
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire
.
Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdul Emîr Şemerî ragihand ku wan ji bo dabînkirina "pergala dijîdron a bipêşketî" peymanek mohr kiriye.
Ebdul Emîr Şemerî eşkere kir ku ew pergal tenê ji bo saziyên Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ye û Herêma Kurdistanê li xwe nagire.
Peymana pergala dijîdron
Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdul Emîr Şemerî ji Rûdawê re şitexilî û got:
“Me ji bo dabînkirina çend pergalên parastinê yên dijîdron ên bipêşketî li gel Desteya Pîşesaziya Cengê ya Îraqê peymanek mohr kiriye.”
Roja 10ê Adara îsal, Encumena Wezîran a Îraqê razîbûna xwe dabû ser desthilatdayîna ji bo Wezareta Karên Navxwe da ku ji bo dabînkirina pergala parastinê ya dijîdron peymanê li gel Desteya Pîşesaziya Cengê îmze bike.
Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê diyar kir ku ev pergal ji bo parastina saziyên girîng ên wezaretê ye da ku li hemberî her êrişên bi dronan bên parastin.
Dabînkirina pergalê ji bo Herêma Kurdistanê
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman 10ê Adara îsal ji Rûdawê re gotibû ku ew pergal tenê ji bo navçeyên federal nîne û dê ji bo Herêma Kurdistanê jî were dabînkirin.
Lê belê Ebdul Emîr Şemerî îro li ser vê mijarê got, “Ew pergal saziyên Herêma Kurdistanê li xwe nagire.”
Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê her wiha destnîşan kir ku erkê dabînkirina pergala parastina asmanî ya ji bo Herêma Kurdistanê li ser milê Wezareta Parastinê ye.
Aramiya sînoran û çekên neyasayî
Îraq bi dirêjiya hezar û 420 kîlometreyan li gel Îranê, 335 kîlometreyan li gel Tirkiyeyê û 618 kîlometreyan li gel Sûriyeyê sînorên wê hene.
Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê li ser rewşa sînoran jî ragihand ku sînorên Îraqê li gel welatên cîran “di lûtkeya aramiyê de ne.”
Şemerî bi taybetî li ser sînorê Îranê got, “Ti cure binpêkirineke sînoran nehatiye qeydkirin.”
Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê têkildarî çekên neyasayî jî diyar kir ku wan ji bo kontrolkirina diyardeya çekên neyasayî pêngavên giring û mezin avêtine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin