Hilweşandina mîrekiya Canpolatan

Hilweşandina mîrekiya Canpolatan

Murad Ciwan

A+A-

“Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!”

 

Di hezîrana 1606an de Derwiş Paşa bû sedrezam ku dixwest careka din seferê bibe ser Îranê û erdên wendakirî  vegerîne. Lê Sultan Ahmed ji ber hevrikiyên li paytextê, ew bi tuhmeta xayîntiyê idam kir, Kuyucu Murad Paşa anî şûna wî.

 

Sadrazam Murad Paşa devşirmeyekî sirbî yê 70 salî bû, yekî gelek muteesib û req, siyaseta wî, ‘’ya hemû, ya hîç’’ bû . Wî hedefên Derwiş Paşa ên derbarê sefera ser Îranê bi dizî rakir, dawîlêanîna serîhildanên Celaliyan û têkşikandina Canpolatiyan kir hedefa xwe. Sala 1607 orduya xwe ya ji 70 hezar eskeran pêkhatî weka ku sefera ser Îranê ye birêxist. Li ser rê, gelek serîhilderên Celalî idam kirin. Gelek caran efû derdixist, soza xelatkirinê dida, lê ku ew dihatin ber destê wî serê wan difirand.

 

Piştî giha Konyayê, eşkere kir ku mexseda wî ne sefera ser Îranê, lê binbirkirina desthilata Alî Canpolat e.

 

Kuyucu Murad, ji bo Alî Paşa nikaribe alîkariyê ji Celaliyan bistîne bi serokên wan Kalenderoğlu Mehmed re li hev kir, begêbegantiya Anqerê dayê. Li Tarsusê êrîş bir ser Cemşîd Beg, ew şikand.

Cemşîd qet li ber xwe nedabû û osmanî û Alî Paşa, ji texmînan zûtir hatibûn hemberê hev. Orduya osmanî li alî Edenê jî serîhilder pak kirin; 500 merivên Cemşîd hatin idamkirin.

 

Kuyucu Murad orduya begêbeganê Meraşê Zulfîkar Paşa jî girt û berê xwe da eyaleta Helebê. Alî Paşa jî, ji bo ku hê zû pêrgî lê bigire, orduya xwe anî li deşta rojhilatê çiyayên Amanosan xist amadebaşiyê, qerargeha xwe jî li rex Gola Awnikê danî. Orduya Kuyucu Murad tevî ya Zulfîkar Paşa 75 hezar esker bû, ya Alî Canpolat jî nîvê wê bû. Herdu ordu li geliyê ber devê Deşta Orucê di 24ê çiriya pêşîn (oktobera) 1607an de hatin hemberê hev.

 

Di destpêkê de orduya Canpolatan zora eskerê osmanî bir. Li ser vê, osmaniyan li herdu palên geliyê teng 50 topên osmanî, ne bi gulle, tenê bi barûdê dagirtin û danîn. Esker li herdu palan xwe kir beş û weka ku direve vekişiya. Orduya Canpolatan ket gelî, pêş da çû… û top teqiyan. Dengê topan gurmîneka wiha derxist ku hemû hesp veciniqîn, dumana topan gelî dagirt, tarî kir, çav çavan nedidît. Orduya Canpolatan bêserûber bela bû, her yek bi aliyekî de reviya, kontrol ji destê fermandaran derket, kesê nedizanî  kî bi ku ve direve. Alî Paşa meydana şer terk kir, ber bi rojhilat ve çû.

 

Osmaniyan bi êrîş berê xwe da Canpolatiyên belabûyî, dest bi kuştin û girtinan kirin. Li ber xîveta Kuyucu Murad Paşa ya li meydana şer, dest bi serjêkirina êsîran hat kirin. Pîramîdeka ji 20 hezar seriyên jêkirî li ber xîveta Paşa bilind bû.

 

Kuyucu Paşa pişt re ordu kêşa ser Kilîsê, ew talan kir, dest danî ser xezîne, mal û milkên Canpolatan. Wî bi fermanekê mîrekiya Kilîsê hilweşand, ew li ser navê padîşah kir malê xezîneya dewletê. Ji wê rojê pê ve Kilîs êdî bû milkê padîşahan.

 

Kuyucu xwe gihand Helebê, dor lê girt. Helebî teslîm bûn. Xizm û malbata Alî Paşa ketin kelaha bajêr, li ber xwe dan. Murad Paşa nekarî bi şer zora wan bibe, doza lihevhatinê kir. Wî soz da ku ew kela bajêr teslîm bikin û bên bexişandin. Lê gava derî vebûn, Kuyucu esker û malbata Alî Paşa ji hev veqetandin û hemû endamê malbatê dan ber şûran, serê wan birrîn.

 

Alî Paşa, tevî apê xwe bi du hezar eskeran berê xwe da Stenbolê, li rê pevçûnên wan li gel Celaliyan bûn, ew êsîr ket, lê pişt re ji nav destê wan reviya, xwe gihand paytextê; dîwana Sultan Ahmed. Padîşah ew efû kir, xeftanê paşatiye lê kir. Ew bû begêbeganê Temeşwarê, çû wir. Lê yenîçeriyên wê derê û burokrasiya destê dirêj a paytextê li dijî wî bûn, wan nehişt ew deverê îdare bike, qasî salekê ma, tehdîda kuştinê hat serê, di 9ê nîsana 1609an de bi dizî reviya Belgradê. Li wê derê ne berpirs, lê azad bû.

 

Kuyucu Murad xwest esker bela bike û vegere Stenbolê, lê Sultan Ahmed daxwaz jê kir da here ser Celaliyan, wan tasfiye bike û pişt re seferekê derxe ser Îranê. Kuyucu bi pey Celaliyan ket, hin tasfiye kirin, lê serekên wan ên mezin wek Kalenderoğlu, Tewîl Xelîl, yên din bi 13 hezar siwar û piyadeyan reviyan Îranê xwe avêtin bextê Şah Abbas. Kuyucu neçû sefera Îranê, vegeriya Stenbolê. Sultan Ahmed aciz bû ku Kuyucu neçuye sefera Îranê û siyaseta wî ya li gel Celaliyan rêvekiriye ku serkêşên wan li gel beşeka mezin reviyane Îranê, bûne tehdîda paşerojê. Lê Kuyucu ji ber zaferên xwe li paytext wek qehremanan hat pêşwazîkirin.

 

Kuyucu ku pê hesiya Canpolat buye mîrêmîranê Temeşwarê, gelek hêrs bû, ferman şand Belgradê da ew bê girtin û bê şandin Stenbolê. Welê bû. Ku Alî Paşa derdestkirî gihaşt Stenbolê, hat idamkirin.

 

Mîrekî û paşatiya Canpolatan hilweşiya, her çendî li derûdora Kilîsê 10-15 salên din jî hin malbatên ji Canpolatan mabûn, lê pişt re ew jî ji Kilîsê derketin. Di salên 1630î de êdî ew hemû li Lubnanê li ba eşîra Faxreddînê benî Maanê durzî bicih bûbûn. Ew di nav durziyan de entegre bûn, heta bûn mîrên wan. Canpolatên Lubnanê yên niha, ji nesla wan in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin