
Fransa: Ji bo mafên Kurdan soz hatine dayîn û divê ev soz werin bicihanîn
.
Alîkarê Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jay Dharmadhikari ji bo Kurdên li Sûriyeyê got, "Divê sozên ku ji bo Kurdan hatine dayîn werin bicihanîn."
Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê Sûriyeyê de biryarên PKKyê û peymana di navbera HSD û Şamê de derketin pêş.
Di civîna Konseya Ewlehiyê ya mehane ya li ser Sûriyeyê de hema bêje hemû endamên Konseya Ewlehiyê piştgirî da peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyeyê de.
Bi taybetî jî di civînê de Fransayê amaje bi vê yekê kir divê sozên ji bo Kurdan hatine dayîn werin bicihanîn.
"Sozên ku ji Kurdan re hatine dayîn divê werin bicihanîn"
Alîkarê Nûnerê Fransa yê NYyê Jay Dharmadhikari li ser rewşa Kurdan û biryara PKKyê wiha got:
"Di dawiyê de, em hêvî dikin ku sozên ku derbarê Kurdên Sûriyeyê hatine girtin dê werin bicîhanîn.
Banga PKKyê ya ji bo danîna çekan û ragihandina fesixkirina xwe derfetek e ku ji bo parastina yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê were bikaranîn."
Her çi qasî Îran û Tirkiye ne endamên Konseya Ewlehiyê bin jî li ser daxwaza wan beşdarî civîna Sûriyeyê bûn û derbarê PKK û HSDyê daxûyaniyên gelekî girîng dan.
"Em hêvîdar in PJAK jî vê rêyê bişopîne"
Nûnerê Îranê yê NYyê Amir Saeid Iravani li ser biryara PKKyê bangî PJAKê kir û got:
"Em piştgiriyê didin daxuyaniya PKKyê ya ji bo çekberdanê û wê wekî gaveke girîng ber bi redkirina tundûtûjiyê û xurtkirina aramiya herêmî ve dibînin.
Em hêvî dikin ku komên din ên çekdar û terorîst ên girêdayî, di nav de PJAK jî, dê vê rêyê bişopînin û beşdarî aştî û ewlehiya mayînde ya herêmê bibin."
"Peymana HSD û Şamê dê birêvebiriyeke navendî misoger bike"
Nûnerê Tirkiyeyê Ahmet Yildiz jî bal kişand ser peymana HSD û Şamê û kamp û girtîgehên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê û wiha got:
“Tirkiye teqez daxwaza bi temamî bicîhanîna peymana di navbera HSD û Şamê de dike û bi awayekî ku wê birêvebiriyeke navendî ya yekane li seranserê Sûriyeyê misoger bike.
Tirkiye amade ye ku bi birêvebiriya Sûriyeyê re hevkariyê bike da ku navendên ragirtinê û kampên li Bakurrojhilat ewle bike û pêşî li vejîna terorê bi hemî şikil û xuyangên wê wekî DAIŞê bigire."
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen jî bi awayekî online ji Şamê beşdarê civîna Konseya Ewlehiyê bû û rapora xwe ya mehane parve kir.
Pedersen bal kişand li ser çend mijaran yên wek bîryara rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê û peymana di navbera HSD û Şamê.
"Peymana HSD û Şamê derfeteke dîrokî ye"
Geir Pedersen jî ji bo çareserkirina pirgirên di navber Şam û Rojavayê Kurdistanê de amaje bi peymana HSD û Şamê kir û wiha anî zimên:
"Peymana 10ê Adarê hîn jî derfeteke dîrokî pêşkêş dike ji bo çareserkirina yek ji pirsgirêkên sereke yên mayî di nav pirsgirêkan de.
Em berdewam dikin ku piştgiriya vê pêvajoyê kûrtir bikin, ku serkeftina wê ji bo serkeftina vê veguheztinê girîng e."
Pedersen berdewamî di rapora xwe de bal kişand li ser êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê, girîngiya destûra bingehîn û hilbijartineke azad.
Her wiha Pedersen got ku li dora Bendava Tişrînê tundûtûjiyên xemgîn tên dîtin, hem di dawiya nîsanê de û dûv re jî vê hefteyê li wir pevçûn ditîne.
Pedersen diyar kir ku ji bo her du aliyan jî lihevkirin hewce ye ji bo aramiya Sûriye û herêmê û divê diyalog berdewam bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin