Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê

Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê

.

A+A-

 Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur çend roj berî serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek moşekên balîstîk ên menzîla kurt ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtine.

Li gorî agahiyan, moşek bi qasî 350 kîlometreyan ber bi Deryaya Japonyayê ve çûne, lê hûrguliyên ku gelo ew li deryayê ketine nehatine eşkerekirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku beriya Civîna Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê ya ku ji 31ê Cotmehê heta 1ê Mijdarê tê lidarxistin, serdana Seulê dike, tê payîn ku bi Serokê Koreya Başûr Lee Jae Myung re bicive.

Medyaya Koreya Başûr çend roj berî serdana Trump a Koreya Başûr, bal kişand ser avêtina moşekên balîstîk ên Koreya Bakur.

Koreya Başûr di 19ê Hezîranê de ragihand ku Koreya Bakur zêdetirî 10 moşek bi avêjerên moşekan ên pir-avêtî avêtine Deryaya Zer.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin