Bi dronan êrişî Hêzên Zagrosê kirin: 2 birîndar

Bi dronan êrişî Hêzên Zagrosê kirin: 2 birîndar

.

A+A-

Îro nîvro li nêzîkî navçeya Xelîfanê ya Hewlêrê bi dronan êrişî "Hêzên Zagrosê" yên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.

Çavkaniyekî ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ji Rûdawê re ragihand ku êriş derdora demjimêr 13:00an pêk hatiye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku 4 dronan ew devera ku Hêzên Zagrosê lê ne kiriye armanc.

2 karmendên asayîşê birîndar bûn

Hat ragihandin ku di dema êrişê de 2 karmendên Asayîşa Herêma Kurdistanê yên li nêzîkî cihê bûyerê bûn, birîndar bûne.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.

Heta niha li ser êrişê ti aliyên fermî daxuyanî nedaye û ti aliyî berpirsyariya êrişê negirtiye stûyê xwe.

Bi zêdebûna aloziyên li herêmê re, kamp û baregehên Pêşmergeyan ên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê gelek caran rastî êrişên dron û mûşekan tên.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin