
TAYBET - PDK-Î: Peyameke zelal ji Trump negihiştiye me, niha em nakevin şer
.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) Xalid Ezîzî di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da du pirsên Rûdawê.
Xalid Ezîzî ragihand, "Peyameke gelekî zelal ji Serokê Amerîkayê derbarê rola me ya niha û heta ya paşerojê de di vî şerî de negihiştiye me.
“Eger stratejiya me pêwîst bike ku em niha bikevin nav şer, em dê biçin lê di vê demê de nêta me ya bi vî rengî nîne."
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) Xalid Ezîzî, doh (9ê Adara 2026an) li Washingtona paytexta Amerîkayê di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da pirsên rojnamegeran.
Bersiv da Pizîşkiyan
Xalid Ezîzî bersiv da pirseke Rûdawê ya derbarê banga Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan.
Pizîşkiyan 8ê vê mehê ji bo dan û standinan bangî partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiribû.
Xalid Ezîzî got: "Komara Îslamî dixwaze balê bikişîne ser aliyekî din.
Dixwaze ji xelkê Îranê re bibêje, 'Eger hûn derkevin kolanan û em li ser desthilatê nemînin, dê Îran birûxe û niha Serokê Amerîkayê piştgiriyê dide gelê Kurd.'
Em gelekî baş bi van gotinan dizanin û ti bandora wan nîne."
“Em ne beşek ji vî şerî ne”
Xalid Ezîzî heman rojê bi televîzyona Fox Newsê re jî hevpeyvînek kir.
Wî di beşeke axaftina xwe de ragihand, "Berê min her tim digot ku destpêkirina şer gelekî hêsan e lê bidawîanîna wî aloztir dibe.
Em Kurd ne beşek in ji vî şerê ku di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de didome lê bi salan e em li dijî vê rejîmê di nav têkoşînê de ne.
Piraniya gelê me û endamên partiya me li Kurdistana Îranê dijîn. Ew bi salan e li dijî vê rejîmê kesên gelekî çalak in.
Agahiya me gelekî baş ji Kurdistana Îranê heye û em dizanin ka em dê çawa bi vê rejîmê re tevbigerin.
Lê niha û di rewşeke bi vî rengî de, ti xwesteka me nîne ku em herin nav Kurdistana Îranê.
Çimkî hêzên bejahî yên vî şerî nebûne mijareke sereke. Em dibînin ku ev şerekî ji asman û deryayê ve ye ku di navbera Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îslamî ye.
Ji ber vê yekê, ez niha pêşbînî nakim ku ji bo egera şerekî bejahî dema çûyîna nav Kurdistana Îranê be."
Rûdaw: Di van çend rojan de, Serokê Amerîkayê çendîn amajeyên cihê derbarê rola Kurdan a di vê operasyonê de dan. Gelo îdareya Amerîkayê, di nav de Serok Trump jî, bi fermî pêwendî bi we re daniye? Eger wisa be, gelo ti peyama wan a zelal heye ku ew çaverê dikin Kurd çi rolê bilîzin? Paşê dê pirseke min a din jî hebe.
Xalid Ezîzî: Bi rastî, peyameke gelekî zelal ji Serokê Amerîkayê derbarê rola me ya niha û heta ya paşerojê de ya di vî şerî de negihiştiye me.
Lê gelekan ev rastî qebûl kiriye ku Kurd dikarin roleke mezin di van geşedanan de bilîzin. Me jî bi berdewamî ev peyam daye Amerîka û welatên din ku Îran ti carî demokrasî û ewlehiyê bi çavên xwe nabîne, eger Kurd nebin beşek ji paşeroja Îranê.
Bêyî Kurdan ev yek bi ser nakeve. Ji ber vê yekê, di dema van geşedanan de em bi hemûyan re di nav pêwendiyê de ne da ku di çawaniya pêkanîna alternatîvekê de alîkariya me bikin.
Rûdaw: Gelo we bersiv daye banga dawî ya Serokkomarê Îranê ku dibêje ew dixwazin bi Kurdan re rûnin û dan û standinan bikin? Wekî ku wî bi xwe roja şemiyê ragihand, dibe ku nakokiyên we hebin lê ew naxwazin hûn bibin amûrek di destê Amerîka û Îsraîlê de. We çawa bersiv da vê bangê?
Xalid Ezîzî: Gotinên bi vî rengî gelekî berbelav in. Komara Îslamî dixwaze balê bikişîne ser aliyekî din û ji xelkê Îranê re bibêje, 'Eger hûn derkevin kolanan û em li ser desthilatê nemînin, dê Îran birûxe û niha Serokê Amerîkayê piştgiriyê dide gelê Kurd.'
Em gelekî baş bi van gotinan dizanin û bandora wan nîne çimkî siyaseta me bi xwe heye ku siyaseteke gelekî xurt e. Stratejiya me bi xwe heye.
Eger stratejiya me pêwîst bike ku em niha bikevin nav şer, em dê biçin lê di vê demê de nêta me ya bi vî rengî nîne. Ji ber wê yekê ez dibêjim ku ew gotin bê bandor in. Komara Îslamî zû bi zû hewl dide bi rêya tiştên bi vî rengî bala xelkê Îranê bibe ser aliyekî din.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin