Hunermend û nivîskarên Kurd herî zêde ji kîjan albûma kurdî hez dikin?

Hunermend û nivîskarên Kurd herî zêde ji kîjan albûma kurdî hez dikin?

.

A+A-

Ferhat Yaşar

Derbarê albûmên kurdî de me lêkolînek amade kir. Ji ber vê me di nav da stranbêj, nivîskar, rojnameger bio tevahî ji 35 kesan pirsî. Li gor bersivan herî zêde navê 4 hunermendan derket pêş...

 Stranbêjên kurd heta niha bi sedan albûm derxistine. Me jî derbarê hezkiriyên van albûman de lêkilîn û rapirsiyek amade kir. Li gor bersivên hatine dayîn albûm çiqas zêde dibin, pirsa ''Tu herî zêde kîjan albûmê hez dikî?’ jî mirov dixe nav duduliyê. Ji ber vê, ên di heman demê da bersiv didin jî gelek kêm bûn. Di nava van 35 kesan de gelek kes dibêjin, ''Ez gelek albûman hez dikim, lê eger bersiva yekî bidim, divê hinekî bifikirim.''

Me ji hunermend, nivîskar, siyasetmedar û rojnamegerên kurd pirsa, ''Tu herî zêde kîjan albûma kurdî hez dikî û dema wû çi ye?'' kir. Bersiva 35 kesan daye, wiha ye: 

Hunermend Nilûfer Akbal: ''Ez albûma Şivan Perwer ya 'Ez keçikek Gundî me' hez dikim. Çîroka vê kilamê heye. Li gundekî Kurdistanê keçikek helbesta xwe dide Şivan, dibêje vê helbesta min bixwîne bila hemû kurd hîn bibin. Ji ber vê ez gelek ji vê kilamê hez dikim.''

Hunermend Ayfer Dûzdaş: ''Ez ji albûmên Abdullah Papur hez dikim. Ji ber ku Abdullah Papur hunermendê Koçgiriyê ye. Hunermenda zarokatiya me bû. Min kilama ‘Sallana Sallana’ jî cara ewil ji wî godar kir.''

Rojnameger Vecdî Erbay: ''Albûma Şivan Perwer 'Bê nav', ji bo min tu carî nayê jibîrkirin. Ji ber ku albûmên Şivan Perwer kedexe bûn, ji Avrupa 'Bê nav' dihatin welêt û me bi dizî li van albûman guhdar dikir. Tenê deng û saza Şivan hebû di van albûman de. Lê ez dikarim bêjim ku kurdên di temenê min de, gelek ji van, bi saya dengê Şivan hînî welatparêziyê bûn.''

Nivîskar Lal Laleş: ''Ez albûma Metîn Kemal Kahraman ya 'Ferfecîr' hez dikim. Ji ber ku dengekî gelekî mezin, bi qudredeke mezin, ji koy û zinar, geliyên welatê me xwe dide der. Hema bêje li dinyayê berbelav dibe. Ji demekî gelekî dêren, gelekî kevnar ew deng xwe dîgîhîne me. Carna ez difikirim ew dengekî Xwedayî ye. Ji ber ku ewqas bi azamete ku heman tiştan dixe bîra mirov. Çanda kurdî ya gelekî kevnar ji beriya sedsalan, hezar salan radigihîne me û mirov di nav heyamên dîrokê de digerîne. Dibe wek ala ziman û hebûna me û zimanê me.''

Şanoger û Lîstikvan Gulan Mizgîn: ''Ya rast çend hunermend û albûmên wan jî hene ku min dixwest qala wan bikim, bes em dikarin yek kesê bijêrin. Ez ji albûma Mehmet Atli ya bi navê 'Morî Mircan' gelek hez dikim û gelekî guhdar dikim. Stranên wî bi lerzeke şêrîn mîna bayê biharê bîranînên min şeh dikin.''

Rojnameger Haci Bîşkîn: ''Ez ji albûma Şivan Perwer ya ‘Nazê’ hez dikim. Di vê albûmê de evîn, destan û dîroka kurdan heye. Ji ber vê her tim vê albûmê gohdarî dikim. Dema ser karê xwe me jî gelek caran Şivan gohdarî dikim.''

Şanoger Rûgeş Kirici: ''Ez albûma Koma Amed 'Dergûş' hez dikim. Salîn nodî de derketibû. Kelecaniya wê demê jî hebû. Kilamên anonîm tê de gelekin lê şîrove cûda ye. Ez hîn gohdar dikim. Hinek albûm dema xwe de derdikevin, winda dibin lê 'Dergûş' ne wisa ye. Bûye klasîk. Hîn didome.''

Hunermend Diljen Ronî: ''Min gelek albûma Ciwan Haco bilûra min guhdar kiriye. Sedem jî ji xeynî qalîteya bingeha albûmê, aranje û hesta enstrûmanên ku hatî lêxistin jî pir baş in, li gel şîroveya bêhempa ya Ciwan Haco, kûrahiya gotinan jî pir baş e. Yanî hest û qelite bi hevre di albûma Bilura min de cih girtiye.''

Hunermend Zozan Bûtûn: ''Ez herî zêde ji albûma Şivan Perwer ya bi navê ‘Ey Ferat’ hez dikim. Lewra albûmeka kurdewarî ye. Motîfên hatine bikaranîn ên me ne. Naveroka albûmê jî hemberî neqebûlkirina me ye.''

Rojnameger Ozgûr Topuz: ''Ez herî zêde ji albûma koma Nûrê ya bi navê 'Nûbûn' hez dikim. Bingeha muzîka wê  pir xurt e. Kilamên hatine bijartin gelek baş in. Dengê Nûrê di nava dengên modern de ya herî baş e û koma wan jî tenê bi jinan pêk tê. Ev jî wê komê baştir dike.''

Nivîskar Mizgîn Ronak: ''Ez herî zêde ji albûma Merziya Fariqî ya 'La Yarewa' hez dikim. Ji ber ku bi deng, aheng, newa û wata wê welatê me hîs dikim, wek ku Kurdistan e, bo xwe û bo me dibêje.''

Helbestvan Çayan Okuducî: ''Ez herî zêde ji albûma Beytocan ya bi navê ‘Diyarbekir mala min e’ hez dikim. Ji bo ku ji dil gotiye û hin risteyên wî suralîst e. 'Wek texte çêkir ji hewayê/horî binîn ji wê dinyayê/ dîsa sebra min nayê.'''

Rojnameger Evrîm Denîz: ''Gelek albûmên bi kurdî hene ku ez jê hez dikim. Ev hemû di şêweyên cuda de ne. Lê tenê albûmek heye ku ez vedigerim û lê guhdarî dikim. Albuma 'Hewlêr' ya Hozan Serhad. Gelek sedem hene lê bersivek taybetî tune. Ger hûn lê guhdarî bikin, ez difikirim ku ew ê bibe albûma we ya bijare jî.''

Rojnameger Ercan Dag: ''Ez albûma Harun Elkî ya bi navê ‘REV’ hez dikim. Dengeke wî pak û xurt heye û muzîka ku pêk tîne bi dengê wî re xweş li hev tê.''

Nivîskar Elîf Gun: ''Mihemed Şêxo ya bi navê ‘Gulê’ hez dikim. Ji ber ku malbata min Mihemed Şêxo gohdarî dike.''

Nivîskar Newaf Mîro: ''Ez her zûde ji albûma Ciwan Haco ya bi navê ‘Ay dîlberê’ hez dikim. Li dinyayê miletên kevnar xwedî klasîkên dîrokî ne. Yên bi şelpe gelekî girîngin ji bo min. Helbet yê çeng jî hene. Lê min ji albuma Ciwan Haco ya Ay dîlberê way dîlberê hezkir.''

Nivîskar Ayşenur Ozel: ''Ez herî zêde ji albûma ‘Roj’ê ya Hozan Dîno hez dikim. Di vê albûmê de jî ji klama Can gelekî hez dikim. Ev kilam hezkirin û têrnebuna ji tiştekî ji kesekê/î nîşan dide. Her wiha him hestên min ên evînê him jî hestên min ên ji bo welêt dibêje. Bi vê kilamê hesretiya min a evîn û welêt her dem kûrtir dibe. Ne tenê ev kilam hemî kilamên vê albûmê heman hestan bi min re çêdikin.''

Rojnameger Rawîn Stêrk: ''Ez herî zêde ji albûma Nîzamettîn Arîç ya bi navê ‘Azadî’ hez dikim. Ev albûm bixwebaweriya muzîka kurdî careke din lê vegerand.''

Hevseroka berê ya Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û Mamosteya Zimanê Kurdî Leman Elmas: ''Ez herî zêde ji Koma Berxwedanê albûma bi navê Botan 1987 hez dikim (Ji hemû albûmên komê hez dikim). Koma Berxwedan bi her endamên xwe bi armancek netewî bêyî berjewendiyên takekesî, xwedî sekneke rasteqîn xebatên xwe heya îroj anîne.''

Produktor Egît Firat: ''Ez herî zêde albûma Olgun Eren ya bi navê ‘Liv’ hez dikim. Ev ked û xebata ku Olgun kiriye li aliyekî din, her yek strana di albûmê te him bi gotinên xwe û him jî bi şêwaza xwe di qonaxa mûzîka nûjen a cîhanî de ne.''

Şanoger Mehmet Erbey: ''Herî dawîn albûma ku min jê hez kir albûma Siya Şevê ya bi navê ‘Li Pey Siya Xwe’ bû. Ya rastî ji roja ev kom ava bûyî ez guhdarvanê wa me. Sebeba wê jî melodiyên kurdî û yên nûjen xweş li hev du tînin. Her çiqas mûzîka wan bi tarza rock mûzîkê be jî qarepar tê tune yî û dema tu li wan guhdar dikî, te aciz nake. Ji arasbekê jî dûr e. Û ev nîşanî me dide ku bêsligonan jî mûzîka kurdî kare bê çêkirin.''

Hunermend Murat Demîr: ''Gelek albûmên kurdî hene. Hemû ji hev xweştir in. Hinekî zehmet e tu di nav van albûman de yekî hilbijêrî. Lê eger ez mecbûr bim yekî bêjim ew jî albûma Kerem Sevînç ya duyemîn ‘Dej’ e. Ji ber ku ez çîroka wê albûmê dizanim. Mîkrofon û mîksa wê zehf baş e. Xwezayê de stran hatine gotin. Berhemekî akustîke jî. Hilbijartina enstrûmanan jê zehf baş e. Min ji strana 'Ray' jî hez kir. Behsa rê dike. Zazakî ye. Di nav albûman da ya herî bandor ser min kiriye 'Dej' e.'' 

Nivîskar Hamid Omerî: ''Albûma Ciwan Haco ya bi navê 'Girtiyên Azadiyê' hez dikim. Ev albûm bersiva daxwaza hestê min ên xortaniyê dida. Tenê ne bi mêzîkê bi gotinê jî dida. Bo me Ciwan Haco ji Şivan Perwer moderntir jî dihat.''

Nivîskar Firat Aydinkaya: Albûma Şivan Perwer û Gulîstan ya bi navê 'Zembîlfiroş'. Sedem jî Estetîka Evînê û Dengê Şivan.

Nivîskar Hamza Aktan: ''Albûma Ciwan Haco ya 'Destana Egîtekî' hez dikim. Ji ber ku ev albûm bixwe ji destanekî pêk tê. Hem ji aliyê qaliteya muzîkê hem jî bi şîroveya Ciwan Haco gelek baş e û mînakên wê jî gellek kêm in.''

Nivîskar Dilawer Zeraq: ''Heta niha min herî zêde albûma Ciwan Haco ya bi navê 'Sî û Sê', 'Gulê' hez jê kiriye. Ji ber ku ew albûm û stranên di wê albûmê de cîgirtî, hemû jî bêyî ku ji ruhê muzîka kurdî dûr bikevin, bi awayekî cuda û bi nûbûneke cara pêşî û ne reproduksiyonî hatibûn amadekirin.''

Siyasetmedar Omer Ocalan: ''Ez herî zêde ji albûma 'Gelê Kurd Dest Bidin Destê Hev' a Aram Tîgran hez dikim. Di albûma 'Gelê Kurd Dest Bidin Destê Hev' de ez bi xwe serboriya jiyana Aram û malbata Tîgran a ji Amedê heta Qamişloyê dibînim. Bi taybetî hest, bang û daxwaza yekîtî, piştgirî û piştevaniyê di nav gelê kurd de reng û tehma xwe daye vê albûmê. Ji bo wê jî ew albûm wek manîfestoyeke muzîkî ye ji bo min. Dîsa ne tenê bi zimanê kurdî, her wekî din di wê albûmê de strana ku bi ermenkî hatiye gotin jî gelek bala min dikişand û bandor li min dikir.'' 

Rojnameger Kadîr Cesûr: ''Albûma herî zêde jê hez dikim albûma Ciwan Haco ya bi navê 'Girtiyên Azadiyê' ye. Kilamên di vê albûmê de Hey Dîlberê, Xerîbî û Welat heye. Hemû albûmên Ciwan Haco û mûzîka wî baş in. Lê albûma 'Girtiyên Azadiyê' ba min ciheke taybet digire. Her kilamek behsa çîrokekî dike. Hinek kilam çiqas min xemgîn dike jî ên kêfa min xweş dikin jî hene.''

Dr. Eser Çetin: ''Ez herî pir ji albûma Ciwan Haco ya bi navê 'Derya' hez dikim. Sedemên ez pir ji vê albûmê hez dikim jî enerjiya rîtma muzîkê, ruhê stranan ên bicoş û motîveker, newa û teknîkên serkeftî ên muzîkê ne.''

Nivîskar Yildiz Çakar: ''Hunermendê ku herî pir jê hezdikim yek ji wan Bêmalê Keko ye. Ji albûma wî ya 'Hêdî Bajo Birîndare Lo' bûye parçeyeke jiyana min. Berbangê min, gelek car bi dengê keko dest pê dike. Di kilam û stranên ku Bêmalê Keko dibêje, di navbera min û dîrokê de pirek çêdike. Ez bi vê pirê ji gundan, ji deşt û çiyayan derbas dibim, ji bajaran û xatirayan. Ji konê eşîran heta şer û pevçûnan, ji evînên mezin heta dijminahiyên mal, malbat, cîranan. Weke ku di wê zemanê de bim, wiha hest dikim, dijîm wê kêliya. Dema dibêje 'siwaro hêdî bajo birîndar e lo' ez hest dikim siwariyek rahêştiye birîndarek, lê xwediyê birîndar bi dilêşewat dibêje hêdî bajo ji ber ku birîndar e, jê re zehmet e rêwîtî.''

Hunermend Vedat Yildirim: ''Beriya bîst salan, Kardeş Türküler ji bo konserê çûbû bajarê Berlînê. Haya min jê hebû ku Muzîkjen Nizamettîn Arîç jî li wir dimîne. Hevalekî min têkiliya me çêkir û em li mala wî hatin cem hev. Ez gotinê xwe pir dirêj nekim, xalê Nîzamettîn jî ev demê li ser albûma xwe ya nû 'Kurdîsh Ballades' dixebitiya. Album hîn nehatibû weşandin lê mîx û masterînga albûmê qediya bûn. Me hemî stran guhdar kirin. Way û way, hiş li serê me da çûbû. Cara ewil bû ku min warê mûzîka kurdî de tiştek wisa guhdarî dikir.''

Rojnameger Murat Bayram: ''Ez ne guhdarekê baş ê mûzîkê me. Wek koçeran digerim her mide ji stranekê gelekê hez dikim. Bi sedan caran guhdariya wê dikim. Heta kaniya hezê lê diçike bela xwe jê venakim. Lê albûma 'Girtiyên Azadiyê' ya Ciwan Haco wek mala min e. Hespê xwe li kîjan meydanên mûzîkê bibezînim ferq nake lê illeh rojekê wî hespî tînim ser afirê strana 'sira sibê'. Rîtma wê mûzîkê bi pêlên rihê min re hevaheng e. Dansa şevê bi hev re dikin.''

Nivîskar Gulgeş Deryaspî: ''Gelek albûm û stran hene ku ji bo derûniya me temamker e, ji bo êşên me derman e, ji bo bêhnetengiya me hewar e… Lê a herî herî ku ez bibêjim ji bo min Albuma Xelîl Xemgîn a bi navê 'Bagok' e. Piştê stranên bê enstrûman û ku zindî dihatin gotin di civat û dawetan de û mûzîkên ku di radyoya Erîvanê de lê dihat xistin rîtmek nû bû Xelîl Xemgîn. Di dîroka musîka kurdî de Şivan Perwer û Xelîl Xemgîn bûn. Helbet stranbêjin dinê jî hebûn lê ev herdu stranbêj di heman demê de pêşengiya mûzîka kurdî ya nûjen jî dikirin. Çiyayên ku tenê di wateya zindîbûnê de bûn û tenê ji bo ajal û şivanan bûn, cih û warê teyr û turan bû. Wateyek nû li çiyayan bar dikir û kesên ku di çiyayan da jiyana xwe didomandin êdî bi çavek dinê a polîtîk li çiyayan dinêriyan.''

Nivîskar Rohat Alakom: ''Hunermend Nîzammetîn Arîç kilama ‘Ey Dîlberê’ gelek ji dil dibêje û pêşkêşî Teyranhezan (Ji Feqiyê Teyran) dike. Ew coxrafya Serhedê ku welatê van herdu hunermendên kurd pêk tîne careke din tê ber çavan (Agirî û Wan). Yên din jî kilamên ‘Were Perî’ û ‘Çil Salî’ ye.  Van kilaman Bilind Îbrahîm dibêje. Tevî dijwarî û tengasiyan dibîne û hîs dike ku evîn di van herdu kilaman de li ser her tiştî re hatiye girtin.  Dewrêşê Evdî (Canê): Di vê kilamê de dilketiyên ji komên baweriyên cihê ango Lawikê êzdî û dilketiya wî ya misilman tu sînoran nas nakin. Mirov ji gotinên kilamê fam dike ku ev rêzên efsûnî ji devê keçekê derketine. Ji ber vê jî awaz û melodiya kilamê ji dil e û zêtir jinan tê.''

Hunermend Arjen Brusk: ''Ji bo min ne hêsane ku bêjim 'herî zêde vê albûmê guhdarî dikim'. Lê belê ev pirsa xweş, dixwazim bi 3 albûmên kurdî bibersivînim. Her sê albûm jî di çarçoveyên cuda bi cuda de pir xweşin, her 3yan jî hezdikim. Yek albûma Kamkars ya bi navê 'Xoşe Hewreman' ya din albûma Koma Amed ya bi navê 'Dergûş' ya herş dawî jî Koma Hevdeng ya bi navê 'Hevdeng 1' hez dikim.''

Çavkanî: Gazete Duvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin