Kongreya 4emîn a MSDyê bi rê ve çû: Hevserok guherîn

Kongreya 4emîn a MSDyê bi rê ve çû: Hevserok guherîn

.

A+A-

Kongreya 4emîn a Meclîsa Sûriya Demokrata (MSD) bi dirûşma “Yekitiya Sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeyeke demokratîk a pireng a nenavendî ye”, li Reqayê hat lidarxistin.

Kongreyê rojekê berdewam kir û tê de hevserokên nû hatin hilbijartin.

Kongreya 4emîn a MSDyê li Reqayê bi 400 delegeyên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û derve bi rê ve çû.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Xweser, kesayetên serbixwe, nûnerên rêxistinên jinan, ciwanan, nûnerên pêkhateyên Êzidî, Suryan, Ermen û herwiha gelek şêx û rûspiyên Eşîran di kongreyê de amade bûn.

Hevserokên nû hatin hilbijartin

Di Kongreya 4emîn a MSDyê de Leyla Qereman û Mehmûd Deham Ebdulezîz El Muselet li şûna Emîne Omer û Riyad Derar ji bo hevserokatiya MSDyê hatin hilbijartin.

Mazlûm Ebdî bi awayê online beşdar bû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi awayê online beşdarî kongreyê bû.

Mazlûm Ebdî got ku hikûmeta Sûriyeyê rê li ber danûstandinên ji bo çareseriyekê ji kirîza wî welatî re digire û li ser şer îsrar dike.

Ebdî eşkere kir ku hêzên navdewletî ji bo çareseriyê ne xwediyê bernameyên bihêz in û ne jî îradeyeke bihêz nîşan didin.

 

Mazlûm Ebdî bi awayê online beşdar bû

Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî wiha axivî:

"Rêjîma Sûriyeyê tekeziyê li ser çareseriya ewlehî û leşkerî dike. Herwiha ew gelek ji çareseriyên siyasî dûr e. Ev tişta me li Dêrezorê di dema dawiyê de dît û he wiha em niha jî dibînin.

Hêzên mixalefetê ku Îtîlaf nûnertiya wan dike, bi awayekî giştî bi ajandayên derve ve girêdayî ye.

Herwiha ti bernameya wan a çareseriyê nîne û êdî ew li derveyî hejmaran e. 

Hêzên navdeweltî yên ku li ser xaka Sûriyeyê ne hewla birêvebirina krîzê didin û ti bernameyên wan ên bi hêz û giştî nînin ji bo çareseriyê.”

 

Kongreya 4emîn a MSDyê bi rê ve çû

MSDyê bi encamnameyekê kongreya xwe ya 4an bi dawî kir.

Hevserokê hatiye hilbijartin Mehmûd El Muselet encamname xwend.

Mehmûd El Muselet da zanîn ku xebat dê li ser çalakkirina diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî were kirin û got:

“Li gel vê yekê dê pêwendî bi dewlet û aliyên di dosyaya krîza Sûriyeyê de xwedî bandor in berdewam bike.”

Muselet tekez kirku mafê Sûriyeyê di vegerandina serweriya xwe li ser tevahî axa de heye û got:

“Mafê Sûriyeyê ye ku tevahî planên guhartina demografîk, koçberkirina şêniyên resen red bike.

Hevserokên nû kî ne?

 

Leyla Qereman û Mehmûd Deham Ebdulezîz El Muselet

Leyla Qereman

Li gorî nûçeya ANHAyê Leyla Qereman Li Efrînê sala 1980yî ji dayik bûye.

Wê, Navenda Perwerde û Bîrdozî ya Jinan li Heleb û Efrînê vekir. Dûv re xebatên xwe yên siyasî li Lubnanê wek nûnera têkiliyên dîplomatîk a Kongra Star meşandin.

Li wir hewl da têkiliyan jinan ên bi jinên ji Afrîkayê re xurt bike. 

Leyla Qereh Man, di Kongreya 3yemîn a MSDyê de ku 2018an li dar ket, tev li MSDyê bû.

Wek endama Meclisa Serokatiyê û cîgira Hevserokatiya MSDyê cih girt.

Sala 2020an tev li Partiya Sûriya Pêşerojê bû û wek cîgira serokê partiyê xebitî.  

Mehmûd Deham Ebdulezîz El Muselet

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê sala 1974an ji dayik bûye.

Di têkiliyên navneteweyî de master, di lêkolînên Rojhilata Navîn de jî diploma bi dest xistiye.

Li Zanîngeha Ohioyê û Zanîngeha Oberlinê yên Amerîkayê mamoste ye.

Sala 2014an ji aliyê hikumeta Şamê ve bi hinceta tevlîbûna rêxistineke siyasî ya qedexe, hatiye girtin.

Yek ji damezirînerên Partiya Pêşxistinê ya Nîştimanî ya Sûriyeyê ye.

Di partiyê de serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Meclisa Nîştimanî ya Sûriyeyê yê li Amerîka û Kanadayê bû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin