
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
.
A+A-
Serokê Ajansa Atomî ya Navnetewî Rafael Grossi, hevpeyvîn digel rojnameya Financial Times a Brîtaniyayê de da xuyakirin ku divê Îran hevkarîya zêdetir bi lêkolînerên Saziya Neteweyên Yekbûyî re bike.
Grossi got ku ji dema şerê Îsraîl û rêjîma Îranê ve derdora 12 lêkolîn li Îranê kirine, lê derfet nehatiye dayîn ku lêkolîn li ser navendên bombarankirî yên wek “Netenz, Îsfehan û Fordo”yê bikin.
Rafael Gross ragihand, bi sedema vê yekê ku li Îranê de şer qewimiye, em nikarin cudatiyek bo vê rejîmê bikin û dibe rejîma Îranê hemû erk û sozên xwe bi rê ve bibe.
Grossi diyar kir ku heke rejîm vê neke, em neçarin ragihînin ku me hemû çavdêriyên xwe li ser bernameya navokî ya rejîmê, ji dest dane.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin