Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin

Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, ew kesên ku tiştan dişkînin, yên ku wekî parêzgehan kargehan jî dikin hedef û êrişan dikin, heta ew kesên ku şaredariyên me talan dikin dê werin darizandin û cezakirin.

A+A-

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê xwenîşandanên li dijî bihabûna jiyanê peyamek belav kir û got, "Di komara me de bi ti awayî cih ji tundiyê re nîne."

Macron destnîşan kir ew kesên ku êrişî parêzgehan, kargehan û şaredariyan dikin dê werin darizandin û cezakirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser xwenîşandanên li welatê xwe axivî.

Macron piştgiriya xwe bo hêzên ewlehiyê anî ziman û wiha got:

"Di komara me de bi ti awayî cih ji tundûtûjiyê re nîne.

Ew kesên ku tiştan dişkînin, yên ku wekî parêzgehan kargehan jî dikin hedef û êrişan dikin, heta ew kesên ku şaredariyên me talan dikin dê werin darizandin û cezakirin.

Ez piştgiriya neteweyê radigihînim hêzên ewlehiyê yên ku garantiya mafê xwenîşdan in.

Li dijî wan kesên ku tovên kaosê diçînin, yên ku ji xeynî rûxandina dezgehên me tiştekî din naxwazin û ew kesên ku rê li ber xwepêşanderên aştîxwaz digirin, em dê hemû bi hev re mil bidin hev û bibin yek." (RN)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin