Li Efrînê hukmê îdamkirinê bi ser ciwanekî Kurd de hatiye sepandin

Li Efrînê hukmê îdamkirinê bi ser ciwanekî Kurd de hatiye sepandin

.

A+A-

Li Efrînê ya Rojavayê KurdistanêDadgeheke ser bi grûpên çekdarên ên opzisyona Sûriyê ve hukmê îdamê bi ser ciwanekî Kurd de sependine.

Li nav vê zîndana gundê Maratê ku 5 kîlometreyan li rojavayê bajarê Efrînê ye, malbateke Kurd ji 8 kesan ji bêhtirî salekê ve girtî ne, di nav girtiyan de, 3 jin hene ku 2 ji wan xwîşkên hev in û ya din jî dotmama wan e.

Dadgeheke ser bi opozisyona Sûriyê ve, 3 ji wan hukm kirine, di nav de gencekî 20 salî bi sizayê îdamê hatiye hukmkirin.

Di tomareke dengî de ku ji Rûdawê re hatiye şandin, çavkaniyek ji malbatê eşkere kiriye ku Hisên Yûsif Mistefa, 20 salî ye, Hukmê îdamê li ser hatiye sepandin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ew roja 28 Nîsana 2021 hatibû girtin û bi tohmeta pêwendiya ligel Rêveberiya Xweser hatibû girti.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re got ev sizayên giran bi şêweyekî ne yasayî tên sepandin.

Li gorî heman çavkaniyê, Yûsif Mistefa, bavê ciwanê navborî bi 3 sal zindanîkirin hatiye hukmkirin û Zêneb Mihemed Olaşî ji heman malbatê bi 12 sal zindanîkirin hatiye hukmkirin. Cîhan Mihemed Olaşî hatiye azadkirin.

Ew her 8 kes ji heman malbatê di navbera Adar û Hezîrana sala 2021 ve ji aliyê Istixbarata Tirkiyê û milîsên polîsên serbazî ve hatine girtin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin