HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê vegeriyane ser rêkeftina 10ê Adarê û niha "ti pirsgirêk û alozî di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de nîne."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin