Di nav kevneşopên Êzdîtiyê de ramanên kezîya jinê
Kema Tolan
Di nav çanda Êzdî de, kezî ne tenê por e , ew zimanekî bêdeng, berhevoka bîranînê û sembola paqijî, rêz û rûhê jinê ye. Di zargotina Êzdiyan de gelek gotin û têgihiştin hene ku li ser kevneşopên keziyê yên bi taybetî yên jinê rawestîne. Piraniya wan gotinan bi rêz, paqijî û wateya sembolîk ve girêdayî ne.
1) “Kezî zimanê jinê ye; tiştên ku nayên gotin, li ser wê tên hûnandin.”
Ev gotina kevn diyar dike ku di çanda kevn de, kezî wek peyama bêdeng tê fêmkirin. Hûnandin û rêzkirina keziyê rêyek e ku jin bi wê hînkirin, bîranîn û çîrokên jiyanê bi reng û xêz ragihîne. Bi vê awayê, kezî dibe şertê veguhestina zanînê ji nifşekê bo ya din.
2) “Kezî bi destê paqij tê hûnandin; bi dilê nepaqij tê qirandin.”
Ev gotin şertê paqijîya rûhî û niyetê nîşan dide. Hûnandin li vir wek çalakiyeke rîtualî tê fêmkirin, ku di wê de paqijîya dil û rêza wateyê girîng in. Ji ber vê yekê, kezî ne tenê bi destan, lê bi niyet û hest jî tê çêkirin.
3) “Jin jiyana xwe di keziyê de dihêle.”
Bi vê gotinê, kezî wek bîranîna jiyanê tê naskirin. Her reng, her xêz û her şêwe di keziyê de dikare çîrokek jiyanî nîşan bide: kêşe, kêfxweşî, hêvî, xweparastin û têkoşîn. Kezî li vir dibe arşîva jiyanê ya jinê.
4) “Kezî li erdê malê paqijî ye; kezî reş ne li her cihê ye.”
Ev gotin rêza bikaranîna keziyê di malê de diyar dike. Kezî reş bi taybetî di demên xemgîn de tê bikaranîn. Di hin rewşên taybetî de — dema ku kesekî ezîz, ciwan an berketî bi fermana Xwedê jiyanê bi dawî dike an jî bi kuştinê re rû bi rû dibe — keç û jinên malbatê keziyên xwe dibirin. Ev kiryar wek qurbankirina sembolîk û nîşana şîn û giriye tê fêmkirin, û ne li her cihê an her demê tê bikaranîn.
5) “Kezî reng û xêzeva çavan digrin.”
Ev gotin tê wê wateyê ku sembolên keziyê jin û malê diparêzin, bi taybetî li dijî çavên nebaş. Li gorî vê têgihiştinê, kezî belgeyeke rûhî–çandî ya jinên Êzdî ye. Ew di nav bawerî, jiyan û hunerê de tê bikaranîn û di hin rewşan de wek guliyê keziyê jî xuya dibe.
Encama kurt
Di kevneşopên Êzdî de, kezî ne tenê bergê jinê ye; ew nasname, bîranîn, parastin û zimanê bêdeng e. Bi keziyê re, jinên Êzdî jiyana xwe, bawerî û rêza civakî bi awayekî sembolîk berdewam dikin.
Kemal Tolan, xemxwar, berhevkarê kevneşop û zargotina Êzdîtiyê 22.01.202



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin