Giringîya zimên jibo UNESCOyê!
Li gora tespîtên ilmî yên UNESCOyê (Rêxistina Perwerde, Îlim û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî), wextek li cîhanê derdora 15 hezar ziman hebûne; lê di dawîya sedsala 20î da ev jimare daketîye 6000î. Wek mîsal di navbera 1970-1985an da 1800 ziman winda bûne, yanî mirine û van lêkolînên ilmî nîşan didin ku piştî du nifşan nivê zimanên heyî yên îro jî dê winda bibin. (Ji nuha ve nifşek derbas bûye)
Li gora xebatên UNESCOyê yên ”Atlasa Cîhanê jibo Zimanên ku di Bin Xeterê da ne;”; di nava 6000î zêdetir zimanan da 2500ê wan di nav xetera windabûnê da ne. Eger tedbîrên pêwist neyên sitandin, di sedsala XXI.an da %90ê zimanên ku pê tên peyivandin, dê winda bibin. Li gora van raporan, di nava 100 salî da eger zarûkek ku wî zimanî dipeyive, nemîne; ew ziman êdî li ber xeterê ye. Wek numûne li Turkîyê zimanên Yunanîya Kabadokyayê û Ubihça winda bûne; Kurmancî, Zazakî, Adiğece û Abazaca jî li ber xetera windabûnê ne.
Ne pêwist e ku em bidin zanîn; Sistemên Kolonyalizmê yên ku Kurdistanê bindest kirine, xwestine gelên bindest û kolonî ku li ser wan hukum kirine, ji holê rakin. Bi awayeke dî, kolonyalistan xwestine hemî heyîyên neteweyên bindest û kolonî ji meydanên jîyanê rakin, tune bikin. Di vî derbarî da numûneyên herî balkêş, pirazeya kolonyalistên ereb û ecem û tirk in ku li ser kurdan hukum kirine û her heyîyên kurdan qedexe kirine. Yanî van kolonyalistan qîma xwe bi hukumranîya li ser kurdan neanîne; xwestine hemî heyîyên kurdan ên neteweyî û demokratik jî, ji holê rakin ku ev, pirazeya hovîtîya van dagirkeran e.
Di ”Lihevhatina Neteweyên Yekbûyî” da weha hatîye nivîsîn: ”Hemî gel bi resmî îlan dikin ku bê şert û merc dawî li tevayîya şeklên kolonyalizmê tînin, ew xwedîyê azadîya tevayî û xweserîya xwe ya neteweyî ne ku ew mafê dewleta wan ya neteweyî ye ku bi kar bînin ku dewrê tu hêzek nayê kirin.”
Qebûlkirina ”Lihevhatina Neteweyên Yekbûyî”, gelek vekirî û zelal e. Li gora wê lihevhatinê, Sistemên Kolonyalizmê li seranserê cîhanê belayên mezin in jibo tevayîya mirovan; di heman demê da van sisteman li dijî demokrasîyê ne, li dijî aştîya cîhanê ne û xisarên mezin didin huzur û edaleta hemî mirovên cîhanê û loma divê li dijî kolonyalizmê, têkoşîneke bêrawestandin û dudilî were domandin ku ev rastê 21ê sibatê hatîye û loma ji alîyê NY ve wek ”Roja Têkoşîna li dijî Kolonyalizma Navberneteweyî” hatîye qebûlkirin.
UNESCO, di raporên xwe da jibo zimanên ku di nav xeterê da ne, wek, ”şikenandin”, ”vekirî di xeterê da ne”, ”di xetera maneya cidî da ne”, ”di xetera pir cidî da ne” û ”winda bûne” qeyd kirîye. Li gora wê raporê li cîhanê 2473 ziman û li Tirkîyê jî 18 ziman li ber xetera windabûnê mane ku dê ew bimirin û zimanê kurdî jî (kurmancî û zazakî) di nav wan da ye. Ev jî politika UNESCOyê ya durûtîyê raxistîye meydanê ku divê em jibîr nekin. Ji ber ku UNESCO, jibo parastina zimanên bindest werin jîyandin, wek zimanê kurdî û yên dî nexebitîye û piştgirîya parastina kurdî jî nekirîye.
Giringîya Roja 21ê sibatê di nav belgeyên UNESCOyê da jî cî girtîye. Roja 21 sibatê jibo UNESCOyê, hem ”Roja Zimanê dayîkê yê Navberneteweyî” ye û hem jî ”Roja Têkoşînê li dijî Kolonyalizmê ya Navberneteweyî” ye . Digel du wateyên giring yên 21ê sibatê; 21ê Adarê jî jibo Neteweyên Yekbûyî (NY) ”Roja Têkoşînê li dijî Nejadperestîyê ya Navberneteweyî” ye.
Lê mixabin di pratika vî sed salî da me dîtîye ku NY û UNESCO piştgirî nedane têkoşîna gelê kurd ku li dijî kolonyalîzmê raxistîye meydanê. Bi tabîreka dî NY û UNESCO, ew prensîbên ku ziman were parastin û nejadperestî têk biçe û ew gelê ku wî zimanî di jîyana xwe ya bindestîyê da jî bi înad diparêze; negirtîye ber çavên xwe û têkoşîna wan ya heqîyê tenê hiştine û bûne piştgirên kolonyalistên Kurdistanê wek Turkîye, Îran, Îraq û Surîye. Mixabin welatên endamên NY û UNESCOyê di pratika xwe da her tim durûtîyê nîşan dane û li dijî wan prensibên ku qebûl kirine; tevnegerîyane, neketine nav hewildanan. Eger NY, UNESCO piçek samîmî bûna û xwedîtîyê li prensîbên xwe bikirana, dê li dijî kolonyalistên Kurdistanê mueyîdeyan bi kar bianîyana.
Rewşa civata kurdî û zimanê wan ku ji alîyê dagirkeran ve sed sal e hatîye qedexekirin, li meydanê ye û pêwistîya wê bi şahidan jî nîne. Bi gotineka dî, dema mijara parastina zimanê kurdî were rojevê; prensibên UNESCOyê, tenê di teorîyê da dimînin. Heman tişt em dikarin jibo NY jî bidin zanîn û eşkera bikin ku wek dezgaheka navberneteweyî NY, di pratika xwe da wek UNESCOyê, piştgirîya parastina zimanê kurdî û neteweyê kurd nekirine; ji ber ku dagirkerên Kurdistanê jî kolonyalist in, nejadperest in û sed sal e ku teda û zulma nedîtî li ser kurdan û kurdî kirine, politika genocideyê bi karanîne, lê van dezgahan xwe ker û kor û lal kirine. Ev xisusîyeta dezgahên navberneteweyî, divê timî di bîra têkoşerên kurdî da bin.

