Kampanya: Bila Anroid zimanê kurdî li zimanên xwe zêde bike

Kampanya: Bila Anroid zimanê kurdî li zimanên xwe zêde bike

Li malpera kampanyaya îmzeyan ya bi navê change.org ji bo zimanê kurdî li zimanên Androidê zêde bibe kampanyayek hatîye dest pê kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li malpera kampanyaya îmzeyan ya bi navê change.org ji bo zimanê kurdî li zimanên Androidê zêde bibe kampanyayek hatîye dest pê kirin.

Banga kampanyayê:

“Ev ji Googleê û hilberînerên amûrên Anroidî re bangewazîyek e ji bo tevlîkirina kurdîyê wek zimanê pergalê li ser pergala xebitandinê ya Androidê û amûrên Androidî.

“Cihê şermê ye ku di serdema zanyarîyê de ku cihêrengî û pirzimanî li derdora cîhanê tê pîrozkirin, zimanekî bêhempa wek kurdîyê ji hêla şirketên teknolojîyê ve tê piştguhkirin. Kurd xwedî civakeke ciwan û geş in ku bi piranî li Rojhilata Navîn niştecih e û herwiha li dîasporayên cîhanê jî berbelav e. Piranîya wan bikarînerên dilxwaz yên teknolojîyê ne û dixwazin zimanê xwe li ser gelek platforman bibînin û bi kar bînin.

“Ji bo vê kampanyaya destpêkê me bala xwe daye ser Kurdîya Bakûrî (Kurmancî) ku em wê bidin tevlîkirin li ser PX (Pergala Xebitandinê) ya Androidê. Di vê rewşê de ji bo ji Kurmancîyê re pêşikî bê dayîn gelek sedem hene:

Zimanê sereke yê piranîya gelê kurdîpeyiv e. Tê texmînkirin ku yê zêdetirî nîvîyê ye. Li gor guhertoya 22em ya lîsteya axiverên zimanê zikmakî ya Ethnologueê; Kurdîya Bakûrî ji hêla 14.6 milyon mirovan ve wek zimanê zikmakî tê peyivîn. Her ku bi ya me ev texmîneke xesîs e; bi vî awayî kurmancî dibe zimanê zikmakî yê 69em di nav zimanên zikmakî yên herî populer de û yê 31em di zimanên hindî-ewropî de. Wiha bêguman e ku Kurdîya Bakûrî ji hêla gelheyeke mezintirî gelek zimanên wek zimanê pergalê li ser PXa ya Androidê cih girtine tê axavtin, wek; Yewnanî, Qezaxkî, Estonî, Makedonî, Gurcî, Hungarî û yên din.

Ligel ziman/zaravayên kurdî yên din, kurmancî xwedî nivîseke latînî ya ku bi berbelavî hatîye pejirandin e. Ev ji destpêka sedsala 20em ve hatibû populerkirin. Ji vê hêlê ji bo sepandinê gelekî hêsantir û kirdarbar e.

Ji berê ve di hin platform û xizmetên gelekî populer de cih girtîye, wek: Google Werger, WordPress, Wîkîpedîya û Wîkîferheng, LibreOffice û wd. Dîsa bi saya vê kurmancî ji bo bibe zimanekî nû bo Androidê berendamekî gelekî baş e. Çimkî hebûna wê ya di van platforman de tê wek xaleke destpêkê kar bike.

Gelek wergêrên kurmancîyê yên pispor û serbixwe yên têra xwe xwedî zanyarîya teknîkî hene û ji bo tevkarîya projeyeke wiha amade ne.

“Kurd xwedî gelheyeke ciwan in ku dixwaze zimanê wan wek heq cihê xwe li ser platform û xizmetên dijîtal bistîne. Hêvîkirina ku dê kurd bi girseyî derbasî amûrên piştgirîya zimanê wan î zikmakî dike û nirxê wê digre bibin ne şaş e, çimkî baş tê zanîn ku çawa zimanê xwe her bilind digrin. 

“Em hêvîdar in dê alîyên têkildar vê potansîyela hêja bi encam bikin û xizmeta ku ji wan re pêwîst e pêşkeşî neteweya kurd bikin.

“Kurdîya Bakûrî li ser Wîkîpedîyayê: Kurmancî

“Lîsteya zimanên zikmakî li gor hejmara peyiverên wan: Zimanên zikmakî

“Kurdîya Bakûrî li ser SIL ISO 639ê: KMR

Ji bo dîtina kampanyayê bitikîne.

Çavkanî: Murat Bayram-Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin