
Kaja Kallas: Ji bo aramiya Sûriyeyê divê em cezayan rakin
.
Berpirsa Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê ji Rûdawê re ragihand ku divê derfetê bidin Hikûmeta Sûriyeyê da ku karibe welêt aram bike.
Îro li Bruksela paytexta Belçîkayê civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ku taybet bi pirsa parastinbû bû hat lidarxistin.
Kaja Kallasê li ser rakirina cezayên li ser Sûriyeyê ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re got, "Ji destpêka îsal ve me kar li ser rakirina cezayên li ser Sûriyeyê kiriye.
Em hewl didin alîkariya hemwelatiyên Sûriyeyê bikin, çimkî piştî ku rejîma Esed hilweşiya, eşkere ye ku em dixwazin derfeta kar û jiyaneke xweş ji bo xelkê hebe, ji bo ku welat aramtir bibe.
Ji bo ku ew jî hebin, divê em cezayan rakin.
Gotûbêjên me yên gelekî berfireh hebûn û dilgiranî jî derbarê wê yekê heye ku gelo hikûmet di rêyeke rast de diçe yan na lê belê ez bawer im ti bijardeyeke me ya din nîne.
Yan divê em derfetê bidin wan ku welatê xwe aram bikin, eger em wisa nekin, wê çaxê heman rewşa Efxanistanê dê pêk were.”
11yê Adara 2011an li gelek parêzgehên Sûriyeyê xelk dijî desthilata Beşar Esed derket kolanan û xwenîşandanên girseyî pêk hatin.
Xwenîşandana xelkê bû sedema derketina şerê navxwe û rejimê ji bo serkutkirina xwenîşandanan çekên kîmyewî bikar anîn.
Welatên Yekîtiya Ewropayê ji ber wan kiryarên rejima Beşar Esed cezayên giran ê aboriyê li ser Sûriyeyê sepandin.
“Aramiya Sûriyê aramiya Rojhilata Navîn e”
Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Letonyayê Andris Spruds jî li ser rakirina cezayan ji Rûdawê re got:
"Ez bawer im divê em derfetê bidin Sûriyeyê da ku îsbat bike ku dikare bi pêş bikeve ku dikare ji aliyê dîtina demokrasiyê ve bi pêş bikeve.
Giring e di vê kêliyê de ji aliyê mirovî ve em piştgiriya xelkê Sûriyeyê bikin destpêşxeriyekê jî bidin Hikûmeta Sûriyeyê ji bo ku aştî û aramî li Sûriyê hebe.
Eger welatên din ên herêmê di gelek aliyan de rastî wêranbûnê bûbin, wê çaxê beşek ji ber bandorên Sûriyeyê bûye.
Ji ber wê yekê aramiya Sûriyeyê tê wateya aramiya Rojhilata Navîn.”
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê sala 2011an dest pê kir û Sûriye 13 salan bû navenda şerê bi wekalet ê hêzên herêmî û cîhanê.
Ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê 470 hezar însan mirine û bi hezaran însan winda bûne.
Her wiha li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan nêzîkî 10 milyon însanan koçber bûne.
8ê Kanûna Paşîn Desteya Tehrîr El-Şamê (HTŞ) ku Ehmed Şer serokatiya wê dikir û wê demê bi navê Ebû Mihemed Colanî jî dihat naskirin li gel komên çekdar ên nêzîkî xwe, dawî li desthilata Beşar Esed anî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin