Erdogan li ser destûra nû daxuyanî da

Erdogan li ser destûra nû daxuyanî da

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan der barê xebatên destûra bingehîn a nû de axivî û got, "Tirkiye êdî nikare bi destûra bingehîn a derbekaran ber bi paşerojê ve bimeşe û pêdiviya me bi destûra ku sivîlan amade kiriye heye."

Erdogan li ser dubare namzedbûn û hilbijartina xwe jî got, "Ti pirsgirêka min a ji nû ve hilbijartin an jî ji nû ve namzedbûnê nîne."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, dema ji Macaristanê vedigeriya di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandin.

Gelo dê YPG jî çekan deyne?

Recep Tayyîp Erdogan derbarê biryara çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê û bandora wê ya li ser YPGyê wiha got:

Di axaftina me ya bi rêya telefonê ya bi Birêz Trump re, me bala xwe da ser rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê.

Paşê, dema ku Birêz Trump çû Riyadê, hat xwestin ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer were wir. Em jî bi rêya înternetê beşdarî wê civînê bûn.

Dûre, Wezîrên me yên Karên Derve, di encama hevdîtinên xwe de, dîtina ku li wir hat avakirin, pêk anîn.

Piştî daxuyaniya Amerîkayê, Konseya Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê jî biryarek da.

Wan jî ragihand ku dorpêçên xwe radikin. Ev ji bo aramkirina Sûriyeyê di herêmê de gavên gelekî girîng in.

Ev nîşan dide ku dîplomasiya me ya avaker û pirqatî çawa encaman derdixe. Civîna Riyadê careke din nîşan da ku welatê me çiqas aktorekî girîng e di pêvajoyên krîtîk de.

Li aliyê din, pirsgirêka YPGyê çend aliyên wê hene. Yek ji wan pirsgirêka girtiyên DAIŞê ye ku YPG demeke dirêj e di bin kontrola xwe de digire.

Me bi Amerîkiyan, bi birêvebiriya Sûriyeyê û bi birêvebiriya Îraqê re komîteyek ava kiriye.

Em bi hev re kom dibin û mijarê gotûbêj dikin ku "Dê çi bê serê girtiyên DAIŞê û sivîlên ku di kampan de dijîn, bi taybetî jin û zarok?" Xebateke hûrgilî ya derbarê wan de berdewam dike.

Li aliyê din, pirseke din ev e ku dê YPG bersivê bide banga li Tirkiyeyê yan dê li rêkeftina 8ê Adarê ya li Şamê sadiq bimîne? Yan jî dê her duyan bi hev re bike?

Pêvajoya danîna çekan û fesixkirina PKKyê rêxistina wê ya Sûriyeyê jî dihewîne. Em bawer dikin ku rêkeftina 8ê Adarê bi banga ji Enqereyê û ji Îranê bêhtir tê piştgirîkirin.

Ew niha di nav pêvajoyeke derbasbûnê û lêgerînê de ne. Em dibînin ku rojên pêş me gelekî krîtîk in.

Saziyên me yên têkildar bi hevberên xwe re pêvajoya tevlîbûna hemû komên çekdar ji bo artêşa Sûriyeyê dişopînin.

Bi taybetî em mijara têkildarî YPGyê gelekî nêzîk ve dişopînin. Girîng e ku rêveberiya Şamê bala xwe ji vê mijarê neqetîne.

Ji ber ku niha gelek mijar hene ku divê li ser wan biaxivin. Em hewl didin ku bala wan bikişînin ser vê mijarê.

Di mijara kampan de, divê Îraq bala xwe bide serê. Bi taybetî piraniya jin û zarokên di kampa El Holê de yên Îraq û Sûriyeyê ne.

Divê ew erkên xwe bi cih bînin. Bi çareserkirina van pirsgirêkan, girîngiya YPGyê dê kêm bibe û hevgirtina wê dê hêsantir bibe."

Çêkirina destûra nû

Serokkomarê Tirkiyeyê li ser çêkirina destûreke nû û dubare namzedbûn û hilbijartina xwe got:

"Tirkiye diguhere, cîhan diguhere. Em di serdema nû de dijîn û em ber bi serdema hîn nûtir ve diçin.

Di cîhaneke ku bi vê lezê diguhere de, gelo mimkin e ku em bi destûreke ku di şertên derbeyê de hatiye amadekirin û çi qasî bê guhertin jî zihniyeta derbeyê di nav rêzên wê de heye, bigihîjin cihekî?

Ma em 40 sal in nabînin ku yekkirin û yekbûna civakê bi destûra ku derbekaran nivîsandiye çi qasî zehmet e?

Gelo kes heye ku nizanibe gelek pirsgirêkên ku îro em dijîn di bingeha xwe de ji destûra derbeyê tên?

Di jiyana xwe ya siyasî de min her dem aniye zimên ku Tirkiye hewceyî destûreke sivîl, demokratîk û azadîxwaz e.

Îro jî ez li heman cihî me. Êdî Tirkiye nikare bi destûreke ku derbekaran nivîsandiye û daniye holê ber bi paşerojê ve biçe.

Êdî pêwîstiya me bi destûreke ku ne derbekaran lê sivîlan daniye holê heye. Ji bo vê jî em wekî AK Partiyê xebatekê dikin. Me berpirsyarî dane hinek hevalên xwe jî di vê mijarê de.

Bangî CHPyê kir: Werin em dest bidin hev

Hemû mesele ew e, gelo Partiya Gel a Komarî (CHP) jî dê bi me re tevlî rêwîtiya çêkirina destûreke sivîl a hevpar bibe? Ya giring ev e.

em dibêjin; werin em dest bidin hev. Em komisyonên xwe ava bikin û bi van komisyonan ve em di demeke kurt de destûra sivîl ava bikin û pêşkêşî gelê xwe bikin.

Bila hem neteweyî be hem jî xwecihî be. Bi vî awayî inşallah Tirkiye destûreke wisa bibîne û bijî. Ti sedem tune ku nebe.

"Ti pirsgirêk bi 4 madeyên destpêkê re nînin"

Ti pirsgirêk bi 4 madeyên destpêkê re nînin. Yanî wekî AK Partiyê ti pirsgirêka me ya bi vî rengî tune û pirsgirêka piraniya partiyên siyasî yên din jî bi vî rengî tune.

Madem ku ti pirsgirêka girêdayî 4 madeyên destpêkê li holê tune, em dê tenê nexşerêyê diyar bikin.

Em dikarin bi lez heyetên xwe ava bikin. Di dema serokwezîrtiya min de me xebateke bi vî rengî pêk anîbû, dîsa dikarin bikin, dê zêde dema me negire.

Em destûra nû ne ji bo xwe, ji bo welatê xwe dixwazin. "Ti derdê min ê dubare hilbijartinê yan dubare namzetbûnê tune"

"Ti derdê min ê dubare hilbijartin yan namzedbûnê tune"

Ti derdê min ê dubare hilbijartinê yan dubare namzedbûnê tune. Derdê me ew e ku em bi gavên ku biavêjin rûmeta welatê xwe çawa bilind bikin.

Niha êdî bi şukur hatina neteweyî ya Tirkiyeyê gihîştiye rewşeke bihêz. Dema ku em hatin ser kar reqem çi bûn, niha reqem li ku derê ne?

Tu li îxracatê dinêrî, bi şukur me gihîştiye astên 265-270 milyar dolarî. Li aliyê din hatina neteweyî ya me ya ji bo her kesî li gorî wan salan dest bi bilindkirinê kiriye.

Rezerva me jî dest bi hilkişînê kiriye. Di warê rezerva dolarî de niha xezîneya me bihêz e."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin