Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne

.

A+A-

Xalid Ezîzî, Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê di hevpeyvînek nû digel “Radiyo Ferda” re ragihand ku Hizba wî ji nêz ve çavdêriya guhertinên herêmê û şerê niha dike. Lê wî bal kişand ser vê yekê ku pêşîniya wan karê siyasî, yekdengiya neteweyî û amadekariya ji bo qonaxa veguhastinê ye.

Ezîzî di bersiva pirsa li ser gotinên”Tiramp” û helwesta Waşingtonê de, amaje bu vê yekê kir ku Hizba Demokrat her dem ji bo gihandina dengê gelê Kurdistanê bi sazî û dezgehên cûda yên Amerîka û Ewropayê re di pêwendiyê de bûye. 
Navbirî got: Têkoşîna me têkoşînek medenî û cemawerî ye, û em dixwazin bi rêya diyaloga siyasî mafên gelê Kurd di çarçoveya Îranek demokratîk û federal  de bi dest bînin.

Li derheq pêwendiya wan bi opozîsyona Îranî re jî, Ezîzî bal kişande ser girîngiya afirandina alternatîfek demokratîk ku hemû netewe û pêkhateyên cûda tê de beşdar bin.

Herwisa Xalid Ezîzî nîgeraniyên  pêwendîdar bi parçebûna Îranê red kir û ragihand ku projeya Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê û hevpeymaniya aliyên siyasî yên Kurd li ser bingeha parvekirina dadperwer a desthilatê û nemerkezîbûnê hatiye avakirin, ne li ser bingeha parçe parçe kirinê.

Berdevkê Hizba Demokrat, herwisa amaje bi vê kir ku ew piştevanê aştî û aramiya herêmê ne û naxwazin alozî herî zêde bibin. Lê belê hewldanên wan ew in ku di egera valatiya desthilatê de, birêya hêzên demokratîk amade bin ku welat birêve bibin û berjewendiyên neteweyî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê biparêzin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin