
Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
.
Wezîrê Derve yê Îranê di civîna xwe ya ligel Serokê Rûsyayê de daxwaza sîstema bervaniya mûşekî ya "S-400" kiriye, ji bo pirkirina valahiya bervaniyê ya welatê xwe piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê û danûstandin li ser bidawîanîna şer jî kirine.
Rojnameya “Telegraph”ê ya Brîtanyayî îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê) amaje bi wê yekê kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî şevêdî li Nivîsîngeha "Boris Yeltsin"ê li ser rûbarê Neva li Rûsyayê civiyan. Li gorî wê rojnameyê, Iraqçî daxwaz ji Putin kiriye ku sîstema S-400 bide Tehranê.
Kelênên bervaniyê û bidawîanîna şer
“Telegraph”ê eşkere jî kir ku piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê, valahiyên mezin di sîstema bervaniya Tehranê de çê bûne; lewma Tehran daxwaza vê sîstema pêşkeftî ji Moskoyê dike. Her li gorî çavkaniyan, Putin û Iraqçî behsa wan "saziş" û qerebûyan kiriye ku dibe Tehran ji bo Waşintonê bike, daku şer bê bidawîanîn.
Ji S-300 ber bi S-400
Îranê pêştir sîstema S-300 ji Rûsyayê kirîbû, lê ji ber pêşkeftina teknolojiya leşkerî û zêdebûna xeteran, niha pêdiviya wê bi sîstema pêşkeftî ya S-400 heye. Sîstema S-400 wekî yek ji sîstemên herî bihêz ên bervaniya asmanî li cîhanê tê naskirin û dikare rûbirûyî balafirên şer û mûşekên balîstîk bibe.
Ev hewildana Tehranê piştî wê yekê tê ku di şerê dawiyê yê Rojhilata Navîn de, lawaziya bervaniya asmanî ya Îranê li hember êrîşên dubare yên ser dezgehên wê derketibû holê. Niha Îran bizavê dike ku, bi wergirtina çekên pêşkeftî ji hevpeymanên xwe, rêyê li her êrîşeke din a çaverêkirî bigire.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin