Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

DI TÊKOŞÎN Û SIYASETA NETEWEYÎ DE BANDORA GAZINDE Û BAWERÎ

A+A-

 Cano Amedî

Em dibînin ku di van salên dawî de, li taxên medyaya civakî, li taxên “sîyasî, li taxên bêmesûlîyê ba û bahozên dijmînatîyê yên şexsî, nakokîyên girêdayî nexweşîya “ezîtîyê” weke ewrên reş û tarî li hev diqulipin. Carcaran dengê brûsk û birqan mirov diêşîne, xemgîn dike, mirov li berdikeve ku çewa em ketin vê rewşê. Tu dibê qey xela, li rexneyên çêkir hatîye, meydan ji rexneyên xirabkirinê re maye.

Êdî mineta kesî ji kesî re nemaye, herkes xwedî rûpelek, xwedî malperek, xwedî televîzyonek, xwedî çapamenîyek e, li gorî diê xwe, xwedî hemû alavên ragihandinê yên bê pîvan ne. Her kes li gorî kêfa dilê xwe tevdigere û di xefik an kemînan de, li gorî derfet û hestên tolhildanê  tevdigerin car caran jî fişekên xwe diteqînin. Ji bilî parvekirinên xwe nîşandayinê û xwestekên balkişandinê, piranî di rûpelên xwe de bi hestên tolhildanê heqaret, çêr/sixêf, hewldanên biçûkxistinê, bi dijmînatîya şexsî rojeva xwe tayin dikin.

Em dibinin ku her diçe nirxên hunerî, çandî, civakî û exlaqî av digire û hişyarîyên xirab dide. Her kes bêyî ku alternatîfekê, nêrînekê an jî projeyek berbiçav pêşkêş bike, tenê hevdu rexne dikin. An jî hevdû di bin sîya egoyan de vedigevizînin. Ew kesên ku berê bi hevre kedek hevbeş dane, kêm zede hinek nirx afirandine, îro dixwazin wî ked û nîrxên xwe bixin binê erdê û bêîtibar bikin. Tu kes ji bo çareserkirina pirsgirêkekî an karekî kolektîf destê xwe naxe bin kevir; ji ber ku bi wan re hest û zanînek neteweyî ya esasî pêknehatîye, li gorî bayê desthilatdarîyê û hêzên serdest tevdigerin. Hêz û qewet di destê kê de be û dengê kê bilind be, rîya wan ber bi wan ve diherike. Ev jî nexweşîyek civakî ye ku ji dêrûnîya bindestîyê hêz digire!

Di kevneşopiya têkoşîna berê de, ew nirxên ku mirovan bi canê xwe li dijî qedaxe, zext, girtîgeh û îşkenceyê têkoşîn bilind kirine, îro tên bêîtibarkirin. Hebe tune be pesnê “serok” dilxweşî û girêdayîna xwe ya bi “partîtîyê” û hesabê bidestxistina berjewendîyên rojane an jî dêrûnîya xwe spartina hêza serdest bûye moda. Bi gelemperî di wargeha sîyasî de gelek kes di bin kirasê berjewendîyên xwe yên şexsî de lîrandina ji bo “serok” û sîyaseta li ser mirîyan weke karekî pîroz dibinin û pêşkêş dikin. Ev bûye weke hînbûnek gelemperî, di saxîyê de tu kes qedir û qîmeta hev nagirin, lê piştî mirinê herkes dibe “dost” û “heskirîyê” mirîyan. Cardin ez dibêjim mixabin û hezar carî mixabin! Gava ez rastî hêsirên derewîn têm dilê min diêşe. Piştî mirina kedkarekî doza neteweyî, gava komên berjewendîperest rolên "mirîperestîyê" dilîzin û weke Barana Nîsanê hêsirên derewîn dibarînin, mirov matmayî dimîne! Ev çi celebên jêhatî ne?

Ez bawerim, gelek ji me zane yek ji sedemên nexweşîyên îdeolojîk jê jî paradoks û bandora karakterê îdeolojîk e ku mirov dîl digire. Helbet, helwesta herî di cîh de ew e ku mirov îdeolojiyan ne wekî heqîqetên pîroz û neguhêrbar bibine an jî binîrxîne. Lê wekî amûrên berhemê çanda mirovahîyê, alavên dîrokî û girêdayî mercan bibîne, binîrxîne û jê sûd bigire ya çêtir û baş e.  Bi aqilê rexneyî, bi ezmûn û lêgerînên rastiyê, bi lêpirsînê, bi pirs û bertekên demî mirov dikare xwe ji dîlbûyina îdeolojiyan, ji xulamtîya berjewendîyên şexsî dûr bixe. Di hemû îdeolojîyan noqteyên kor hene, gava derî li rexneyên avaker bê girtin, pirs qedexe dibe û tenê gilî, gazinde û dengê çepikan bilind dibe ji “kozikên” îdeolojîyan. Di pêvajoyên qeyranên civakî de hevokên azad dîl dikevin;  demsalên bêtaqatîyê û fetwayên neçariyê bi rîya murîdên ku bê bask û bê vîn in tên belav kirin. Ev jî li hawirdorên taxan rêya zext û dorpêçkirinê hêsantir dike. 

Em baş zanin ku di dîroka mirovahîyê û ya têkoşîna neteweyî de nirxên me yên berhemdar û qebûlgiran hebûn û her yek ji wan stûnên bawerîyê bûn. Lê mixabin piştî komên konforê, grûbên berjewendîperest, komîser û qayyûmên li hevkirî di qadê de bi hêz bûn, hêdî hêdî di nav germaya pêlên têkoşînê de, demsalên dijwar, wargehên firsetan, pêvajo û ezmûnên herî giran yên têkoşînê, erdhejên civakî û qeyranên sîyasî rojev tayin kir. Her ku çû, avahîyên hebûn av girt û sinyalên qeyranan da. Lê mixabin ji ber ku îradeyek yekgirtî û xwedî hêz tunebû rewş her çû rê li ber nakokî û problemên hundirîn xweştir kir û em gihîştin van rojan… 

Êdî herkesî xwest ku keştîya xwe xilas bike û xwe bavêje delavê ewlehîyê! Bi kom û kozikan, bi xizim û delalîyên xwe “azad” bibin! Ev hişmendîya hanê, hêdî hêdî rê li ber sarbûyina têkilîyan û gazindeyên bêwate vekir; êdî pêwîstî nedîtin ku li doza xwe, li keda xwe, li hêjayên xwe, li kesên têkoşer xwedî derkevin. Salên borî nişan da ku heta ji destê wan hat, pirrî caran xwestin li ser ked û hebûna mexdûrên xwe, kursî û cîhên xwe mîsonger bikin. Ev nêrîna çewt, rê li ber hişmendîya “ne xema min e!” vekir û dîwarên bawerîyê hêdî hêdî av girt!

Carnan ez li xwe vedigerim  û li derdora  xwe dinhêrim ku di kûrahîya “sêgoşeya Bermûdayê” de çi qewimîn? Difikirim, diponijim û ji xwe dipirsim gelo em ji kîjan Zozanî ber bi kîjan Mêrgê ve bi rê ketin? Gelo çewa bû ew nîrxên welatparêzî û şoreşgerî di kemînên berjewendîperestîyê de radestî komên menfeatperest û tîmên lîrandinê hat kirin. Çewa dibe ku ew misyonerên heft reng karibûn an jî dikarin ewqas bi hêsanî tovên nifaqê bireşînin û biçînin? Bila ev jî, pirsa şevên tarî û neqebên teng be! Bi kurt û kurmancî pêwîstîya hevgirtina sîyasetek neteweyî û hişmendîya têkoşînek hevbeş berpirsîyarek kolektif derdixe holê û li ser civakê ferz dike. Bi hêvîya rexneyên avaker û helwestên çêkir, divê herkes cardin bi xwe re rûbirû bibe û xwe ji zincîra egoyê azad bike… 08.04.2026   

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin