Dr. Azad Bariş: Nifşa Zyê ya Kurdan dixwaze ji Tirkiyeyê biçe welatekî din

Dr. Azad Bariş: Nifşa Zyê ya Kurdan dixwaze ji Tirkiyeyê biçe welatekî din

.

A+A-

Dr. Azad Bariş, Dîrektorê Spectrum House-ê destnîşan kir ku “Ji 4 ciwanan 3 rastî cudakariyan tên. Ev cudakarî jî zêdetir ji ber nasnameya wan, ji ber kurdbûna wan e.”

Spectrum House-ê li 5 bajaran (Amed, Wan, Şirnex, Stenbol û Îzmîrê) rapersiyek li ser Nifşê Zyê yê kurdan çêkiriye û encamên wê weşandiye. Saziyê ji bo vê rapirsiyê bi hezar û 12 ciwanan re axiviye û demeke berê encamên vê rapirsiyê weşandiye.

Li gorî encamên vê lêkolînê nifşê Zyê yê kurdan zêde li televizyonê temaşe nake, rojnameyên çapkirî zêde naxwînin, demeke xwe ya zêde li ser înternetê diborînin, herî zêde romanan dixwînin.

Yek ji encamên balkêş ên vê lêkolînê ew e ku “Li Amed, Şirnex û Wanê ji % 63ê ciwanan ji rewşa xwe aciz in. Bi tevahî ji 63,2ê ciwanan Tirkiyeyê wek welatekî “ewle” nabînin. Ji %64,8ê wan dixwazin Tirkiyeyê biterikînin û biçin welatekî din. Ji %64ê wan baweriya xwe bi Serokkomariyê, ji %44,8 bi şaredariyan naînin.”

Spectrum House dezgeheke ramanî ye û di babetên wek demokrasî, yeksanî, aramî û aştiya civakî, aborî, xweşguzarî û polîtîkayên bajarsazî û ekolojiyê de bi akademîsyen û lêkolerên serbixwe re xebat û lêkolînan dike û pêşniyaz, analîz û raporan amade dike. Saziya Spectrum House di sala 2021ê de hatiye avakirin û ev ji salekê zêdetir e xebat û lêkolînên xwe bi vê vîzyon û mîsyonê dimeşîne.

Doktor Azad Bariş, Dîrektorê Giştî yê Spectrum House-ê encamên rapora wan a dawî ya derbarê Nifşa Zyê ya kurdan de û xebatên Spectrum House-ê de pirsên bianetê bersivand.

*Doktor Azad Bariş

Problemên kurdan ên dîrokî bandora xwe li ser vî nifşî kiriye"

Gelo li gorî lêkolîna we çi wekhevî û cudahî di navbera daxwaz û bendewariyên ciwanên kurd ên li Kurdistan û Tirkiyeyê de hene?

Belê li Kurdistan û Tirkiyeyê me bi hezar û 12 ciwanan re hevdîtin pêk anîn û me hewl da ku li dor wan hevdîtinan dînamîkên civakî, çandî, aborî yên Nifşa Zyê ya kurdan fehm bikin. Hêvî û bendewariyên wan, xeyal û meraq û lêgerînên wan çi ne, ji çi xweşhal in, ji çi aciz in û dixwazin siberojê çi bikin. Peywendiyeke wan a çawa bi amûrên teknolojî û dîjîtalîzasyonê re heye û ji encamên wê teknolojiya komûnîkasyonê bi çi awayî sûd werdigirin. Beriya her tiştî ez dixwazim bibêjim û ron bikim ku Nifşa Zyê ya kurdan ne komeke yekpare ye û taybetmendiyên wan jî di spektrûmeke berfireh de ji hev cuda dibin. Faktorên aborî, siyasî û koçberiyê, bandora xwe li ser çêbûna daxwaz û bendewariyên wan dike. Problemên kurdan ên dîrokî, encamên şert û mercên sosyopolîtîk ên nêzî sedsalan û pevçûnên berdewam, bandora xwe li ser karekterê Nifşa Zyê ya kurdan jî kiriye lê nifşeke gelek heterojen e.

Helbet ciwanên kurd ên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, ji gelek aliyan ve ji hev cuda dibin. Ji ber rewşa dezavantaj û neyeksaniya aborî, ciwanên kurd ên li Kurdistanê dijîn zêdetir bi kêşeyên aborî re rûbirû ne. Dahata mehane ya nêzî ji %45ê wan bi tenê hezar TL an ji wê jî kêmtir e. Ji ber vê faktorê jî ciwan zêdetir di bin hikm û bandora malbata xwe de dimînin. Ji ber polîtîkayên sext ên ewlehiyê, xwe zêdetir di nav metirsiyê de hîs dikin. Anku mirov dikare zelal bike ku, nêzikatiya dewletê ya derbarê meseleya kurdan de, bandora xwe herî zêde li ser rewşa ciwanan dike. Ji bo wê jî ciwanên li Kurdistanê dijîn zêdetir ji jiyana xwe ne xweşhal in. Bi taybetî tunebûn an kêmbûna derfetên bajarên Kurdistanê, bandoreke neyînî zêdetir li ciwanan dike. Dîsa ji ber polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê, ciwanên kurd ên li Kurdistanê dijîn zêdetir ji sazî û dezgehên dewletê baweriya xwe naînin.

Rewşa ciwanên kurd ên li bajarên Tirkiyeyê dijîn, ji gelek aliyan ve dişibe rewşa yên li Kurdistanê dijîn. Derfetên aborî li bajarên Tirkiyeyê zêdetir in û em encamên vê yekê li ser ciwanan dibînin. Lê ciwanên kurd li Kurdistanê rastî zext û fişarên polîs û leşkeran tên, li bajarên Tirkiyeyê jî rastî cudakarî, vederkirin û zextên sembolîk, psîkolojiîk ên civakê tên. Ji 4 ciwanan 3 rastî cudakariyan tên. Ev cudakarî jî zêdetir ji ber nasnameya wan, ji ber kurdbûna wan e. Di gelek warên jiyanê de ev zext hişmendiya wan a neteweyî, nasnameya wan a neteweyî jî zindî dihêle û hestên wan ên aîdî civakekê dermale dike. Ji bo wê jî hişmendiya nasnameya neteweyî li bajarên Tirkiyeyê zêdetir e di nav ciwanan de. Dîsa ciwanên kurd ên li bajarên Tirkiyeyê dijîn zêdetir dixwazin biçin welatekî derve. Entegrasyoneke bihêz a wan li bi bajarên Tirkiyeyê re pêk nehatiye. Danûstandina wan bi bajarên kurdan re heye. Axaftina zimanê kurdî li bajarên Tirkiyeyê kêmtir e û cotzimanî bi hêztir e di nav ciwanan de li gorî ciwanên Kurdistanê. Di jiyana rojane de zêdetir cotzimanî bi pêş dikeve. Hişmendiya nasnameyî û polîtîk bi pêş dikeve lê di warê transfera zimanî û çandî qels dibe.

Nifşa Zyê ya kurdan ji bo siberoja Tirkiyeyê çi difikire?

Ciwan danerên siberojê ne û di dirêjahiya dîrokê de hem rastî hiyerarşiyeke gerontokratîk hatine hem jî barekî damezirîner li wan hatiye barkirin. Di lêkolîna xwe de me hewl da dînamîkên civakî, siyasî, çandî û aborî fehm bikin. Di encama lêkolînê de me dît ku ciwanên kurd û bi taybetî jî Nifşa Zyê ya kurdan, di warê siyasî, aborî, civakî û derûnî de hem baweriya xwe bi pergala heyî û hem jî bi muxalefetê naîne. Li Amed, Şirnex û Wanê ji % 63ê ciwanan ji rewşa xwe aciz in. Bi tevahî ji 63,2ê ciwanan Tirkiyeyê wek welatekî “ewle” nabînin. Ji %64,8ê wan dixwazin Tirkiyeyê biterikînin û biçin welatekî din. Ji %64ê wan baweriya xwe bi Serokkomariyê, ji %44,8 bi şaredariyan naînin.

Di lêkolîna xwe de me dît ku ciwan derbarê siberojê de zêde ne bi hêvî ne. Çaresernekirina meseleya kurdan, konsepta şer û pevçûnê, polîtîkayên ewlehiyê bandoreke giran li ser hêvî û bendewariya wan a bo siberojê, têkiliyên wan ên civakî kiriye. Bi taybetî di 7 salên dawî û piştî bidawîkirina proseya aştiyê û cîbicîkirina polîtîkayên ewlehiyê, pratîkên kontrol û nezaretê di warê derûnî de bandoreke nebaş li wan kiriye û ev yek ji bo siberoja Tirkiyeyê wek xaleke giring derdikeve pêş.

Hem li gorî encamên lêkolîna xwe hem jî bi çavdêrî û zanîna xwe, em dikarin bi zelalî bibêjin ku, ji bo avakirina siberojeke aram, ji bo mayîndekirina aştiya civakî divê rexne, metirsî, endîşe û daxwazên ciwanan bên bersivandin. Nifşa Zyê ya kurdan di warê hişmendiya neteweyî de nifşeke nû ye, kodên wan, têgehiştina wan ji ber gelek faktoran cuda bûne û divê li gorî vê cudahiyê stratejî û polîtîkayên nû bên bipêşxistin.

“Di nava ciwanên kurd de dengên CHPyê her ku diçe zêdetir dibe”

Di navbera daxwazên Nifşa Zyê ya kurdan û siyaseta kurdan de peywendiyeke çawa heye? Daxwazên ciwanan û siyaseta kurdan çiqas li hev tê û daxwazên siyaseta kurdan dikare bibe bersiv ji bo Nifşa Zyê ya kurdan? Şerê salên 90î û şerê nav bajaran ên van salên dawiyê, pêvajoya aştiyê, mafên bingehîn ên kurdan, daxwaza xweseriyê û mafên civakî, çandî û siyasî bandoreke çawa li ser ciwanan kiriye?

 

*Amed/Rojnameya Diyarbakır Yenigün

Peywendiya ciwanên kurd ên bi polîtîka û meseleya rêxistinê re beşeke giring ê lêkolîna me bû. Di lêkolîna me de diyar bû ku Nifşa Zyê ya kurdan hem xwedî hişûbîreke dîrokî û civakî ye û hem jî hişmendiya wan a derbarê nasnameya wan a neteweyî de gelek bi pêş ketiye. Ciwan bi awayekî zelal rewşa geşedanên polîtîk analîz dikin, derbarê wan mijaran de xwedî nêrîn û helwesteke polîtîk in. Lê di warê aktîvîzma civakî û polîtîk de ew zêde ne çalak in. Di rewşeke pasîf de ne û geşedanên polîtîk dişopînin. Ji bo wê jî me rewşa wan a heyî û peywendiya wan a bi polîtîkayê re di rapora xwe de wek “depolîtîk” pênase kir. Daneyên ku me bi dest xistin, zanîn û çavdêriyên me yên li ser rewşa ciwanan jî vê yekê piştras dike.

Em dizanin ku peywendiya bi ciwanan re peywendiyeke cotalî ye. Li aliyekî bi ziman, jargon, kod, daxwaz û taybemendiyên xwe ve ciwan hene, li aliyê din jî berpirsyar û pêşengên siyasetê. Dema mirov têkiliya siyaset û ciwanan dinihêre, mirov dibîne ku tevgerên siyasî zêdetir ciwanan li gorî pêdiviyên xwe yên siyasî wek alavekê dibînin û wan “îcad” dikin. Lê siyaseta kurd nêzikatiya xwe ya ciwanan wek “me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin” pênase dike û ciwanan wek aktorekî pênase dike û roleke karîger û damezirîner li nosyona ciwantiyê bar dike. Di têkoşîna siyasî de gelek karekterên ciwan hene ku îro jî bandorê li ser aktîvîzma polîtîk dikin. Ev rol, roleke giring e ku ciwanan di têkoşîna polîtîk de wek hêzeke serbixwe û dînamîk pênase dike. Lê miqabilî vê yekê, îro têkiliyeke berdewam û bihêz di navbera siyaseta kurd û Nifşa Zyê ya kurdan de zêde dernakeve pêş. Mirov dikare bibêje ku di navbera ciwanan û siyasetmedarên kurd de dîstans her ku diçe zêdetir dibe. Ew dîstans ne tenê ji bo siyaseta kurd lê bi awayekî giştî derbarê polîtîkayê bi xwe de heye. Li gorî ciwanan, siyaseta kurd zêde bi kod û ziman û jargona ciwanan, nêzikî ciwanan nabe û bi wan re eleqedar nabe. Ciwan hem nayên fehmkirin hem jî di daxwazên polîtîk de zêde tetmînkar nînin.

Nifşa Zyê ya kurdan, wek miletê kurd, hem bi awayekî rasterast hem jî bi awayekî nerasterast ji geşedanên salên 90î û şerê nav bajaran ên vê dawiyê bibandor bûye. Bi taybetî piştî sala 2015ê û bidawîkirina proseya aştiyê, zêdetir ketiye bin bandora encamên şer û pevçûnan. Reftarên antîdemokratîk, konsepta ewlehiyê, mîlîtarîzekirin û tirkîfîkasyona nû, bandora xwe herî zêde li ser ciwanan dike. Polîtîkayên ewlehiyê yên li Kurdistanê, pratîkên qeyûman û sazî û dezgehên dewletê, bandoreke neyînî li ser wan dike. Herçend ciwan di gotin û daxwazên xwe de radîkalîze bibin jî di warê aktîvîzma polîtîk û çalakgeriyê de pasîfîzm bi pêş dikeve. Helbet wek me di serî de jî diyar kiribû, têgehiştina ciwanan a derbarê mijarên polîtîka û rêxistinê de jî guheriye û divê ew faktor neyê piştguhkirin. Ji bo wê jî hişmendiya ciwanên kurd bi pêş dikeve lê miqabilî wê têkiliya wan û siyaseta kurd bi pêş nakeve. Daxwazên ciwanan curbicur bûne û siyaseta kurd ji bo ku bibe bersiv ji bo wan daxwazan, divê rêbazên xwe biguherîne. Helwesta polîtîk a ciwanên kurd, wek civaka kurdan e. HDP çiqas deng ji kurdan deng bigire, ew jî bi qasî wê rêjeyê piştgiriya HDPê dikin. Lê di nava ciwanên kurd de dengên CHP jî her ku diçe zêdetir dibe. Berovajî wê, ligel hemû derfetên aborî û siyasî û îdeolojîk di navbera ciwanên kurd û AKP-MHPê de dîstans her ku diçe zêdetir dibe.

“Nifşa Zyê ya kurdan, di hin mijaran de ji nifşên berê pêşketîtir e”

Siyasetmedarên kurd, dema behsa çareseriya pirsgirêka kurdan dikirin, ji bo nifşa xwe digotin, “Em nifşa herî dawî ne ku dikarin gotûbêjan bikin”. Dema em vê gotinê û encamên lêkolîna we bidin hev, rewşeke çawa derdikeve holê?

Ji serê sedsalê heta niha, dema mirov li profîla nifşên kurdan dinihêre, mirov dibîne ku têgehiştina nifşan bi xwe mijareke sosyopolîtîk e. Piştî têkçûna serhildanên serê sedsalê heta salên 60 û 70yan, dînamîzmeke karîger a ciwantiyê di nava civaka kurdan de bi pêş nakeve. Lê ji ber pêşketina rêjeya xwendewariyê ev têgehiştin guherî. Ciwanên kurd ên ku dest bi xwendina zanîngehan kirin û têkiliyeke dînamîk bi sazî, partî û rêxistinên çepgir û sosyalîst re ava kirin, bandoreke mezin li ser werçerxa civakî kirin û di aktîvîzma polîtîk a kurdan de cih girtin.

Ne tenê di raya siyasetmedarên kurd de lê di nav gelek civakan de jî ciwan zêdetir bi hêmanên radîkal re tên têkildarkirin. Ji ber ku hêzeke dînamîk pêk tînin, loma jî her mîsyoneke radîkal li wan tê barkirin. Em dibînin ku siyasetmedarên berê yên kurd jî bi taybetî di warê danûstandin û diyalogê de nifşa xwe wek nifşa herî “maqûl” dibînin. Lê ev qebûleke bêbingeh e û xwe naspêre daneyeke zanistî. Em dikarin li dor zanyariyên lêkolîna xwe bi aşkera bibêjin ku Nifşa Zyê ya kurdan, îro ji nifşên berê bêhtir di warê komûnîkasyon, danûstandin û diyalogê de bipêş ketiye. Ev qebûl ne tenê ji aliyê siyasetmedaran ve lê di gelek xebatên salên piştî 2000î de jî dihat aşkerakirin, lê dînamîka Nifşa Zyê ya kurdan îro ne li gorî vê qebûlê ye. Hişmendiya neteweyî ya ciwanên kurd bi pêş dikeve, lê radîkalîzm miqabilî wê hişmendiyê bi pêş nakeve û rê û derfetên diyalogê zêdetir û ji nifşên berê bêhtir karîger in.

Spectrum House xwe çawa pênase dike?

Spectrum House dezgeheke sivîl û serbixwe ye û di warê mijarên ramanî, polîtîk, civakî, aştiya civakî û xweşguzariya civakî de xebat û lêkolînên qadê dike, raport û briefan amade dike. Di xebat û lêkolînan de jî xwe dispêre rêbaz û normên gerdûnî yên li ser esasên hiqûqî, demokratîk û yeksanî ava bûne. Spectrum House, dezgeheke serbixwe ye û tu peywendiyeke wê ya sazûmanî ligel dezgeh û aliyekî nîne. Ji bo wê jî xebat û lêkolînên xwe li ser esasên zanistî û berpirsyariya civakparêziyê dimeşîne, encamên wan lêkolînan dinirxîne û bo raya giştî belav dike.

Hûn bi taybetî li ser kîjan mijaran xebat û lêkolînan dikin û rêbaz û çarçoveya we çawa ye?

Em wek Spectrum House, xebat û lêkolînên xwe di gelek mijarên siyasî, civakî û aborî de dimeşînin. Qadên me yên xebat û lêkolînê berfireh in, lê bi taybetî em li ser mijarên wek demokratîkbûnê, aştiya civakî, sedemên neyeksaniya civakî, çareserkirina pevçûnan, polîtîkayên aborî û bajarsaziyê, penaberî û ekolojiyê analîzên polîtîkayê, briefingên heftane û mehane, rapor û analîzên rîskê amade dikin. Bi van pêşniyaz û lêkolînên xwe em armanc dikin ku alîkarî bikin ji bo avakirina aştî û aramiya civakî û çareserkirina problemên civakî.

Bi taybetî jî di dema aloziyan de, ji bo bidawîkirina şer û pevçûn û berberiyan, dixwaze stratejî û polîtîkayên nû pêşkêş bike bo aktor û muxataban. Ji bo ku cudakariyên civakî, neteweyî, aborî, bedenî, zayendî, nasnameyî û derûnî bên bidawîkirin stratejî û polîtîkayan ava dike, bi pêş dixe an dewlemend û berfireh dike. Bi pêşkêşkirina projeyan, em hewl didin ku bi awayekî periyodîk alîkariya çareserkirina van mijaran bikin ku me li jor behsa wan kiribû. Belê xebatên me berfireh in, lê em bi awayekî spesîfîk li ser problemên civakî, aborî, çandî, zimanî, yên kurdan jî dixebitin û hewl didin ku bi xebat û lêkolînên xwe kartêkekê bikin ji bo çareserkirina wan probleman.

 

Dara Demiralp / Bîanet

*Ev nûçe, li Platforma Ragihandinê ya Atolye BIAyê, atolyebia.org-ê hatişe weşandin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin