Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê dest pê kir

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê dest pê kir

.

A+A-

 Li li Amsterdama Holendayê, Festîvala 4emîn a Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê dest pê kir û îsal zêdeyî 30 fîlman di festîvalê de tên nîşandan.

Festîvala 4emîn a Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê bi beşdariya 32 fîlmên Kurdî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, 9ê Gulanê dest pê kir dê sê roja berdwam bike.

Festîvalê bi fîlma “1988” a li ser Helebceyê dest pê kir.

“Îsal temaya me têgeha azadiyê ye”

Meyl Siyan ku yek ji rêveberên festîvalê ye, bû mêvana Diyasporayê bû û derbarê festîvalê de got:

 "Em destxweşiyê li Tora Medyayî ya Rûdawê û bernameya Diyasporayê dikin ku her sal girîngiyeke taybet didin festîvala me.

Ev yek ji bo me gelekî bi qîmet e. Îsal temaya me ya sereke Başûrê Kurdistanê û têgeha azadiyê ye.

Ew azadiya ku dibe havênê jiyana Kurdan. Li Başûrê Kurdistanê me beşek ji wê azadiyê dabîn kiriye, lê li parçeyên din ên Kurdistanê hêj ew azadî pêk nehatiye."

Festîval bi şêwazekî folklorî yê Kurdî, bi lêdana dahol û zurneyê û çend deqeyên dîlanê dest pê kir.

Di hewldanekê de ji bo nîşandana resenetiya kultûra Kurdî ji mêvan û beşdaran re, yekem berhema sînemayî ku di festîvalê de hat pêşkêşkirin, fîlmê "1988" bû ku behsa karesata kîmyabarana Helebceyê dike, bi beşdariya hunermendê navdar Şemal Ebdulrehman (Ebereş).

“Îsal fertîval berfirehtir bûye”

Meyl Siyanê di berdewamiya axaftina xwe de amaje pê kir ku çalakiyên festîvalê rojên înê û yekşemê li salona "Ketel house" a li navenda bajarê Amsterdamê berdewam dikin û wiha domand:

“Îsal festîvala me berfirehtir bûye, ji bilî salona sereke, me li hemberî Ketel Houseyê li navçeya Cindriya cihekî din jî vekiriye ku tê de ne tenê berhemên sînemayî.

Lê em dê hemû aliyên çanda Kurdî bi awayekî pirreng pêşkêş bikin, ji xwarinên Kurdî û kincên neteweyî, heta digihe berhemên Kurdî yên wek zeyta zeytûnê û hunera tatoyê bi dîzaynên Kurdî."

Di çarçoveya bernameyên festîvalê de, stranbêjên navdar ên diyasporaya Kurd "Şeyda" û "Çamos" dê gelek berhemên hunerî pêşkêş bikin, her wiha fîlmên festîvalê ji her çar parçeyên Kurdistanê tên nîşandan, di nav de berhema klasîk a derhêner Şewket Emîn Kokî ya bi navê "Paşayê Kerkûkê" ku îsal bi mêvandariya derhêner bi xwe tê nîşandan.

Siyanê bang li diyasporaya Kurd a Holandayê û welatên cîran kir ku beşdarî festîvalê bibin û got, "Me ji bo mêvanan bernameyeke dewlemend û tijî suprîz amade kiriye û em dixwazin hûn hemû beşdar bibin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin