Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji nameyên Bijîşkeke Ciwan: GUHDAR D.

A+A-

Roja 4ê Nîsanê li Qesra Îskender Paşa danasîna pirtûka bi navê GUHDAR D ku ji alîyê weşanxana Dozê ve hatibû çapkirin hebû. Ez û du hevalên xwe beşdarî wê civînê bûn. Nivîskar, bijîşkeke delal, kubar, xweşik û ciwan bû, DELYADIL bi kelecanîya xwe bayê hêvî û germayê li hewşa Qesrê belav kir. Ji ber ku dê û bavê Delyadil (Aziz û Rahime) heval û dostên salên dûr, dirêj û pêvajoyên dijwar bûn. Em him bi malbatî, him jî bi hişmendî endamên nifşekî bûn, bi wê bonê min bersîvên Delyadil bi baldarî û germayî gohdar kir.

Êvarî min dest bi xwendina pirtûka Delyadil kir. Bi zivirandina rûpelên pirtûkê min dît ku ne tenê hestên “nîvco” diherikin, ji hevok û tîpên bi kar anîye wekî reçeteyekê şîfayê wêjeya kurdeyatî yê jî diherike. Delyadil bi dîsîplîn û pîvanên pêşmalkê spî, bi şêweyek serkeftî cureyek nameyan, di nivîsên xwe de weke berhemekê afirandiye. Ez ji dil û can Delyadil pîroz dikim û jê re serkeftinê dixwazim.

Ez baş dizanim ku name, rawestgeha herî samîmî û herî taybet e. Bi salan di zîndanan de min cureyên nameyan nivîsî û wergirt. Name, di navbera me û malbatê de pirak guncav û hêvî barkirî bû. Name, pêwendî û germaya bi heval û hogiran re bû. Name, bi civakê re derîyê dîyalogê bû! Lê em zanin ku îro name li hemberî hêza serdem a dîjîtal, tevî hemû astengîyan li ber xwe dide. Lewra li welatê me heta ku rastîya zîndanîyan hebe, heta ku siyaseta dîlgirtinê hebe, wê pêwîstîya nameyan di rojevê de be.

Ez bi kêfxweşî û hêvîyek zelal dibêjim helwest û xebatên cîwanan wê di salên pêş de zêdetir berhemdar û zêrîn be. Di wargeha wêjeyê de piraniya nivîskaran xwe dispêrin benderên ewle yên xeyalê, nivîskara me ya delal û ciwan ji çîrokên xwe yên “nîvcûyî” de rasterast bangî mirov dike, bi awayê herî sade û bi dilgermî. Ev pirtûk; bi zanyarên do, bi dînamîzma îro ku sitendiye, di navbera nifşan de pireke dilî ya nexuya nişan dide. Di nav piraniya hevokên xwe de, dixwaze tecrube û perwerdeya malbatê, hêvî û xeyalên ciwaniyê, bi “guhdaran re” parve bike, dixwaze di van rêzikan de xwe bisipere xwendevanan û destê xwe bidin hev….

Derketina nivîskareke ciwan, li qada wêjeyê, bi nasnameya bijîşkekî ku şahidê rastiyên herî rût yên jiyanê, ango êş, şahî, mirin û jînê ye ji bo me çavkaniyek mezin a baweriyê ye. Di rêzikên wê de, em wê nerîna kûr dibînin ku mirov di jiyanê de çewa rastî trawma û qeyranên civakî dibe. Di kûrahîya rêze hevokan de mirov bi hestên xwe nefesê distîne dihesibîne û parve dike. Di heman demê de berhemek mutewazî û mizgîniya herî berbiçav a serkeftina nivîskareke jin e.

Ev pênûsa ku hîn li serê rê ye, bi rastî vê îlhamê dide me hemiyan: Başkirin (şifakirin) ne tenê bi destpêkirinê, lê bi fêmkirin û vegotinê dest pê dike. Nivîskara me ya Delal ku peyvên xwe ne wekî neşterekê, lê wekî melhemekê bi kar tîne, xwendevanên xwe hem vedixwîne ser sifreyeke dostanî, hem jî derdixe rêwîtiyeke entelektüel.

Ev name, ne tenê di nav zerfan de, lê di bîra nifşekî û asoya nifşên bê de hatine şandin. Em vê pênûsa wêrek a ku bi hêza şifabexş a nivîsandinê bawer dike û agirê ciwaniyê bi hênikahiya wêjeyê re dike yek, pîroz dikim/dikin. Serkeftin û serfirazî her dem li gel te be Gohdar D.

Bila, riya te ronî, peyvên te her dem şifabexş be; xwestek û vîna te tu carî kêm nebe Delyadil…

05.04.2026 Mehmet Can Azbay

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin