Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin

Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin

.

A+A-

 Pêwendiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de roj bi roj aloztir dibin.

PDK û YNK 2 partiyên sereke yên vê kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne lê ew li ser medyayê û torên civakî bi awayekî nefermî êrişî hev dikin.

Parlamentoya Îraqê 11ê Nîsanê bi piraniya dengan Endamê Serkirdayetiya YNKyê û yekane namzedê fermî yê YNKyê yê ji bo Serokkomariya Îraqê Nizar Amêdî hilbijart.

PDKyê ev hilbijartin wekî binpêkirina rêkeftinê û têkdana yekrêziya Kurdan dît, ji ber vê yekê rûniştina parlamentoyê boykot kir û beşdarî dengdanê nebû.

Tora Medyayî ya Rûdawê li ser sedema sarbûna pêwendiyên PDK û YNKyê pirsek ji endamekî Komîteya Navendî ya PDKyê kir.

Wî berpirsê ku nexwest navê wî were eşkerekirin got:

"Niha pêwendiyên me gihîştine xitimînê, ji ber ku YNKyê li Bexdayê reftareke baş nekir."

Zêdetirî sal û nîvekê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatine kirin lê heta niha Kabîneya 10an a hikûmetê nehatiye avakirin.

Berpirsê PDKyê destnîşan kir û da zanîn:

"Wan (YNK) bi bername avakirina hikûmetê bi paş xist, ji ber ku destpêkê me li ser bernameya hikûmetê li hev kir.

YNKyê got, desthilat girîng e ne hejmara postan, em bi van razî bûn lê wan destê xwe dirêj nekir û amade nebûn hikûmetê ava bikin."

Endamê Serkirdayetiya YNKyê Luqman Werdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Niha ti pêwendiyên siyasî di navbera YNK û PDKyê de nînin.

Ti guftûgo nînin, tenê heger hêzeke navneteweyî yan herêmî bikeve navbera me ku em vê yekê wekî karekî rewa nabînin û divê em bi xwe bi hev re rûnin."

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Dr. Mihemed Xurşîd ji Rûdawê re got:

"Pêwendiyên me û YNKyê di qonaxeke baş re derbas nabin lê hîn negihîştine asta bêhêvîbûnê."

Guftûgo li ser asta kesî ne

Endamê Serkirdayetiya YNKyê Pola Talebanî li ser pêwendiyên wan ên bi PDKyê re ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û anî ziman:

"Divê ji bo civînê zemîn were amadekirin û PDK jî amade be, ji ber ku ti mijarên ew qas mezin û diyarkirî nînin ku bibin sedema jihevqutbûna van her du partiyan."

Pola Talebanî her wiha da zanîn:

"Niha guftûgoya di navbera PDK û YNKyê de li ser asta şexsî ye û nebûye fermî."

"YNKyê bi bername avakirina Kabîneya 10an bi paş xist"

Dr. Mihemed Xurşîd destnîşan kir û got:

"Piştî destpêkirina civînên bi YNKyê re, bernameya karê hikûmetê bi dawî bû û demek ji bo çalakkirina parlamentoyê hat diyarkirin lê mixabin YNK amade nebû parlamento were çalakkirin."

Wî endamê Komîteya Navendî ya PDKyê yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin jî li ser vê mijarê got:

"Zanyariyên ji sedî sed ên PDKyê hebûn ku YNKyê xwest Kabîneya 10an neyê avakirin heta piştî hilbijartina serokkomar û avakirina hikûmeta Îraqê.

Ji ber vê yekê PDK jî amade nîne wekî beriya vê qonaxê bi YNKyê re miameleyê bike."

Pirsa serokkomar û mezinbûna derza navbera wan

Piştî koça dawî ya Mam Celal û bi taybetî ji hilbijartinên sala 2018an ve, postê serokkomariyê bûye girekora PDK û YNKyê, ne PDK bi namzedê YNKyê razî ye û ne jî YNK tawîzan dide.

Lê wekî urfeke siyasî ew post para Kurdan e û bi lihevtêgihiştina berê, di nav Kurdan de ji YNKyê re hatibû dayîn lê ev 10 sal in ku ew lihevtêgihiştin nemaye.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê amaje pê kir ku li Bexdayê li ser namzedê serokkomariyê rêkeftin hat kirin (di navbera PDK, YNK û partiyên din ên Kurdistanî de) lê YNKyê ew bin pê kir û ji eniyeke din ve karê xwe kir û got:

"Ti biryarên fermî nînin ku PDK êdî bi YNKyê re necive lê bêguman ew dê rewşa xwe binirxîne û paşê biryarê bide."

Endamê Serkirdayetiya YNKyê Pola Talebanî ji nêzîkbûna PDK û YNKyê ne bêhêvî ye û anî ziman:

"YNK her tim ji guftûgoyê re amade ye.

Em di hikûmetê de bi hev re ne û ez pêşbînî dikim ku piştî avakirina hikûmeta Îraqê, Herêma Kurdistanê dê derbasî qonaxeke din bibe."

Li gorî gotina Talebanî, "Pêwîst e û rewş wisa dixwaze ku PDK û YNK bi berpirsyariya xwe rabin û bicivin."

Şerê kursiyan a beriya çalakkirina parlamentoyê

Di hilbijartinên Çiriya Pêşîn a 2024an de, PDKyê 39 kursî û YNKyê jî 23 kursî bi dest xistin, ev jî ji bo wergirtina postan a di kabîneya hikûmetê de cudahiyeke mezin e.

Lê beriya avakirina hikûmetê, YNKyê bi Newey Niwê re ku xwediyê 15 kursiyan e lihevtêgihiştinek kir û niha dibêje, "Ez dê bi 38 kursiyan bi PDKyê re miameleyê bikim."

Tevgera Goranê di hilbijartinên sala 2024an de tenê kursiyek bi dest xist.

Çavkaniyekî ji PDKyê ji Rûdawê re got, "YNKyê hewl daye Goranê jî razî bike ku wê kursiyê jî bibe cem xwe."

YNK dixwaze bi hêza 39 kursiyan û 50+50 bi PDKyê re bikeve dan û standinan lê PDK vê yekê qebûl nake û hîn ti gavên wekî yên YNKyê neavêtine ji bo avakirina hevpeymaniyê bi fraksiyonên din re.

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê (Baskê Girê Zergeteyê) Nizar Mehmûd ji Rûdawê re got:

"Her çend parlamenterê Goranê çûbe wî alî (Baskê Kurdastê) jî me nebihîstiye ku ti rêkeftin bi YNKyê re hatibin kirin."

Di heman demê de çavkaniyekî ji Baskê Kurdastê yê Goranê anî ziman:

"Rêkeftina ji bo çûyîna nav fraksiyona YNKyê, eger hatibe qalkirin jî, tenê devkî bûye û nebûye kiryar."

Lê Mihemed Xurşîd pêdagiriya partiya xwe eşkere kir û got, "Me bi YNKyê re li ser bingeha 23 kursiyan guftûgo kiriye, ne 38 kursiyan."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin