DI TOREYA KURDÎ DE ŞAHÎYA BERANBERDANÊ

DI TOREYA KURDÎ DE ŞAHÎYA BERANBERDANÊ

Şahiya Beranberdanê

A+A-

Li welatê me Kurdistanê hersal gava ku mehek/heyvek ji payîzê diborî di 20ê Cotmehê da Beranberdanê destpêdikir. Ango beran berî mîhan didan. Herkesî mehekî pêşda beranê xwe di malda digirtin; zêdetir bi cehê xurû (tenê ceh) xwedî dikirin da ku bo beran xurt be.

Ew kesên ku mîhên wan ji semerekî (100/150) zêdetir ba, ewan di 45ên payîzêda beranê xwe berdidanê!

Mixabin ev tore û şahî êdî nemaye. Beranberdan, şahîyek gelekî bi coş bû. Beran reng bireng boyax dikirin, gulik, gupik û qotik pêvedikirin. Dawrêşî çêdikirin biser dûva beran de dadiliqandin. Sêv bi qoçê berana dikirin. Bo şahîyê mêwe beladikirin. Çerez û şêranîyê wek fistiq, hêjîr, sinç, şekleme û mêweyên din didane zarokan! Zêdepar jî didan şivan û berxvanan.

Bê guman hin tiştne bê watejî hebûn! Bo mînak cara pêşîn ku beran ji gomê derdixistin zarokek kurîn/lawîn li beran sîyardikirin; da ku berxên wan nêr bin.

Lê bi giştî Beranberdan wek cejin û şahîyek xweş bû. Taybetî ya ji bîra min naçe: gava em diçûn ber pezên payîzê, em li ser kanîyekê rûdiniştin, me hevana xwe vedikir serîyek pîvaza Elcewazê û Toraq dixwar; bi wê ava sar!

Ewan rojên zaroktîyê pir xweş bû! Qet ji bîra min naçin.

SÎPAN AGIRÎ (Bavê Serhat)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin