"Jenosîd li dijî nasnameya Kurdî ya Efrînê tê kirin"

"Jenosîd li dijî nasnameya Kurdî ya Efrînê tê kirin"

.

A+A-

Bi dehan cihên şûnwarî yên Efrînê ji aliyê grubên çekdar ên ser bi Artêşa Tirkiyê ve hatine dizîn û têkdan û pisporekî di warê şûnwarên Efrînê de dibêje: “Jenosîd li dijî nasnameya Kurdî ya Efrînê tê kirin”

Lêkolîner Zekeriya Huserî ku bi zêdetir ji 10 salan bi tîmên biyanî re kar û lêkolîn li ser şûnwarên Efrînê kiriye beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û derbarê rewşa Efrînê de ragihand, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ên ser bi wê ve, rojane jenosîdek li dijî Kurdên Efrînê û dijî nasname û Kurdîbûna Efrînê tê kirin.

Derbarê rewşa şûnwar û cihên dîrokî yên Efrînê de jî diyar kir, hemû rêjîmên ku hatine ser desthilatdariya Sûriyê, pirsa şûnwarên Efrînê kiribûn pirseke siyasî ku 6 heta 10 hezar cihên şûnwarî li herêma Efrînê hene, lê rêjîmên Sûriyê ew cih belge nekirine.

Zekeriya Huserî destnîşan kir jî, rêjîmên li ser desthiladariya komara Sûriyê bi şert û mercên gelekî zehmet jî, rê dida hin tîmên pispor ên biyanî ku bêne lêkonînan li ser şûnwarên Efrînê bikin, ji ber ku ew cihên şûnwarî nasnameya herêma Efrînê ne û herêm bi giştî herêmeke Kurdî ya Kurdistanî ye. Ji ber wê jî, tenê 5 cihên şûnwarî li Efrînê hatine tomarkirin û belgekirin.

Zekeriya Huserî tekez kir, “Wek ku min bi xwe belge kiriye, heta niha zêdetir ji 123 cihên şûnwarî ji aliyê grubên çekdar ve û di bin çavdêriya Tirkiyê de hatine dizîn, talankirin, kolandin û têkbirin. Ji wê hejmarê, 40 cihên şûnwarî yên destdirêjî lê hatine kirin, bi wêne û vîdyo hatine belgekirin. Ev cih jî bi bombe û bi amêrên mezin wek şofel hatine têkbirin.”

Lêkolîner Zekeriya Huserî destnîşan kir jî, entîke û şûnwarên hatine dizîn, ji bo Tirkiyê hatine birin û li Tirkiye û welatên din ên cîhanê hatine firotan.

Zekeriya Huserî amaje bi wê yekê kir jî, dora yek 1.5 milyon perçeyên şûnwarî û entîka ji aliyên grubên çekdar ên cuda ve hatine dizîn, li ser asta Çiyayê Kurmênc (Efrîn) jî zêdetir ji 30 hezar perçeyên şûnwarî hatine dizîn û ew cihên ku dizîn jê hatiye kirin, hatine têkdan û astên axê têkel kirine, bi awayekî ku di pêşerojê de lêkolîn jî lê neyê kirin.

Lêkolîner Zekeriya Huserî amaje bi du cihên şûnwarî ên Efrînê Şikefta Duderî û Perestgeha Eyn Dara kir û da zanîn ku Şikefta Duderî ya dîroka wê vedigere 80 hezar salî berî zayîna Mesîh, destdirêjî lê hatiye kirin. Her wiha Perestgeha Eyn Dara (Xwedêwenda Çiya) hatiye têkdan û grubên çekdaran ew kiriye baregeheke leşkerî û şêrê Baziltî yê mezin jê hatiye dizîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin