Herêma Kurdistanê: Em dê di berhemanîn û firotina neftê de berdewam bin

Herêma Kurdistanê: Em dê di berhemanîn û firotina neftê de berdewam bin

.

A+A-

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi tundî rexne li Kompanyaya SOMOyê girt û ragihand ku pêngava dawî ya kompanyayê dê bandoreke neyînî li ser diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de bike. Wezaretê her wiha diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser berhemanîn û firotina neftê.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê roja Înê 26ê Tebaxa 2022an daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî nameya Kompanyaya Firotina Petrola Iraqê (SOMO) şermezar dike ku roja 23ê Tebaxê ji aliyê kompanyayê ve hat belavkirin û tê de gefa yasayî li kiryar û bazirganên nefta xav a Herêma Kurdistanê dixwe.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di beşeke daxuyaniya xwe de balê dikşîne ser nameya SOMOyê dibêje, “Nameya SOMOyê dilopeke din e di bîreke zanyariyên şaş de ku SOMO wek beşek ji lîstikeke siyasî belav dike; şerekî ku hin aliyên siyasî yên Bexdayê ji bo êrîşkirina li ser destûra Federal a Iraqê bikar tînin. Her wiha armanca nameyê sistkirina diyaloga bi îradeya baş a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ye. Armanca diyalogê ew e ku planek ji bo birêvebirina hevbeş a çavkaniyên enerjiyê û dahatên Iraqê li ser bingeha Destûra Federal hebe.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dide zanîn ku nameya SOMO xwe dispêre nêrîna çend parêzerên ku tê îdiakirin li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ne û dibêje, “Lê li Iraqê Dadgeha Bilind a Federal nîne û ne jî biryarên wê yên hene. Ji ber ku heta niha ew dadgeha li gorî destûra bingehîn nehatiye avakirin. Ji ber vê yekê dadgeha Bexdayê ne Dadgeha Bilind a Federalî ye û nêrînên endamên wê jî ne li Iraqê û ne jî li cihekî din tu giraniyeke wan a yasayî nîne. Wek ku SOMO û yên din li Bexdayê dikin, nîqaşkirin û nîşandana rewşê bi awayekî din, bi tenê xapandin e. Xapandineke ku destûra federal bin pê dike û gefan li Komara Iraqê dixwe. Ev êrîşa siyasî ya li ser destûra federal ji xwesteka vegerandina Iraqê bo bihêzkirina navendê tê.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî her wiha got, “Madeya 92 ya Destûra Iraqê daxwazê ji Parlamentoya Iraqê dike ku 2 ji 3yên endaman deng bidine yasayekê ji bo ku ew yasa biryarê li ser kar û barên Dadgeha Bilind a Federalî bide. Heta ew yasaya derneketiye, ji ber wê jî Iraqê ne xwedî dadgeheke bilind a federal e ku xwe bispêre destûrê. Ew koma parêzeran jî ku 15ê Sibata 2022an nêrîna xwe eşkere kirin, ne xwedî desthilateke destûrî ye ku vê yekê bike.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di berdewama daxuyaniya xwe de anî ziman, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev biryar qebûl nekiriye û bêxem jî rûnane. Di 15ê Sibata 2022an de, ew roja ku “Dadgeha Bilind a Federal” biryara xwe derxist, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ev biryar nehiqûqî, nedestûrî û neqanûnî bi nav kir. Roja 28ê Sibata 2022an daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat piştgirîkirin. Di daxuyaniyê de biryara “Dadgeha Bilind a Federal” wek neqanûnî hat binavkirin û hat xwestin ku li gorî xala 92an a destûrê Dadgeheke Bilind a Federalî bê avakirin. Di meha Adarê de jî daxuyaniyên bi heman rengî hatibûn dayîn.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dibêje, “Ne SOMO û ne jî berdevkekî din li Iraqê hewl nedaye ku dadgeha ku jê re tê gotin Dadgeha Destûra Bilind a Federalî rewa bike. Sedem ew e ku dadgeh bi awayekî eşkere nedestûrî ye. Li Iraqê bi vê kêmasiyê tê zanîn lê ji aliyê kesên li derveyî Iraqê ve kêm tê fêmkirin. Bi berçavgirtina lawaziyên zêde yên dezgehên Bexdayê û lawazbûna argumanên wê, diyar dibe ku stratejiya Bexdayê ew e ku çîrokekê çêbike ji bo nezelaliya bazarê li derveyî Iraqê lê di wê mijara peywendiya wê bi Herêma Kurdistanê re de. Divê her kes ji daxuyanî û gefên bi vî awayî yên Bexdayê fêm bike û red bike. Rastî bi zelalî di Destûra Bingehîn a Federal de heye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku mafê Herêma Kurdistanê ye ku li herêma xwe veberhênanan bike û çavkaniyên hîdrokarbonê bi pêş bixe, weke ku di Destûra Federal û yasaya Kurdistanê de hatiye diyarkirin, “Hilberîna nefta Herêma Kurdistanê dê berdewam be, bi keştiyan dê were şandin bo bazaran, were firotin û were parzûnkirin. Di heman demê de tê payîn ku xwesteke veberhênanê û hilberînê jî zêdetir bibe.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî proseya navbeynkariyê û diyalogê ye ji bo çareserkirina nakokiyên girîng ên bi Hikûmeta Federal re di warê birêvebirina neft û gaza Iraqê de. Ev cudahî jî weke her cudahiya nêrînan divê li gor destûra federal û mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê bên çareserkirin. Heta wê demê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo parastina mafên xwe gavên xwe bavêje.”

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin