Li Kerkûkê herî kêm 6 çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin

Li Kerkûkê herî kêm 6 çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin

.

A+A-

 Berê sibeha îro êrişî yekê ji komên çekdar ên girêdayî Heşdî Şebiyê hat kirin.

Şaneya Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku kuştî û birîndar hene.

Du çavkaniyên Rûdawê eşkere dikin ku di êrişan de herî kêm 6 çekdarên koma Ketayibên Îmam Elî hatine kuştin.

Hûrgiliyên êrişê û amara qurbaniyan

Saet 03:20ê îro (10ê Adarê) êrişî baregeheke Lîwaya 40î ya Heşdî Şebiyê hat kirin.

Çekdarên wê baregehê Ketayibên Îmam Elî ne û baregeh li sînorê rojavayê Kerkûkê li navçeya Dûbizê ye.

Ew hêz li nêzîkî baregeha petrolê ya Bay Hesenê hatiye bicihkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemedê ku li ser bûyerê lêkolîn kiriye ragihand:

"Di êrişa yekem de tenê birîndar hebûn. Dema ku çekdar bi hawara birîndaran ve çûn, mûşeka duyem li baregehê xist û ew wêran kir."

Rûdawê agahî bi dest xistine ku di êrişê de herî kêm 6 çekdar hatine kuştin û 13 birîndar birine Nexweşxaneya Kerkûkê.

Nûçegihanê Rûdawê got, "Herî kêm 12 birîndar jî birine Nexweşxaneya Leşkerî ya K-1ê."

Term nebirin Tiba Dadî

Rûdawê ji aliyên pêwendîdar agahî wergirtine ku hejmara kuştiyên Heşdî Şebiyê ji ya ku hatiye ragihandin zêdetir e lê belê hemû term nebirine Tiba Dadî ya Kerkûkê.

Ew çekdarên kuştî û birîndar ên wê koma Heşdî Şebiyê, ne xelkê Kerkûkê û derdora wê ne. Ew ji deverên din ên Îraqê anîne wê herêmê.

Çavkaniyekê ji Rûdawê re got, "8 kîsikên veguhastina terman ji Tenduristiya Kerkûkê hatine wergirtin da ku terman veguhêzin Balafirgeha Musenayê û li wir merasîmekê ji bo wan bikin."

Rewşa baregehê û valakirina cihan

Li gorî gotina nûçegihanê Rûdawê, bi fermana Desteya Heşdî Şebiyê, hemû komên çekdar ên wê desteyê yên li Kerkûkê berê baregehên xwe vala kiribûn.

Tenê ew baregeh mabû ku şeva borî êrişî wê hat kirin.

Rûdawê derxist holê ku ew baregeha koma çekdar a Heşdî Şebiyê ya ku hatiye bombebarankirin, berê xaniyê xelkê bûye.

Lê belê piştî 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an ew der vala kiribûn.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku li nêzîkî parzûngeha petrolê ya Bay Hesenê komên çekdar ên Ketayibên Îmam Elî bi cih bûne ku hejmara wan nêzîkî 400î ye.

Ew herêma ku hatiye bombebarankirin, beriya bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an di bin kontrola Hêzên Pêşmergeyan de bû.

Li gorî agahiyê me, heta nîvroya îro 2 termên çekdaran di bin kavilên avahiya rûxayî de mabûn.

Komên çekdar ji tirsa ducarebûna êrişê nekarîbûn wan derxin.

Daxuyaniyên fermî û armanca êrişê

Çavkaniyekê ji nûçegihanê Rûdawê re got ku yek ji armancan fermandarê Ketayibên Îmam Elî bûye.

Wî di êrişê de derb xwariye lê nayê zanîn bê hatiye kuştin an birîndar e.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ya girêdayî Fermandariya Operasyonên Hevbeş e, derbarê êrişê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em nûçeya kuştina komek ji qehremanên Heşdî Şebiyê radigihînin ku berê sibeha îro bûn armanc."

Şaneya Ewlehiyê ya Îraqê ne hejmara kuştî û birîndaran ragihandiye ne jî ti alî bi êrişê tohmetbar kiriye.

Lê amaje pê kiriye ku ew êrişê şermezar dikin û wekî êrişeke "bêbextane" bi nav kiriye.

Ketayibên Îmam Elî di daxuyaniyekê de diyar kir ku "di encama destdirêjiyeke bêbextane ya Amerîkayê de yek ji baregehên Lîwaya 40î hatiye bombebarankirin."

Paşxaneya Heşdî Şebiyê

Heşdî Şebî hevpeymaniyeke komên çekdar e û sala 2014an ji bo şerê li dijî DAIŞê hat damezirandin.

Piraniya komên çekdar ên di nav Heşdî Şebiyê de wekî alîgir û hevpeymanên Îranê tên dîtin.

Di nav wan de gelek lîwayên cuda hene.

Ew bêyî vegera li hikûmeta Îraqê, di bin navên cuda û bi navê "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" çalakiyên leşkerî dikin.

Di destpêka êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê de, wan komên ku di bin navê "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" de kar dikin, berpirsyariya gelek êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê xistibû stûyê xwe.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin