Evîna Hemê Şivan û Zeynê -6-

Evîna Hemê Şivan û Zeynê -6-

Diyar Budak

A+A-

Her du suwar hatin nêzik. Hemo dît ku ew, birayê Zeynê yên mezin, Zinar û Reşo ne. Hemo li meydanê hazir û nazir, ji bo bersîva erişa wan xwe amade kiribû.

Zinar û Reşo silav li Hemo nekirin. Bê xatir û bê wîcdan xuya dikirin. Ji nêzîk va hinek seyîr hev kirin. Kesî qise nedikir. Her sê hesp jî rastî hev hatibûn û erşanî dikirin. Belkî jî wan dizanîya ewê şer bikin. Hesp bi gem û hevsaran zor dihatin zevtkirin. Herdu birayên Zeynê nedixwestin waxta xwe wenda bikin. Dixwestin ji demek zû da şer dest pê bike û ew jî karê Hemo xilas bikin. Lê rastî jî Hemo ne loqmekî sivik bû. Di carekî da Hemo nedihat daliqandin. Ew jî lawê bavê xwe bû. Jîyan timî aqil, firset û şans e… Firset û şans ne li gel Hemo bû.

Lê belê aqilê Hemo li cîh bû. Dîsan jî nedixwast rîskek giran bistîne ser xwe. Wî dixwast, bi rêyeke aşitîyane vê meselê safî bike.
Hemo carek din, bi dengekî zelal û zelûl bang li herdu birayên Zeynê kir…
Zeynê xiwşka wa ye, evîna Hemê ye, pir dilsoz e.
Bê şer teslimî we nakim, nav min û wê da, heye soz e
Zinar axa, suwarê hespê şînboz e
Emir mezin, bejn dirêj e û piştxûz e
Gelek bi hêrs e, pir jî bêkêf e, bi lêv û poz e
Çîmên hespê wî ji erdê derdixine dûman û toz e
Dibêjî di guhê wan da tê lêdan zurne û saz e
Direqise li hember Hemê, çiqas jî narîn û naz e
Dibêjî suwarê wan bes, bûne berbû û qîz e
Ketîye dîlanê, di serî govendê da dilîze
Erdê kevir û kelmeyê, kaş û nawal e, ne jî dûz e
Zerî ketîye, deşt beleke, dibêjî qey hatîye payîz e
Erçel û erşanîne qey xwarine (zîllotî) varcoxa binî gûz e
Hatine hember Hemê, dibînin çi daw û çi doz e
Qimiş nabim erîş bibim, suwarê ser wî, pir hêja û ezîz e
Herdu birayên Zeynê bi du hespên çûst, erşan û erçel erîş anîbûn ser Hemo. Hemo qayt kir ku xilasbûna wî ji dest birayên Zeynê tune. Hespê xwe, ber bi baxirekî ajot û çû. Pişta xwe da baxir (zinar). Di demên berê da, bav û kalan timî ji wî ra gotîbûn “lazime di şerda tu pişta xwe bidî pîyê zinaran”. Li paş Hemo Zeynê û baxirek, li hember wî jî du kehêlen erçel û du suwarên çavbixwîn, Zinar û Reşo axa. Hespên herduyan jî pir erşanî û hov bûn. Li dor Hemo dihatin û diçûn. Rewşa Hemo zor û ew di xeterê da bû. Hemo bang li Zeynê kir û got
Hespê Reşo axa reş û sor e
Histûda morî mircan dor bi dor e
Enîya xwe jî sipî ye û bor e
Suwarê wî kos e û ocax kor e
Qezîya pêşîn şîrîn e, paşî tim şor e
Ez şivan im, li ber derê axan mamê kol e
Ser me da hatîye, wa çi hukim û zor e
Nahêlin safi bikim, em bibînin ji xwe ra rê û çar e
Ketime tengasîyê, laşê min da tê xûya kirin mirin çiqa jî sar e
Zeynê axîn bike, birayên te kehêlan bila bînin xwar e
Zora wan nebim, ditirsim tu ji min ra nebî bermalî û yar e
Kuştina min ji bo birayê te, tune çi fayde û ne jî çi ka re
Herdu birayên Zeynê û Hemo hatin hember hev. Hemo, bêdil û bêçare li benda erişê wan bû. Bi rastî wî nedixwast li gel wan şer bike. Loma bêdil û bêçare bû. Birayê Zeynê, Reşo bi kilamek bang li Hemo kir û got:

Ay lo lawo ay lo lawo, Hemo li ber derê me şivan e
Te dile me şikandîye, gelek bi êş û jan e
Nanê ku te xwarîye, li gel me û li derê odane
Alifê gundê me, li te ra bibe heram e
Nîmeta mala me, te kor bike bi herdu çavan e
Xarina me te kut bike ji herdu nigan e
Te çer qîymişî me kir, revand xwişka me sê biran e
Em rezîl bûn di nav aşîrê Hîzolan û Gondê Budan e
Te çima Zeynê revand anî deşta Gewran e
Navê me baha bu, te ew kir pirr erzan e
Te agir berda nav malbata me hemûyan e
Em nehatine canê te bigirin, ne jî ji bo qelind, pere û pûlan e
Bersîva me bide mîna camêr û mêran e
Rabe bide çava darê rimê me herdu biran e
Eger tu mêranîyekî derxînî ji nav van erdan e
Emê bi xwe bibirin qelind û fermana te, bi destan e
Eger te nekir, emê dil û cîgerê te bikin nav gîzman e
Bavêjin ser xwelîdang û ser sergoyan e
De rabe Hemo hêrsa dilê min sar nabe, xemgînîya me giran e
De rabe Hemo, qet ji me ra mekê bahs û qezîyan e
De rabe Hemo bersîva me bide mîna mêran e
Fîstaneke rengîn, ji rengên kesk û sor û şîn li Zeynê bû. Fîstanê wê bi gulên zer ê çînçînik bejna wê ya tenik xemilandî bû. Li ser zinarekî piçûk rûniştîbû. Hiş û aqile wê û çavên wê li ser Hemo bû.

Bejna Zeynê ya bi hemû rengên Kurdistanî xemilandî, li deşte Gewran mîna gulek bedew û rengîn xûya dikir. Bi xemgînî li ser dawîya şer û li ser qedera xwe û Hemo difikirî.

Ji xemginîyê histûyê xwe xwar kiribû, bi çavgîrî li ser tam û eşqa xwe û Hemo dikilkilî û li Hemo mêze dikir.
Xewna wê rast derketibû. Herdu gurê nerên ku di xewna xwe dîtibû, Zinar û Reşo bûn. Dawîya vî şerî da kî bi ser dikeve? Herdu birayên wê yan ji Hemo? Ew hê xûya nebû!
Kî bi ser bikeve jî, ew wenda dike. Zeynê vê yekê baş dizanîbû.
Li pîyekî Zinar û Reşoyê birayên wê, li pîye din jî destgirtî û evîndara wê Hemê Şivan.
Hê hine li tilîyên wê yî direj û narîn neketibû, porê wê yê reşxelek û gulîyên wê yên hunandî bi ava gul û rihanan nehatîbû şûştin. Xêlîya kesk û sor û zer neavêtibû serê xwe û bûkantîya xwe pîroz nekiribû. Li alîyê din, hê di tilîya zavayê teze Hemê Şivan da gustîla Kurdî ya ji zêr û zîvên gilower tunebû. Dilê wê di nav du agiran da mabû. Di dilê xwe da digot rewşa ku ez tê da me, bila Xwedê neyne serê tu evindaran.

Hemê dûr û direj, li Zeynê mêze kir û dest bi kilamek kir û ji herdu birayên Zeynê ra got:
Axano!
Zeynê bermalîya min e ew ji min ra dibê can e
Evîna wê diêşîne dilê min ji gelek salan e
Hemê şivan e dîsa li ber pezê we û karan e
Min pir xwarîye nanê ji destê we axan e
Nanê we min kud meke bi nigan e
Bila kor meke ji herdu çavan e
Ya min ne ji cebrê ne jî ji zor û zerpan e
Çi he ji êşqa rehmetan û evîna dilan e
Dîsa di derîyê we da Hemê şivan e
Daxilê we biran û hemû Budan e
Min daxîl bigirin, ezê bibim ji we ra gavan e
Zinar li Reşo vegerîya jê ra got:

Va teresa dixwaze bi qezî û misletan me bixapîne. Lêborîna wî tu car qebûl neke. Em tenê canê wî dixwazin. Wekî din tu şert û şûrtê me tune. Careke din herdu bira vegerîyan ser Hemê. Dû ra Zinar dest pê kir û ji Hemê ra got:
Ay lo, ay lo Hemo tu şivanê dewar û pezan
Tu nikanî me bixapînî, bi peyvan û sozan
Em ne zarok in tu dikî mislet û qezîyan
Em canê te bistînin û laşê te bavên, paş wan rezan
De rabe Hemo de rabe bigre li hember me ref û hêzan

Zinar gotina xwe birrî, îcar Reşo bang li Hemo kir û ji Hemo ra got:
Qezî û şorên te bê fayde ne. Kerema xwe li hember me bisekine û cawabe me bide, ku em ji bikaribin li gel te rehet şer bikin. Qanûna şer ew e ku tu li hember me şûrê xwe bikişînî.
Rabe cawabe me bide li koşekî deştê Gewran
Eger tu mêranîyekî derxînî ji nav me her sêyan
Emê bi destê xwe ji te ra bibirin zêr û zîwan
Milanekî dermexînî, emê berdin xwîna te ser her du qêzêwan(pîlan)
Laşê te ji erdê bilind bikin û têxin nav gîzman
De rabe Hemo, berxwe bide, li ser erd û li bin ezman
Hêrsa me sar nabe, heya xwîna te dilop dilop nerijîyan
Lazim e em ruh û canê te bistînin heya roj neçûye avan
Rabe bigre li hember me ji xwe ra şûr û mertalan

Hemê çawa kir, dîsa jî ji dest herdu biran nikarîbû xilas bibe. Hemû derî li ser wî hatîbûn girtin. Teselîya wî ketibû. Hemû rê û dirp li ber wî hatîbûn birrîn. Deşt bêdeng bû. Tenê dengê xuşina ava Çemê Pirê û weqeweqa beqan di nav kanîye da dihat guhê Hemê.

Herdu birayên Zeynê gavek pêşta dixwestin, zora Hemê bibin û di deşta Gewran da cezayê wî bînin cîh. Hemê û Zeynê bê hevî bûn û ketibûn qisaweteke mezin… Lê jiyan tim li axan guhdarî nake carcaran jî ji şivanan ra rê vedibe û ew jî rûken dibin…

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin