
Endamê Polîtburoya Hemasê: Em amade ne dev ji desthilatê berdin
.
Endamê Polîtburoya Tevgera Hemasê Basim Neîm ragihand ku ew amade ne di dema herî zû de desthilatê bi cih bihêlin û wan berê jî ev yek gotiye ku armanca wan "dawîanîna li dagirkeriyê û avakirina dewleta Filistînê ya serbixwe ye."
Basim Neîm derbarê mercên agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê got, “Mercên me zelal û eşkere ne û ew ji bo gotûbêjkirina rawestandina şer û dijminatiyê û jenosîdê û vekişîna hemû hêzên Îsraîlî û vekirina deriyên ji bo dubare avakirinê em amade ne."
Neîm da zanîn ku pêwendiyên wan ên rasterast bi Amerîkayê re hene û got, “Armanc ji wan pêwendiyan ew e ku agirbest were pêkanîn.”
Endamê Polîtburoya Siyasî ya Tevgera Hemasê Basim Neîm pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.
Rûdaw: Gotûbêjên tevgera Hemasê li gel Amerîkayiyan di çi astekê de ne û hûrgeliyên wan çi ne?
Basim Neîm: Li gel Amerîkayê ev çend hefte ne, çi rasterast yan nerasterast pêwendiyên me çêbûne. Ev pêwendî hinek caran bi şêweyê rasterast rû çebûne, wekî hevdîtina me ya li gel birêz Boler an jî bi şêwazên din wekî rêya nameyan û rêyên din çêbûne.
Amerîka ew hêz e ku ji bo pêkanîna agirbestê dikare zexteke rastîn bixe ser Îsraîlê.
Ev pêwendî, wekî min got, çend hefte ne berdewam dikin, carekê bi şêweyê rasterast, carekê bi şêweyê nerasterast, hinek caran bi hevdîtin rû bi rû, hinek caran jî bi rêyên din ên pêwendîdanînê pêk tên.
Rûdaw: Ew gotûbêjên rasterast li kû hatin kirin û di çi astî de bûn?
Basim Neim: Ev gotûbêj bi şandeya Amerîkî ya ku ji bo şopandina şerê Xezeyê û guhertina dîlan hatiye şandin, hatine encamdan, yanî bi birêz Witkof û tîma wî re hatine kirin. Wekî min got, bi wê tîmê re têkilî hatiye danîn, me çend caran bi birêz Boler re hevdîtin kiriye û çend caran bi awayên cuda bi birêz Witkof re têkilî hatine danîn. Wekî min behs kir, hinek caran hevdîtinên rû bi rû hebûn wekî li gel Birêz Boler.
Rûdaw: Hûrgiliyên dan û standinan çi bûn? Daxwaziyên Amerîkiyan çi bûn, nêrîna wan li ser rawestandina şer çi ye? Her wiha şertên we ji bo rawestandina şer çi ne?
Basim Neîm: Mercên me zelal û eşkere ne, em amade ne ji bo gotûbêjkirinê yan jî ketina nav her rêkeftinekê bi mercê ku di dawiyê de bigihîje biryara rawestandina şer û rawestandina dijminatiyê û jenosîdê û vekişîna hemû hêzên Îsraîlî û vekirina deriyan ji bo avakirina Xezeyê.
Di vê çarçoveyê de, pêvajoya guherandina dîlan dê çêbibe, ew dê hemû dîlên xwe bistînin û beşek ji dîlên me jî dê di girtîgehên dagirkeran bên berdan.
Amerîkayê carinan peyamên erênî dişandin ku ev gotinên rast û gotinên mantiqî bûn ku mirov dikare li ser wan dan û standinan bike.
Lê mixabin gelek caran îdareya Amerîkayê heman gotinên Îsraîlê dubare dikir ku digot em nikarin bigihîn agirbesteke hertimî eger hemû dîlên Îsraîlî neyên berdan û çekê tevgera Hemasê neyê danîn û hin serokên wê neyên dûrxistin.
Bê guman helwesta me zelal bûye, berî her tiştî em dixwazin şer bê rawestandin, rawestandineke timî ya şer û vekişîna hêzan. Wê demê em jî amade ne ku hemû dîlan berdin.
Em amade ne ku desthilatê bihêlin û me di salên borî de jî gotiye. Em li ser desthilatê israr nakin, em tevgera parastinî ne û ne partiyeke siyasî ne ku armanca wê ya sereke gihiştina desthilatê be. Em tevgera parastinê ya xelkê ne ku di bin dagirkeriyê de ye.
Lewma mayîna Hemasê di desthilatê de tiştekî ku pirsgirêk tê de nîne, me gotiye ku helwesta me zelal e, em bi her hikûmeteke Filistînî razî ne, çi hikûmeta yekrêziya neteweyî be yan hikûmeta rêkeftina neteweyî yan jî hikûmeteke teknokrat be.
Her wiha em bi pêşniyara Misirê ya ji bo avakîrina desteyekê yan komîteyeke ya demkî ya ji bo birêvebirina Xezeyê razî bûne heya ku rêkeftinek li ser şêweya dawî tê kirin.
Hemasê bi awayekî zelal helwesta xwe aniye ziman, armanca me dawîanîna dagirkeriyê û avakirina dewleta Filistînê ye. Dema ku ev armanc pêk hat, Hemas dikare bibe partiyeke siyasî û çekên parastinê dikare ji dewleta paşerojê ya Filistînî re bên veguhastin, hemû çekdarên parastinê dikarin bibin beşek ji artêşa paşerojê ya Filistînê.
Lê niha, di vê gavê de, em nikarin qebûl bikin ku mijara çekên parastinê li ser ti maseyan gotûbêjan be. Wekî ku me got, ev girêdayî bidestxistina destkeftina mezin e ku damezrandina dewleta Filistînê û vegerîna xelkê ye.
Lê mijarê dûrxistina serokên Filistînî, bê guman tiştekî neqebûlkirî ye û ne tenê xeta sor e, belkî zêdetir ji xeta sor e, ji ber ku Filistînî li ser axa xwe, li welatê xwe û li niştimanê xwe û di nav gelê xwe de ye.
Kê mafê wê yekê heye ku daxwazê ji Filistîniyan bike ku xwe dûr bixin û qebûl bikin ku ji bo cihekî din bên dûrxistin? Bê guman Filistînî 76 sal in ku parastinê dikin û di oxira mayîna li ser vê axê de qurbaniyan û baceke mezin didin, lewma em nikarin qebûl bikin ku ti Filistînî, çi serok be an ji Hemasê be bên dûrxistin.
Rûdaw: Yanî hûn amade ne ku li beramberî avakirina Xezeyê û rawestandina şer li Xezeyê dest ji desthilatê berdin?
Basim Neîm: Sala 2014an dema ku me hikûmet radestî hikûmeta yekrêziya niştimanî kir me ev kar kir. Her wiha 2017an dema ku me komîteya rêveber radestî hikûmeta Filistînê li Ramellahê kir me ev kar kir.
Di peymana Pekînê ya Nîsana 2024an de, bi amadebûna hemû aliyan, em razî bûn ku gava yekem ji bo pêkanîna yekrêziya Filistînî, pêkanîna hikûmeta yekrêziya niştimanî û bi ti aliyan ve girêdayî nebe dest ji desthilatdariyê berdin.
Her wiha em razî bûn bi pêşniyara Misirê ya ji bo pêkanîna desteyekê yan komîteyeke demkî ji bo birêvebirina kar û barên Xezeyê ji A heya Z bigirin dest, wekî tenduristî û perwerde û ewqaf û kar û barên civakî û ewlehî û deriyên sînor û hwd, heya dema ku lihevkirinek li ser hikûmeteke Filistînê were kirin.
Em bi van hemûyan razî bûn. Lê wekî min got, Netanyahu bi awayekî eşkere dibêje, `Ez ne Hemasistan û ne Fetihistanê dixwazim.` Ew ne Hemas û ne Fetih û ne jî ti hebûnên siyasî yên Filistînî li ser erdê dîrokî yê Filistînê dixwaze.
Rûdaw: Hewlên we û Amerîkiyan di demekê de ne ku Îsraîl dest bi operasyoneke nû li Xezeyê kiriye, bi ya te Amerîka dê di hewlên xwe de ji bo rawestandina şer û ragihandina agirbesteke din serkeftî bibe?
Basim Neîm: Ya yekem, em di wê baweriyê de ne ku Amerîka ew aliyê bihêz e ku kart û amûrên wan ji bo rawestandina vî şerî di dest de ne. Îsraîl wekî saziyek bêyî piştgiriya welatên rojava bi taybetî Amerîka nikare di vî şerî de berdewam be.
Îsraîl û hikûmta wê bêyî piştgiriya Amerîkayê nikare berdewam bike. Belê, eger Amerîka bixwaze, dikare. Lê li aliyekî din, Netanyahu û hikûmeta wî ya tundrew hest dikin ku parastinek ji bo wan heye û wekî dewleteke serserî tevdigerin, her wekî ew di daristanê de bin, li vir û li wir didin bêyî ku ti lêpirsîn hebe, yan ti şopandin û ceza hebin.
Pirsgirêk ne tenê li Xezeyê û bi Filistîniyan re ye. Lê ew bi wê hêza ku heyî serxweş bûne, bi piştgiriya navneteweyî ya bêsînor bi taybetî ji Amerîkayê serxweş bûne, wisa lê hatiye ku li herêmê bi aqil û qanûna daristanê û wekî dewleteke serserî tevdigere.
Ji ber vê ev berpirsyariya civaka navneteweyî ye ku di heyama 76 salan de têk çûye ku sînoreke ji bo vê trajediyê deyne û alîkariya gelê Filistînê bike ji bo bidestxistina armancên xwe bi avakirina dewleta serbixwe ya Filistînî bi paytext Qudsê û vegerandina penaberan.
Ev têkçûna mezin a civaka navneteweyî ye û tenê civaka navneteweyî dikare berpirsyariyê hilgire. Tenê gotin û daxuyanî ne bes in, belkî pêwîstî bi rêbaz û gavên pratîkî heye ji bo bidawîanîna vê trajediyê.
Rûdaw: Di dema borî de we rehînekî Amerîkî azad kir, gelo ew di beramberî çi de bû?
Basim Neîm: Di rastiyê de, daxwaza azadkirina vî girtiyê Amerîkî demek e tê axaftin, nêzîkî du mehan e. Me ji destpêkê ve pirsgirêk an jî astengiyek ji bo berdana wî nebû lê daxwaza me ew bû ku berdan di çarçoveya rêkeftinekê de be û di wê çarçoveyê de be ku di dawiyê de em bigihîjin rawestandina şer.
Pêşniyarek bi rêya navbeynkaran hebû ji bo berdana leşkerê Amerîkî-Îsraîlî, di beramberî de ku Serok Trump zextê bixe ser Îsraîlê û neçar bike ku rê bide hatina alîkariyan. Ev armanceke mezin bû ji bo me.
Sedema duyem jî ew e ku Serokê Amerîka ji bo agirtbest were gotûbêjkirin bangeşeyeke cidî dike. Bê guman bi mixabîniyeke zêde, tevî wê yekê ku rastî û duristiya helwestê di navbera Amerîkiyan û Îsraîliyan de heta vê kêliyê jî diyar nîne, hinek dibêjin ku Amerîkî di vê helwesta xwe de li gel Îsraîliyan hevaheng bûn û hinekên din jî dibêjin na. Lê diyar e nakokiyeke rasteqîn di navbera her du aliyan de heye.
Rûdaw: Niha çend dîlên Îsraîlî li cem Tevgera Hemasê ne û rewşa wan çawa ye?
Basim Neîm: Rastî hejmara wan nizanim, behsa nêzîkî 50 kesan tê kirin di navbera sax û miriyan de lê hejmareke min a rast nîne. Bêguman rewşa wan wekî rewşa gelê Filistînê ye, gencên berxwedanê û serkirdayetiya wê hewl didin li gorî karîna xwe wan biparêzin.
Lê tevahiya Xezeyê di rewşeke pir metirsîdar de ye, kesê ku şevê bi bombebaran neyê kuştin, sibehê ji ber birçîbûnê dimire.
Ev rewş ji bo gelê me û ji bo dîlan jî heman tişt e. Lê divê ez li vir amajeyê bi tiştekî bikim, piraniya medyaya navneteweyî û yên din jî pirsyaran li ser hejmar û rewşa van dîlan dikin.
Îro gelê Filistînê zêdetir ji 15 hezar dîl di zîndanên dagîrkeran de hene, mêr û jin û zarok û astengdar û nexweş û hwd. Ew rastî şkenceya herî xirab tên, şkenceya derûnî û laşî û heta ku ew destdirêjiya cinsî tên. Em her roj nûçeyên wan dibihîzin ku di nav zîndanan de dimirin.
Nêzîkî 3 hezar Filistîniyên Xezayê ji nav malên xwe û ji nexweşxaneyan an ji navendên manê hatine revandin, mêr û jin û zarok ku em ti tiştî li ser wan nizanin, ti agahiya me nîne û em nizanin gelo ew zindî ne an mirin e.
Em bi rêya navendên mafên mirovan nûçeyên şkencekirina wan dibihîzin. Bifikire ku ji dema girtina wan ve çend meh in di girtîgeha Sîdîtman de ne, bi temamî tên tazîkirin û dest û lingên wan tên girêdan, şev û roj di wê rewşê de ne, rûbirûyî van hemû şkenceyan dibin bêyî ku cilên wan li ber wan bin, tenê hinek xwarin digihê wan.
Lewma em hêvî dikin ku behskirina hinek dîlan ku leşker in û hatine Xezeyê ji bo ku Filistîniyan bikujin, li hemberî wê binpêkirinan jî hebe. Ji milyonekê zêdetir Filistînî ji mêr û jin û zarok ji sala 67an ve li zindanên Îsraîlê hatine girtin. Mixabin Filistînî wekî ku me got, mafên wan her dem tên binpêkirin û ronîkirina êş û pirsgirêkên wan di asta navdewletî de ne di pêşîna karên civaka navdewletî de ye bi taybetî li rojava.
Rûdaw: Medyaya Amerîkayê di çend rojên borî de behsa wê kir ku gotûbêj li ser wê tê kirin ku milyonek Filistînî veguhezin Lîbyayê, gelo ev rast e? Hûn bi vê razî dibin?
Basim Neîm: Bi baweriya me ev nûçe di çarçoveya şerê derûnî û zextxistina ser gelê me û ser gotûbêjan de ne. Niha gelê Filistînê 18 meh in li hemberî vê dijminatiyê berxwe dide, alaya spî bilind nekiriye, ne tenê li berxwe dide, hemû anketên raya giştî dibêjin ku gelê Filistînê bi tundî red dike ku derkeve.
Ez hertim dibêjim ku roja 6ê Gulana 2024an nêzîkî milyon û 200 hezar Filistînî li bajarê Refehê bûn. Dema ku Netanyahu biryara ketina Refahê da, roja din ku dibe 7ê Gulanê, yek Filistînî jî neçû û me wêneyê yek Filistînî jî nedît ku ber bi başûr ve diçe, yanî ber bi Nîvgirava Sînayê an jî Misrê ve, tevî ku ew ne karekî zehmet bû.
Hemû ber bi bakur ve çûn, ber bi Xan Yûnisê û herêma navîn û bajarê Xezeyê ve çûn tevî ku dizanibûn ber bi mirin û wêrankarî û birçîbûnê ve diçin.
Gelê Filistînê koka xwe qayîm kiriye û destê xwe bi erdê xwe girtiye û bi tundî van ramanan red dike.
Niha hewlek heye, belê em dizanin ku hewl û zext hene. Li gorî ku em dizanin, heta vê kêliyê ti dewlet bi fermî razî nebûye. Rojane nûçe di medyayên Îsraîlî de li ser Filistîniyan tê belavkirin ku bi dilxwazî Xezeyê terk dikin.
Em dizanin ku yên ku îro ji Xezeyê derdikevin bi hevahengî li gel Xaça Sor a Navneteweyî, zarokên nexweş in.
Belê hejmar heye lê hejmareke sînordar, bi dehan kes in. Wekî ku me got piraniya wan nexweş an jî birîndar in, hinek xwendekar jî hene. Lê bê guman raya giştî hez nake ku derkeve, Filistîniyan di heyama 76 salên borî de baca zêde dane.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin