Ekrem Onen: Derfetek bo Kurdistana Sor peyda bûye

Ekrem Onen: Derfetek bo Kurdistana Sor peyda bûye

.

A+A-

Akademîsyen û lêkolînerê Kurd Ekrem Onen derbarê rewşa Qerebaxê piştî dawîn şerê Azerbaycan û Ermenistanê tekez dike “Niha şansek heye û divê Kurd vegerin û komîteyekî ava bikin û pirsa xwe bixin rojevê û ev dê bi azerî û rûsan re bê giftûgokirin. Divê Kurd bibêjin `ew dever Kurdistana Sor bû` û divê ji bo vê yekê kar bikin.”

Şerê nû yê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê li herêma Nagorno-Qerebaxê, roja 27ê Îlona îsal dest pê kiribû û artêşa Azerbaycanê heta encamdana rêkeftina agirbestê di roja 10 vê mehê de, herêmeke berfireh ji bin kontrola Ermeniyan derxist.

Pisporê peywendiyên navdewletî akademîsyenê Kurd Ekrem Onen derbarê şerê Azerbaycan û Ermenistanê li Qerebaxê, pêkanîna agirbestê, helwesta Rûsyayê, rola Tirkiyê, çarenivîsa Kurdên li ser axa xwe hatine derkirin û herwiha rewşa “Kurdistana Sor” ji Rûdawê re axivî.

Ew akademîsyenê Kurd destpêkirina şer di vê dem û qonaxê de girê dide bi çend sedeman ku ew jî; siyaseta hikûmeta Ermenistanê, daxwaz û helwesta Rûsyayê û peydabûna derfetekê bo Azerbaycanê.

Ekrem Onen dibêje, hikûmeta nû ya Ermenistanê ya di bin pêşengiya Nîkol Paşînyan de ku bi gotina wî “bi piştevaniya Diyaspora Ermenî û welatên Rojavayî” hatiye ser hikûm, ev 2 sal e siyaseteke dûrketina ji Rûsyayê dabş ber xwe û di vê çarçovê de ew kesên alîgir û nêzîk in li Rûsyayê ji nav îstîxbarat, artêş û dezgehên din ên dewletê der kirin.

Onen tekez dike ku ev siyaset bû sedema sarbûnekê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û “Rûsyayê jî nexwest yekser destwerdaneke leşkerî bike û bi metodên din xwest vê rêvebriyê ji kar bixe û bi Azerbaycanê da fêmkirin ku eger niha êriş bikin li Qerebaxê ew dê piştgiriya Ermenistanê nekin.”

Ekrem Onen amaje bi wê dike ku şerê li Qerebaxê bi temamî di bin kontrola Rûsyayê de bû û li ser helwesta Rûsyayê jî dibêje, “Rûsyayê siyaseteke wisa da ber xwe ku destpêkê deng li hember pêşveçûna Azerbaycanê negire lê nehêle jî Qerebax bi temamî bikeve û ma li bendê heta şer hat wê asta wan dixwast.”

Derbarê armanca vê siyaseta Rûsyayjî jî Onen dibêje, “Ermenistan bi bin dikeve, Serowkezîr dibe hedefa xelkê ku wî biguherin. Û Niha jî wisa çê bû.” Û diyar dike, “Azerî têgihiştin ku navbera Rûsya û Ermenistanê nexweş e û ji xwe berê amadekariyên xwe dikirin, dest bi êrişê kir.”

Ew akademîsyenê Kurd amaje bi wê dike, Ermenistanê baweriya xwe bi rêkeftina “Parastina Kolektîf a Leşkerî” dianî ku eger êrişek çê bibe “Rûs dê piştgiriya me bikin, lê dema şer dest pê kir, Ermenistan daxwaz ji Rûsan kir ku wê maddeya kolektîf bikar bîne lê Putîn got, dema êrişek li ser axa Ermenistan pêk were ew amde dikeve warê cîbicîkirinê, yanî ew şer wek li ser axa Ermenistanê nedît.”

Bi gotina Onen bi ketina devereke berfireh li Qerebaxê bo bin kontrola Azerbaycanê, “Rûsyayê Ermenî anîn ser xetê” û dibêje jî, “Helbet Rûsya naxwaze ev pirsgirêk bigihije çareseriyeke bingehîn jî  ji bo hebûna wê jî li wê deverê hebe.”

Li ser de destkeftên Rûsyayê ji vî şerî Onen diyar dike, “Yek hikûmeta di bin serokwezîriya Paşînyan de dê temen kurt be, Rûsyayê hêza xwe li Qefqasyayê zêde kir û serbazên xwe li herêmê bicih kir û Azerî jî dê bikevin wê Parastina Kolektîf a Leşkerî û Rûsyayê bi kevirekî gelek tişt bi dest xistin.

Rûsya navxwe Kafkasya ji kontrola wê derxe û bi ti aliyekî re parve bike, Rûsyayê ev şer da destpêkirin û Rûsyayê rawestand. Rûsyayê di encama wî şerî de serbazên xwe anîn deverê.”

Li ser girîngiya herdu dewletan bo Rûsyayê jî Onen dibêje, “Her çiqas Rûsya wek piştgirekî esasî yê Ermenistanê bê dîtin jî  di rastiyê de ne wisa ye û ji bo Rûsyayê ti ferqa Ermenistan û Azerbaycanê nîne heta belku girîngiya Azerbaycanê zêdetir e. Ji ber  ku Ermenistan ji bo Rûsyayê tenê di warê jeopolîtîk de, lê Azerbaycan di warên jeopolîtîk û jeoekonomîk de jî girîng e; çavkaniyên petrol û gazê.”

Derbarê dawîn rêkeftina di navbera aliyan de jî Onen dibêje, “Tenê hêzên Rûsyayê dê li wê deverê hebin, navendeke hevbeş dê hebe û ti eleqeya wê bi tifaqa Ermenî-Azerî û Rûsan nîne û eleqeya wê bi Azerî û Rûsan heye û dê tenê navendeke kontrolê be û ew jî ne diyar e.

Tifaqa niha ya li ser Qerebaxê hatiye çê kirin di navbera Ermenî-Azerî û Rûsan de ye û ti aliyek din tê de nîne û tenê leşkerên Rûsî dê li ser xeta di navbera aliyan de hebin.”

Li ser rola Tirkiyê di şerê Qerebaxê û pêşveçûna Azerbaycanê de Onen ne di wê baweriyê de ye ku wek tê gotin Tirkiye yekser bi firokeyên xwe beşdarî şer bûbe û tekez dike, “Azeriyan di heyamên dawîn de gelek çek ji Îsraîl, Rûsya û welatên din kirîn û amadekariyên xwe kirin û di warê aborî, leşkerî û hêza mirovî de ji Ermenistanê bihêztir e.”

Ekrem Onen li ser şiyana serbazî ya Ermenistanê jî dibêje, “Çekên pêşketî yên Ermenistanê jî di kontrola Rûsyayê de ne, Ermenî nikarin wan bikar bînin. Rûsyayê piştgiriya Ermeniyan kiriba dikarî hevsengiya şer biguhere, lê Rûsan destwerdan nekir.”

Berî rêkeftina agirbestê bi demjimêran, firokeyeke Rûsî di nav axa Ermenistanê de ketibû û Onen vê yekê wek provakasyonek û hewlek bo vekişandina Rûsan bo nav şer bi nav dike û dibêje, “bi xistina wê firokeya Rûsî di nav axa Ermenistanê de armanc ew bû Rûsan vekişînin nav şer û li gor madeya Parastina Kolektîf a Leşkerî û li hember Azerbaycanê şer bike. Lê Rûs bi aqilî tevgeriyan û tevî Azeriyan got bi şaşî bûye lê Rûs qanih nebûne.

Tê gotin ew roketa ku firoke pê hatiye xistin ji Nahçivanê hatiye avêtin, lê li gor peymana Qersê ya Tirkiye û Rûsyayê nabe li Nahçivanê hêzeke biyanî hebe, lê heta niha ne diyar e ka kê ew roket ji Nahcivanê avêt. Ev berî aşkerebûna tifaqê bi çend demjimêran çê bû û provakasyon bû.”

Li gor rêkeftina dawîn a di navbera Rûsya, Ermenistan û Azerbaycanê de, Azerî dê li cihê girtine bimînin, Ermenî dê li cihê xwe bimînin û artêşa Rûsyayê dê bikeve wan deverên ku Ermenî jê vedikişin û dê di navbera herdu aliyan de bimînin.

Kurdistana Sor li herêma Qerebaxê ji sala 1923 ta 1929an berdewam kiribû û bajarên Laçîn, Qûbadlî, Kelbajar û hejmareke deverên ku dê di encama wî şerî de bikevin bin kontrola Azerbaycanê, bajarên Kurdistana Sor bûn.

Lêbelê piştî rûxana wê otonomiya Kurdan û herwiha ji ber şerên Ermenistan û Azerbaycanê, hejmareke Kurdan koçberî welatên Asya Navîn, Kazaxistanê û beşek jî koçberî Azerbaycanê bûn.

Niha bi hatina Rûsyayê bo ser sînorê Kurdistana Sor û ketina wê deverê bo bin destê Azerbaycanê, Kurd çaverê ne ku vegerin ser cih û warên xwe.

Li ser vê yekê ew akademîsyenê Kurd amaje bi rewşa Kurdan dike û behsa peydabûna şansek û derfetekê dike bo Kurdan û Kurdistana Sor û dibêje, “Laçîn, Kelbajar, Şûşa ku dê di destê Azeriyan de bimînin, ew dever navçeyên Kurdistana Sor in. Lewma, hêja ye ku Kurdên Sovyetê bikarin bikevin nav tevgerê, ji ber ku niha ew dever ketin destê Azeriyan û divê em jibîr nekin Rûsya dîsa ket ser sînorê Kurdistana Sor û ji ber wê yekê eger Kurd niha bikarin vê meselê bi Rûs û Azeriyan re giftugo bikin, aktuel bikin, dibe derfetek bo Kurdan peyda bibe, ji ber konjonktor zû diguhere û dibe bê gotin pirsgirêk gelek tevlîhev bûye û bila Kurd werin di vê deverê de îdareyek were avakirin, dikare Rûs, Azerî û Ermenî jî hevnêrîn bin.”

Çavkanî/Rudaw

onen2.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin