Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne

Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne

.

A+A-

 Îran piştî du hevdîtinan li Tehranê û yek jî li Viyanayê ji Dan û Standinên xwe yên bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) re heta astekê geşbîn e.

Ev yek piştî şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re û gefa welatên Ewropayê ya ji bo çalakkirina sîstema "snapback" tê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî got, “ Em hîn jî negihîştine encama dawî lê arasteya gotûbêjan erênî bûye.

Ewlehiya nav navendên atomî, qanûna parlamentoyê ya derbasbûyî û raya Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştimanî, hemû ji aliyê danûstandinkarên me ve li ber çav tên girtin."

Şerê 12 rojî yê Îsraîl û Îranê, çarenivîsa 400 kîlo uranyuma zêdeyî ji sedî 60 meyandî ya Tehranê di nezelaliyê de hişt.

Li gorî protokola Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, nabe ku agahiya ajansê zêdetirî 30 rojan li ser uranyuma ji sedî 20 meyandî ya ti welatên endam nebe.

Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossi got:

“Bi rastî ez di wê baweriyê de me ku eger em karibin karên xwe bi Îranê re ji nû ve dest pê bikin û navendan kontrol bikin, egera ji nû ve wergirtina rêkarên leşkerî kêm dibe."

Baweriya Îranê bi ajansê kêm bûye

Tehran, ajansê bi derxistina agahiyên nehênî yên bernameya xwe ya atomî tohmetbar dike.

Her wiha rexneyan li bêdengiya wê ya li hemberî êrişa Îsraîlê ya li Îranê digire û vê yekê wekî razîbûneke veşartî şîrove dike lê ajans van tohmetan red dike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eaqçî jî got:

“Tiştekî xwezayî ye ku hevkariya me ya li gel ajansê nikare wek berê be, pêwîstiya me bi çarçoveyeke nû ya karê hevbeş û gotûbêjên taybet heye."

Gefa Snapbackê

Îran hewl dide bi rêya wê çarçoveya nû, sê welatên Ewropî yên bibandor ên nav Encûmena Parêzvanên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê ji çalakkirina sîstema "snapback"ê poşman bike.

Fransa, Brîtanya û Almanyayê 28ê Tebaxê tiliya xwe li ser bişkojka wê sîstemê danîbûn.

Eger di nava 30 rojan de Îran deriyê navendên xwe ji bo pişkînerên ajansê veneke, wê demê cezayên aborî yên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Îranêdê careke din bên ferzkirin ku ji ber peymana atomî ya 2015an hatibûn rawestandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin