HezKurd Ege Dengbêj Şakiro bibîr tîne

HezKurd Ege Dengbêj Şakiro bibîr tîne

.

A+A-

HezKurd Ege, ji bo bîranîna Dengbêj Şakiro di 5ê Hezîranê de ku salvegera wefata wî ye, dê çalakiya bîranînê li dar bixe.

HezKurd Ege li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye ku ew dê ji bo bîranîna Dengbêj Şakiro 5ê Hezîranê ku salvegera wefata wî ye, dê çalakiyekê li dar bixe.

HezKurd Ege dibêje: “Em şevekê ji bo bîranîna Dengbêj Şakiro ku bi navê ‘Şahê Dengbêjan Kewê Ribat’ tê naskirin di 5ê Hezîranê de li dar dixin.”

Çalakiya bîranînê di bin navê “Din Çanda Kurdî de Dengbêjî û Rola Şakiro” li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet roja 5ê Hezîrana 2023yan tê sazkirin.

Biryar e Dengbêj Zahiro, Kerîmê Jîrkî û Şakirê Kopê di çarçoveya çalakiyê de çend stranan bibêjin û ji her yekê nivîskar û lêkolîner Veysel Çamlibel, Ahmet Aras û Seyîdxan jî gotarên xwe pêşkeş bikin.

Bernameya bîranînê ya bi moderatoriya Ayhan Erkmen wê bi dirûşma "Çanda me, rumeta min ye" bê sazkirin.

Dengbêj Şakiro

Dengbêj Şakiro ku navê wî yê rastîn Şakir Deniz e, di sala 1936an de li gundê Navika ser bi bajarê Agiriyê jidayîk dibe û di 60 saliya xwe de, ji ber nexweşiya gurçikê, 5ê Hezîrana sala 1996an li navçeya Bornovaya Îzmîrê koça dawî dike.

Di raportekê xwe de Omer Sonmez dibêje malbata Dengbêj Şakiro di sala 1959an de bo Edeneyê tê sirgûnkirin. Piştî sirgûniya 7 salan, di sala 1966an de diçin Mûşê û ew li vir dibe şagirtê Dengbêj Resoyê Gopala. Dengbêj Şakiro di sala 1983an de diçe Enqereya paytexta Tirkiyê û li wir 3 sal dimîne. Pişt re jî ji bo birayên xwe di sala 1986an de berê xwe dide bajarê Îzmîrê û tim di civata Kurdan de klaman distirê.

Şahê Dengbêjan Şakiro ku wek Kewê Ribatê jî tê naskirin, him di saxiya xwe de him jî piştî mirina xwe bandoreke mezin dide ser dengbêjîyê. Ji loma jî deng û sewta wî li çar perçe Kurdistanê û li cîhanê belav bûye.

Şakiro, li goristana taxa Merkezê ya Îzmîrê, ji welatê xwe dûr, li welatê xeribiyê veşartiye. Hezkiriyên Dengbêj Şakiro her sal diçin serdana gora wî dikin û wî bibîr tînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin