Dr. Cemal Budak li Parîsê bi komcivînekê hat bibîranîn

Dr. Cemal Budak li Parîsê bi komcivînekê hat bibîranîn

.

A+A-

RÛPELA NÛ/Heval, dost û mirovên nêzîk yê rehmetiyê Cemal Budak li Enstytuya Kurdî li Parîsê civiyan, bi merasîmeke taybetî Dr. Cemal bibîranîn. Di bibîranînê de Kendal Nezan axaftinek kir.

Duh, 12.12.2020 li Parîsê, li Enstutuya Kurdî malbat, heval û mirovên nêzîk yên Cemal Budak civiyan û bi merasîmeke sade ew bibîranîn û vî rengî xatirê xwe ji dilsozekî Kurdistanê xwestin.

Dr. Cemal Budak di 29.11.2020 de li Fransayê ji ber şewba coronayê jîyana xwe ji dest dabû, di 03.12.2020an de bi merasîmeke girseyî, li Amedê spartibûn axê.

AXAFTINA KENDAL NEZAN

Di merasîmê de lawê meta Cemal Budak, heman demê de hevalê wî yê zaroktiyê, damezrêner û serokê Enstutuya Kurdî li Parîsê Kendal Nezan axaftinek kir. Kendal Nezan qala zaroktiya xwe û Cemal kir, qala Farqîna wê demê û welatparêzîya bajêr û bandora çanda Kurdayetiya bajêr kir û got ”Cemal li gund dima, navê gundê wan Hêlînê bû. Em hevalê hevê zaroktiyê bûn. Ez du havîna çûm gund... Sala 1959an de mala wan hat Farqînê, lê mala me 1960î de çû Diyarbekir. Herçiqas salek ji min biçûktir bû jî, lê derengtir dest bi xwendinê kir. Herçiqas me barkiribû Diyarbekir jî çûndin û hatina me ya Farqînê hebû.”

Kendal Nezan bi teferuat qala dema lîseya Zîya Gokalp li Diyarbekir, unîversîteyê li Ankarayê kir. Birêz Kendal Nezan got, Cemal di matematîk, kîmya û fizikî de gelek jîr bû.  Di dema lîseyê de û bi taybetî dema unîversîteyê û piştî mezûniyetê, dersên Matematîk, kîmya û fizîkî dida xwendevanên Kurd û dibû alîgir ji bo qezenckirina îmtihana unîversîteyê”

Birêz Kendal Nezan qala xusûsiyetên Cemal Budak kir ku çiqas mirovek dilsoz, bêdeng û kêrhatî bûye. Herweha bi hin numûna qala welatparêzî û miletperwerîyê Cemal Budak kir.

Kendal Nezan gotinê xwe weha qedand ”Cemal û malbatê gelek eziyet û zehmetî kişandin. Ji ber ku ji malbatê 3 kes, 3 birayên wî hat hatin kuştin ji destê Hizbullah û Jîtema Tirkiyê. Gelek eziyetê dîtin, lê di nav hev de dîsa jiyanek xweş jiyan. Dema ez çûm taziya Dr. Necmeddîn Kerîm, dema balafira xusûsî ji bo cenaze hatibû, tenê bandrolekî hebû, li serê nivîsîbûn `Malava Dr. Necmeddîn`. Malava ewqas. Em jî ji bo Cemal dikarin bibêjin `Malava Cemal`. Jiyan dom dike”.

KURTE JIYANA CEMAL BUDAK

Cemal Budak di sala 1950î de li gundê Farqînê, deşta Silîva, li gundê Hêlîne hatiye dinê. Li wir dest bi dibistana seretayî kiriye û dû re malê birine Farqînê li wir Dibistana Seretayî ya Kazim Karabekir temam kiriye. Lîseyê jî li Farqînê dest pê kiriye, piştî îmtihana Lîseya Zîya Gokalp ya lêşevmayînê (internat, yatılı) qezenc kir, barkir Diyarbekir. Piştî Lîseyê, Muhendîsiya Bilind a Kîmyayê ya Unîversîteya Hacetepe bi puanek gelek bilind qezenc kir. Di dema lîseyê de pêşbirka navbera lîseyên Kurdistanê (Doğu ve Güney Doğu bölgeleri) çend sal serhev di beşên kîmya, matematîk û fizîkî de bûye yekemîn.

Cemal Budak sala 1980yî bi burs çû Fransayê li ser beşê kîmyageriyê doktoraya xwe kir. Piştî doktora xwe temam kir dîsa vegerîya welat. Ji bo doçentiyê serî li karekî unîversteyê da, pêşî ew qebûlkirin û dû re ji ber sedemên siyasî, pêşî lê hat girtin. Piştî demekê dîsa vegeriya Fransayê û li wir heta dawîya jiyana xwe ma.

Dr. Cemal Budak bavê sê zarokan bû; Mesîr, Gelî, Newal

RÛPELA NÛ/ PARÎS

 

2-132.jpg3-125.jpg6-057.jpg8-036.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin