
Gelo Kurdistan dê li Îraqê bibe rêbera şoreşa teknolojiyê?
.
Sahîra Sidîq
Hişê çêkirî êdî ne xeyaleke zanistî ye lê bûye hêzeke guherîna bingehîn ku bandorê li ser hemû aliyên jiyana me dike, ji çawaniya karkirin û pêwendîdanînê bigire heta digihîje birêvebirina welêt.
Gava ku li seranserê cîhanê hikûmet xwe ji bo hilbijartinan û danîna karnameyeke nû amade dikin pirseke girîng derdikeve holê: Gelo em ji vê şoreşa teknolojîk re amade ne? Gelo hişê çêkirî beşek ji dîtin û plana me ya paşerojê ye yan em wekî pirseke nesereke pê re tevdigerin?
A rast ew e ku paşguhxistina hişê çêkirî di karnameya hikûmetê de, ne tenê windakirina derfetan e lê metirsiya paşvekişînê jî jê heye. Nebûna yekîne yan navendeke taybet a hişê çêkirî di nav hikûmetan de, dibe sedem ku dezgeh û wezaretên cuda bi awayekî tertûbelav, nehevaheng û pir caran neçalak vê teknolojiyê bi kar bînin.
Ev yek ne tenê çavkaniyan vala xerc dike lê metirsiya ewlehiyê jî çêdike û dibe rêgir ku sûdên stratejîk ên hişê çêkirî bi tevahî bên bikaranîn.
Vêga jî di saziyên fermî û taybet ên Herêma Kurdistanê de hê jî wekî pêwîst sûd ji şiyan û kapasîteyên hişê çêkirî nehatiye wergirtin. Hikûmet ji hinavê bernameya partiyan çêdibe. Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên meha çiriya pêşîn de, ez difikirîm ka dê kîjan partî destpêşxeriyê bike û hişê çêkirî têxe karnameya plan û stratejiya xwe lê mijara teknolojî û hişê çêkirî ne tê de, qala her tiştî hat kirin!
Dema ku di hilbijartinên 04.07.2024an ên Brîtanyayê de modeleke hişê çêkirî bi navê (AI Steve), hatibû berbijêrkirin di dema kampanyayê de bersiva welatiyan dida û karnameya xwe radigihand.
Dibe ku ev tenê cureyekî şanoyê be, ji ber ku qanûnên Brîtanyayê rê nadin karakterekî xeyalî bibe parlamenter lê belê ev yek girîngiya hişê çêkirî di wê rikberiyê de diyar dike ku niha welatên cîhanê, nemaze hêzên mezin ên wekî Çîn û Amerîkayê dest pê kiriye.
Vêga li Îraq û Herêma Kurdistanê ku hilbijartinên Meclisa Nûneran a Îraqê (Parlamento) li pêş in û Kurd di arasteya siyaset û stratejiya Îraqê de hêzeke bibandor in, girîng e ku partî li vê yekê bifikirin û bibin pêşengên şoreşeke teknolojîk a bi vî rengî li Îraqê. Lewra ji bo min girîng e ku ez behs bikim ka çima hebûna yekîneyeke taybet a hişê çêkirî di hikûmetê de pêwîst e?
Damezirandina yekîneyeke navendî ya ji bo hişê çêkirî di nava hikûmetê de çend armancên stratejîk pêk tîne:
Danîna stratejiya niştimanî û hevahengî
Dariştina dîtineke niştimanî ya yekgirtî ji bo çawaniya bikaranîna hişê çêkirî di xizmeta armancên giştî de.
Hevahengkirina hewldanan di navbera wezaret û dezgehên cuda de (wekî tenduristî, parastin, veguhastin, perwerde, darayî û hwd.), ji bo rêgirtina li ducarekirinê û piştrastbûna ku hemû ber bi yek armancê kar dikin.
Hişê çêkirî bandoreke kûr li ser jiyana welatiyan dike. Ev yekîne dikare reşnivîsên yasa û rênimayan darêje ji bo piştrastbûna ku hişê çêkirî bi awayekî dadperwerane, zelal û ewle tê bikaranîn.
Rêlibergirtina xerabbikaranîn an bikaranîna hişê çêkirî (AI) ji bo mebestên ziyandar û nexwestî.
Piştrastbûna ji wê yekê ku teknolojî li gel standardên exlaqî û nirxên giştî tê bikaranîn.
Duristkirina sîstema lêpirsînê ji bo wê yekê ku hemwelatî baweriya xwe bi wan sîstemên AI bînin ku hikûmet bikar tîne.
Hikûmet xwediyê zanyariyên zêde ne. Tîmeke navendî ya hişê çêkirî dikare piştrastiyê bide li ser parastina nihênî û ewlehiya zanyariyan li gorî standardên herî bilind.
Piştgiriya afirandinê
Navtêdana dahênan û afirandinê di sektora giştî de bi rêya bikaranîna hişê çêkirî ji bo baştirkirina xizmetguzariyan.
Karkirin û hevbeşîkirina li gel kompanyayên start-up, navendên lêkolînê û hevbeşên navnetweyî.
Dabînkirina budceyê yan jî çêkirina amrazên hişê çêkirî ku xizmeta armancên giştî bikin.
Pêşengî û rikberiya cîhanî
Hişê çêkirî (AI) bûye pirseke jeopolîtîk a fer û girîng. Welatên ku di vî warî de pêşeng in, bandora wan li ser dariştina yasa û standardên cîhanî heye.
Hebûna yekîneyeke taybet alîkariya welat dike ku di asta navdewletî de reqabetê bike û nûnertiya berjewendiyên xwe di qada hukimraniya cîhanî ya hişê çêkirî de bike.
Hişê çêkirî çawa dikare sektorên sereke biguhere?
Di hikûmetê de nebûna dîtineke zelal ji bo hişê çêkirî, welat ji çareseriyên afirîner û dahênerane yên ku ev teknolojî pêşkêş dike bê par dihêle, nexasim di wan sektoran de ku hîn jî pişta xwe bi pergalên kevn û bêkêr girê didin.
Mînak:
Tenduristî: Analîzkirina bileztir a daneyên pizîşkî, destnîşankirina zû ya nexweşiyan, pêşbînîkirina belavbûna pandemiyan, piştgiriya bijîşkên dûredest û otomatîkkirina tomarên tenduristiyê.
Perwerde: Pêşkêşkirina dersên taybetmend li gorî asta xwendekaran, wergerandina mijarên xwendinê, xweserkirina erkên rêveberî yên mamosteyan û destnîşankirina xwendekarên ku metirsiya devjêberdanê li ser wan heye.
Darayî û bac: Dîtina sextekariya bacê û tawanên darayî, pêşbînîkirina meylên aborî ji bo baştirkirina danîna budceyê û baştirkirina sîstema birêvebirina darayî ya giştî.
Ewlehî û parastin: Destnîşankirina gefên elektronîkî, şîrovekirina daneyên tawankarî û bihêzkirina ewlehiya sînoran (Wekî Amerîka û Çînê ku hişê çêkirî bi kar tînin).
Çandinî: Çavdêrîkirina tenduristiya berheman bi rêya wêneyên peykên destçêkirî yan dronan, pêşbînîkirina keşûhewa û afatan û baştirkirina berhema cotkaran (çandiniya zîrek).
Medya û têkoşîna li hemberî zanyariyên şaş: Destnîşankirina nûçeyên sexte û naveroka ziyandar di înternetê û kanalên ragihandinê de.
Hawarhatin û birêvebirina qeyranan: Pêşbînîkirina karesatên xwezayî, hevahengîkirina bileztir a tîmên hawarhatinê û terxankirina alîkarî û yarmetiyan bi şêweyekî mifadartir (wekî Japonyayê ji bo pêşbînîkirina erdhejan).
Welatên cîhanê çi dikin? Îraq li kû ye?
Welatên pêşeng ên wekî Amerîkayê (bi Ofîsa Destpêşxeriya Niştimanî ya Hişê Çêkirî), Yekîtiya Ewropayê (bi Ofîsa Hişê Çêkirî ya Komîsyona Ewropayê), Çîn, Sîngapûr, Îmarat, Siûdî, Brîtanya, Fransa û Hindistan, hemûyan stratejiyên niştimanî û yekîneyên taybet ji bo hişê çêkirî damezrandiye.
Van welatan fêm kiriye ku AI kilîtek e ji bo baştirkirina çalakiya hikûmetê, bilindkirina asta xizmetguzariyan û mayîna di pêşbaziya cîhanî de.
Li Îraqê, gavên destpêkê hatine avêtin. Ofîsa Şêwirmendiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, plan daniye ku stratejiyeke niştimanî ji bo hişê çêkirî were dariştin û komîteyeke bilind ji bo vê armancê pêk aniye ku nûnerên çendîn wezaretan tê de hene.
Ev gaveke baş a ber bi arasteyeke rast û durist ve ye lê girîng e ku ev stratejî tenê li ser kaxezê nemîne û bi awayekî pratîkî were bicihanîn û bibe bingehek ji bo damezirandina yekîneyeke karîger û bihêz.
Di serdemekê de ku hişê çêkirî tê ku her tiştî biguherîne, êdî ti hikûmet nikare vê pirsê paşguh bike. Nebûna stratejî û hevahengiya navendî, metirsiyeke mezin li ser çalakî, exlaq û paşeroja welêt çêdike.
Lewra damezirandina yekîneyeke taybet bi hişê çêkirî di nav hikûmetê de, niha ne tenê girîng e, tew pêwîstiyeke neçarî ye ji bo her hikûmeteke ku bixwaze bi awayekî jîrane, ewle û stratejîk li gel vê teknolojiyaya şoreşger tevbigere û di xizmeta welatiyên xwe de bi kar bîne. Ev veberhênana di paşerojê de ye.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin