Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê

Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê

.

A+A-

Serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson li bajarê Linköpingê bi serokê Ûkrayna bi Zelenskiy re civiya û piştî civînê ragihand ku bi Ûkrayna re peymana pêş ya firotina 150 heb balafirên Gripen îmza kirine.

Her dû lîder li bajarê Linköpingê yê li Başûrê Îsveçê şîrketa SAABê ya ku hilberîna balafirên şer yên JAS 39 Gripen, balafirên çavdêriyên yên GlobalEye, sîstemên fuzeyan û sîlihên tanksawaran hildiberîne, ziyaret kirin.

Kristersson, di civîna çapemeniyê de ragihand ku her dû welat di parastina sîstema hewayî de peymanekî hevkariyê ya bo wextê dirêj îmza kirine û wê peyman di dîroka Îsveçê de peymana îxraca herî mezin ya balafiran be û dibe ku 100 heya 150 balafirên Gripen E îxrac bike. Kristersson got:

“Em fêm dikin ku li pêşiya me rêyekî dirêj heye lê ji îro û pê de ji bo gelek balafirên Gripen bidin Ûkraynayê, em ê temamê derfetên xwe seferber bikin.”

Zelenskiy jî got:

“ 2 sale em li ser îhtîmala balafirên Gripenê şiroveyan dikin. Ji ber ji Tebaxê heya niha balafirên Amerîka F-16an me xistibû hedefa xwe, me mijarê paşde xistibû.

Me dest bi amadekirina proseduran kir da Gripenan bikirin. Di peymana bê de, dibe ku em 100 heb balafiran bikirin.”

Pîlotên Ûkraynayî berê ji bo balafirên Gripen test bikin an ku biceribînin ku li gor balafirên F-35an bêhtir bi hêzin û bihayê wan kêmtire, ji bo îhtîmala kirîna wan çûbûn Îsveçê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin